Raporek balkêş li ser jinên Efgan

AIHRC di rapora xwe ya li ser geşedanên dawîn ên li Afganistanê de, diyar kir ku tenê di pevçûnên meha Tîrmehê de 191 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1059 kes jî birîndar bûn, her wiha 78,911 malbat jî ji ber şer koçber bûne.

Navenda Nûçeyan - Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji serê salê û vir ve, ji ber şîdetê nêzê 270 hezar Afgan neçar man ku di nava welatê xwe de cîh biguherin. Bi tevahî, zêdeyî 3.5 mîlyon mirov jî neçarî koçberiyê bûn. Di heman demê de tê gotin dibe ku bi hezaran kes ji welêt derkevin. Komîsyona Mafê Mirovan a Serbixwe ya Afganîstanê (AIHRC) raporek bi sernavê "Talîban li ser jinan li herêmên di bin kontrola wan de sînor danîne" weşand. Li gorî rêxistinê, qedexe ne tenê ji bo jinan, di heman demê de ji bo mêran jî weke rih berdan, qedexeyên xwendinê û zewacên bi zorê bi endamên Talîban re dikin.
Komisyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Afganistanê ragihand ku wan di gelek medya yan de, nemaze di medyaya Afganî de, nûçe li ser qedexekirina jinan li deverên di bin destê Taliban de piştrast kiriye. Di rapora ku 14’ê Tîrmehê bi raya giştî re hat parve kirin de hat ragihandin ku li parêzgehên ji hêla Talîban ve hatine girtin ên weke Faryab, Kunduz, Badakhshan û Takhar, welatî ji mafê xwe yê mirovî û qanûnên fermî hatine bêpar kirin. Li gorî raporê; Tê ragihandin ku qedexeyên heyî her diçe zêde dibin û wiha lê hat zêdekirin: "Qedexeya li ser jinan, keç jî di nav de, derketina ji malê bê hîcab, girtina dibistanên tevlihev, qedexekirina televîzyonê, ferzkirina rih hinek ji qedexeyên hatine danîne.” 
Li gorî raporê yek ji welatiyên herêma Şîrîn Tagab a parêzgeha Faryab wiha gotiye: "Piştî ku Herêma Şîrîn Tagab bi tevahî ji hêla Talîban ve hate desteser kirin, endamên komê rêzek û qedexe li ser jinan ferz kirin. Hemî jî bijîşk û ajokarên veguhastina giştî û dikandar hişyar kirin ku eger ew bi jinan re hevkariyê bikin ew ê werin cezakirin. "
Talîbanan li herêmên Kaşim, Baharak, Cide, Ergo, Khash, Sheghnan û Ashkesham bang li jinan kiriye ku dema oldarek bi wan re nebe dernekevin derve û di beyan nameya wan de ev tişt hatine nivîsîn: "Name ji mizgeftan re hatin şandin ku malbatên du yan sê zarokên wan heyî divê yekê tevlî nava Talîbanan bikin û welatiyên herêmê neçarin zikata xwe bidin wan.”
Di raporê de hat zanîn ku li gelek bajarên Efganistanê şidet zêdebûye û welatî ji mafê xwe yê mirovî bêpar mane, ev rewş her diçe bi xwe re metirsiyê tîne. Bi vê rewşê re mirov ji cihên xwe dibin, ji xizmetên civakî û tenduristî bêpar dimînin û ev rewşa aborî jî her diçe xira dike û mirovan ber bi hejariyê ve dibe.
Tora Jinên Afgan: Em çalakiya pratîkî dixwazin!
Bang û daxwaziya Tora Jinên Afgan jî di raporê de cih girt.
"Bêdengiya civaka navneteweyî, taybetî jî Neteweyên Yekbûyî, li hember van hemî zextên li dijî gelê Efgan û binpêkirinên eşkere yên mafê mirovan li dijî jin û zarokan li ser gelên nava welêt her diçe zêde dibe heye. Em tenê weşandina broşuran û sersaxiyê li ser vê mijarê bes nabînin. Em tedbîrên pratîkî û piştgiriyê dixwazin. "
Li gorî raporê tenê di pevçûnên meha Tîrmehê de 191 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1059 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de 78.911 malbat ji ber şer koçber bûne.
Werger: JINHA