Qutkirina avê bû sedema gelek nexweşiyan

Hemşîreya Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê Rîma Dawê, behsa nexweşiyên ku ev zêdetirî 3 meh in pê re rû bi rû dimînin kir û da zanîn ku ji ber qutkirina ava Firatê û nepaqijiya ava tê xwarin, gelek nexweşiyên navçûn û gurçikan derketine hole. Her wiha bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li beramberî sûcên dewleta tirk der heqê civakê de bi helwest bin.

 
SORGUL ŞEXO
Hesekê- Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn di 4'ê Nîsana 2018'an de hatiye avakirin, barê gelek nexweşan sivik rakir, ji dermankirina wan heya peydakirina dermanên bê pere. Di vê dema dawî de dîsa nexweşxane bi derfetên xwe yên kêm bi hezaran nexweş derman dike. Da ku em bêtir zirarên piştî qutkirina ava Firatê, Çemê Xabûr û Zirgan her wiha qutkirina ava stasyona Elok li ser tenduristiya mirovan nas bikin, hemşîreya nexweşxaneyê Rîma Dawê nirxand kir û ji me re parve kir.
Nexweşiya navçûn û gurçikan zêde bûye
Rîma behsa nexweşiyên ku ev 3 meh in zêdetir pêşwazî dikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di nav sê mehên derbasbûyî de nexweşên em pêşwazî dikin bêtir nexweşiya navçûn, jehrîbûn û gurçikin in. Herî kêm rojane em nêzî 70-80 nexweşan pêşwazî dikin. Ne tenê zarok, jin û kesên temenê wan mezin jî bi van nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Lê herî zêde zarok bi navçûn û jehre dikevin û yên temenê wan mezin jî nexweşiyên gurçikan herî zêde îltîhab, remil û kevir di gurçikên wan de çêdibin."
Nepaqjiya avê dibe sedema nexweşiya gurçikan 
Rîma da zanîn ku sedema nexweşiyan ava ne paqij e û wiha domand: "Ji ber qutkirina ava Firatê û ava stasyona Elok her wiha qutkirina ava çem Xabûr û Zirganê, li navçeyê her 3 heya 4 rojan av carekê tê lê dema ku ev av jî tê tamekê şor di nav de heye. Nepaqijiya avê, bû sedem ku bi hezaran kes nexweş bikevin. Dewleta tirk avê nade, rojên dide jî dibe sedema nexweşiyên cur be cur. Bi vê yekê re gumana me ji avê heye gelo tiştekî ango dermanekî dixin nava vê avê û didin gel?"
“Divê avê wekî çekekê bikar neyînin”
Rîma teqez kir ku qutkirina avê sûcekî şer e û wiha pêde çû: "Divê av li ser navçeyê neyê qutkirin, ji ber navçe bi gelek êrîşan re rû bi rû dimîne. Ger ava paqij bi kar neynin jî wê bibe sedema kûrkirina nexweşiyan. Ev jî sûcekî şer e divê av wekî çekekê neyê bikaranîn. Ji derveyî ku li dijî gel hemû rengê êrîşan dide meşandin, dixwaze gel ji tîna bikuje yan jî bi nexweşiyan re rû bi rû bihêle. Divê ev yek ji aliyê zagonên navdewletî ve neyê qebûlkirin. Em bi derfetên xwe yên pir kêm heya ji me tê em alîkariyê didin nexweşan. Lê ew dermanên pir bi bandor li cem me tune ye, nexweş ji derveyî nexweşxaneyê tînin. Ev yek jî bargiraniyekê çêdike, ji ber rewşa civakê ya madî nebaş e û ew derfet tune ye ku bi pere dermanan bikirin. Dermanên êşan hinekî rawestîne hene lê yên bikaribin êşê bi dawî bikin tune ne."
“Dermanê gurçikan gîhayên xwezayî ne”
Rîma got ku dermanê nexweşiyên gurçikan, dermanên xwezayî ne û wiha ev yek anî ziman: "Da nexweşiya gurçikan kêm bibe divê nexweş ava paqij ji bazaran bikirin û vexwin. Herî zêde divê avê vexwin her wiha divê gihayên weke kemûn, zihûrat, nehneh û bexdenûs jî bikelînin û ava wê vexwin. Ji ber ew dermanê gurçikan e."
“Şer rawestînin”
Rîma bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo hovîtî û sûcên dewleta tirk a dagirker li dijî gelê herêmê raweste divê cîhan hemû bi helwest be. Sûcên şer li dijî gel tên kirin, ev yek divê neyê qebûlkirin, ji ber tu sûcê wan di vî şerî de tune ye."