Raghda El-Maqtarî tevî gefan jî têkoşîna xwe didomîne

Parêzer Raghda El-Maqtarî ku bi salan e ji bo rastiyên şer û binpêkirina mafan li Yemenê derxe holê dixebite, tevî gef, zext û astengiyan jî hewl dide tiştên li Taizê qewimîn bi belge bike.

RANIYA ABDULLAH

Yemen- Şerê ku ji sala 2011’an vir ve li bajarê Taizê yê başûrê rojavayê Yemenê berdewam dike bû sedema mirin û koçberkirina bi dehan kesan. Li Yemenê ku şer bi awayekî dijwar didome, gelek sûcên li dijî mirovahiyê yên wekî binpêkirina mafên mirovan, komkujî û tecawiz berdewam dikin.

Komek parêzvanên mafên mirovan li welat jî tevî hemû zext, tehdîd û astengiyan ji bo ku gel di hawridorek ewletir de bijî û tiştên tên jiyîn hemû cîhan bibîne, têdikoşin. Yek ji wan jî Raghda El-Maqtarî ye ku ji sala 2008’an vir ve li Taizê parêzeriyê dike û di heman demê de parêzvanek mafên mirovan e.

Raghda El-Maqtarî diyar kir ku jin û zarok beşa herî lawaz a civakê tên dîtin û ji bo eşkerekirina binpêkirinên di şoreşa 2011'an de hatiye jiyîn têkoşîn meşandi ye û wiha got: "Ez ji bo şopandin û belgekirina binpêkirinên di dema şoreşê de xebitîm. Ev pêvajoya şopandin û belgekirinê ji bo min tercûbeyek baş e, bû destpêkek e.”

'Şer herî zêde bandorê li zarok û jinan dike'

Di şerê ku di sala 2015’an de li Yemenê kûr bû, sivîlên bajarê Taîzê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin û çûn herêmên bi ewletir. Raghda El-Maqtarî jî di nav sivîlên ku ji cih û warên xwe hat koçkirin de bû. Raghda El-Maqtarî da zanîn ku piştî li dijî tiştên hatin jiyîn berpirsyarî hîs kir piştî 10 rojan vegeriyaye bajarê xwe û diyar kir ku piştre bi komek ciwanan re beşdarî Konseya Berxwedanê bûye. Parêzerê ku di sala 2016’an de li Komîsyona Lêkolîna Binpêkirina Mafên Mirovan a Neteweyî de wek çavdêr xebitî, destnîşan kir ku zarokên piraniya malbatên xwe ji ber şer winda kirine, ji bo xwedîkirina kesên mane, bi zehmetî dixebitin û şer herî zêde bandorê li zarok û jinan dike. Da zanîn ku piştî vê pêvajoyê xebatên xwe di vê warî de meşandiye.

El Qaîdeyê gef lê xwar

Raghda El-Maqtarî bi gotinên “Tiştên li Taîzê qewimîn pirsgirêka min bû jî. Ji ber vê yekê min biryar da ku heta ev tiştên tên jiyîn bi dawî bibin, berpirsyariya xwe bizanim û têbikoşim”, da zanîn ku ji ber xebatên ji aliyê El Qaîdeyê ve rastî gefan hatiye û wiha got: “Min û hevjînê xwe ji bo lêkolîna mijarek der barê binpêkirinên mafan de, xebat dimeşand. Li pêşiya me wesaîdek reş sekinî û di hundirê wesayîdê de dengê mêrekî dihat digot ger hûn ji li vir neçin em ê gule bireşînin. Min demek li malên li derdora wê derê xwe veşart. Dîsa rojekê dema min xebat dimeşand rastî bombebaranê hatim."

Raghda El-Maqtarî di dawiyê de diyar kir ku ji bo jinan xebatên qanûnî berdewam dikin û da zanîn ku li dijî binpêkirina mafên jinên girtî jî ew têdikoşin.