“Qetilkirina Axînê pêkanîna fermana 75’an e”

Jinên Şengalê qetilkirina Axîn û bavê wê weke fermana 75’an şîrove dikin û dibêjin ger Êzidiyên derveyî welat û kampên Başûrê Kurdistanê venegerin ser axa xwe dê dawiya van qetilkirinan neyê.

EVÎN ZENDA

Şengal- Di 4’ê Tebaxa 2022’an de Axîna 6 salî li gel bavê xwe Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî li gundê Hesen Reşo yê Zaxoyê winda bûn. Di 8’ê Tebaxê de cenazeyê Farûq Mîrza li taxa Bêdarê ya Zaxoyê hatibû dîtin. Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsan a Dihokê kujerê bav û keça 6 salî hatiye girtin û kujer li xwe mikur hatiye. Lê heya niha ji bo darizandin û cezakirina kujer bi fermî gavek nehatiye avêtin. Berevajî wê ji bo ser bûyerê bê girtin û malbat bêdeg bibe gelek hewldanên PDK’ê çêbûn.

Her çiqas PDK’ê hewl da ser bûyerê bigre û malbatê bêdeng bike jî bi taybetî li Şengalê civaka Êzidî bêdeng nema û hewl da rastiya mijarê ji aliyê her kesê ve weke heyî bê zanîn. Ji ber PDK vê bûyerê tenê weke ji aliyê kesekê ve hatiye kirin pênase dike lê jinên Şengalê diyar kirin ku di kampeke di bin parastina PDK’ê de ne mumkun e ku haya wan jê nebe û ev kar ne karê kesekê bi tenê ye destê PDK’ê jî di nav de ye.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Reşo li ser mijarê ji ajansa me re axivî. Wetha Reşo di despêka gotinên xwe de diyar kir ku tevahî civaka Êzidî bi bûyera Axînê êşiyan e, ev bûyer ji van hemû yan re giran hatiye. Wetha Reşo diyar kir ku di salvegera fermanê de ev bûyer li serê van hatiye û ev bûyer weke fermana 75’an pênase dikin.

“Axîn ne ya yekem e”

Wetha Reşo bi van gotinan axaftina xwe domand: “Di fermanê de gelê Başûrê Kurdistanê gelek alîkariya me kir, em başiya wan ji bîr nakin. Lê divê gelê Başûr li hemberî tiştên niha PDK di kampên Başûrê Kurdistanê de tîne serê me rabe û destûr nede bûyerên wiha lê em dibînin bêdeng e. Ji bo wê em ji gelê xwe yê li kampan re dibêjin bes e ma dê heya kengê zext li me were kirin. Nabe ku piştî bûyera Axînê em li wan deran bijîn. Ji ber vê ger gelê me venegere çawa Axîn ne ya yekem bû dê nebe ya dawî jî. Ji bo wê em ji gelê xwe re dibêjin vegerin ax û warên xwe.”

“Mafê Axînê mafê me hemûyan e”

Wetha Reşo xwest kujerê Axîn û bavê wê bên darizandin û wiha got: “Divê kujerê axînê û Bavê wê li pêş çavên dayikên Êzidî û gelê Êzidî bê darizandin. Em weke dayikên Şengalê dibêjin jinên Êzidî li wan kampan her cure zextê dibînin, ji bo vê xwekuştin li kampan zêde ye. Dijminên me bi her cureyî li kampan êrîşê dayik, ciwan û zarokên me dikin. Divê gelê me yê li kampan jî bêdeng nebe û mafê Axînê bixwaze. Mafê Axînê mafê me hemûyan e.”

“Heta kujer û hevkar neyên darizandin em ê li ser piyan bin”

Wetha Reşo diyar kir ku kuştina Axînê weke fermaneke din a li ser gelê Şengalê dibînin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em kuştina Axînê weke ferman dibînin û em ji gelê li kampan re dibêjin bes e ji kuştin û zextê re. Ger hûn venegerin ser axa xwe dê gelek bûyerên din ên bi wî awayî biqewimin. Piştî Axînê cihê me li wir nîn e. Em bang li hemû civaka xwe dikin ku heya kujerê Axînê neyê darizandin li ser piyan bin da ku em heqê xwe ji wan celadan bigrin.