Projeya "Navenda Heyat" ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine stargehek e

Navenda Heyat yekem navend e li Xezayê ku ji bo pêşkêşkirina xizmetên parastin û bihêzkirina jinên ku rastî şîdetê hatine, jinên ku ji şîdetê rizgar bûne û jinên xizan, hatiye damezradin.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Navenda Heyat ku weke stargeha jinên ku rastî şîdetê hatine tê dîtin, ji serê salê heta niha 305 jin pêşwazî kirine, 200 jê di beşa rêveberiya dozê de ne, 50 zarok û 170 jinên ku rastî şîdetê hatine ku di navbera alîkariya derûnî û zagonî de xizmetên cuda wergirtine.

Yek ji wan keçên ku ji projeya Heyat a ji bo parastin û bihêzkirina jinan parastin xwest, wê nizanibû ku dema malbat keça xwe bi zorê bizewicînin wekî cureyek tundiya li ser bingeha zayendî tê hesibandin, ew difîrî ku tundî tenê destdirêjiya bedenê ye.

"Navend gelek xizmetan pêşkêş dike"

Rêvebera dozê ya "Projeya Heyat" Ebîr El-Meşherawî wiha got: "Parastin wê tenê bi rakirina têgihîştinên şaş ên di nava jin û keçan de û perwerdekirina wan li ser têgîn û şêwazên şîdeta li ser bingeha zayendî ya ku rasî wê tên, pêk were, wê demê ew ê mafên xwe bizanibin û bikaribin daxwaza mafên xwe bikin û wiha got: "Navend di sala 2011'an de hat damezrandin. Navend her weha gelek xizmetên ji bo zarokan pêşkêş dike. Navenda Heyat xizmetên şêwirmendiya qanûnî ji jinan re peyda dike, di nav de nûnertiya li pêşberî dadgehan di dozên wan ên cihêreng de, wek hevberdan, nefeqe û kelûpelên malê. Navend xizmetên piştgiriya psîkolojîk û danişînên şêwirmendiyê jî pêşkêş dike. Xizmetên tenduristî jî hene."

"Navend rojane ji 5 heta 6 bûyeran digire"

Ebîr El-Meşherawî da zanîn ku jinên tên Navenda Heyat ji aliyê gelek saziyên civaka sivîl û saziyên ewlekariyê ve tên şandin û wiha axivî: "Danûstandin bi jinên ku rastî şîdetê hatine destpêkê pir zehmet e, ji ber ku ji bo jin an keçek ne hêsan e ku behsa hûrgiliyên şîdeta ku lê hatiye kirin bike lê soza ku navendê daye agahiyê eşkere neke, wan teşwîq dike ku çîroka xwe vebêjin û piştre planeke dermankirinê ya demdirêj ku dibe çend meh berdewam bike dest pê dike. Navendê ji serê salê heta niha 305 jin pêşwazî kirine, 200 jê di beşa rêveberiya dozê de ne, 50 zarok û 170 jinên ku rastî şîdetê hatine ku di navbera alîkariya derûnî û zagonî de xizmetên cuda wergirtine. Navend rojane ji 5 heta 6 haletan werdigire."

Ebîr El-Meşherawî anî ziman ku Navenda Heyat her zêde bi jinan re mijûl dibe ji ber ku ew bingeha bingehîn in di avakirina malbatan de û wiha axaftina  xwe berdewam kir: "Jin ji bo bi pirsgirêkan re mijûl bibin û çawa çareser bikin û xwe biparêzin têne perwerdekirin."