Pirzewacî yek ji pirsgirêkên bingehîn ê jinê ye

Di mijara pirzewaciyê de, civak û hemû aliyên ayînî, ketine bin xizmeta mêran û her dem wan mafdar dibînin. Yek ji hincetên pirzewaciyê, pirsgirêka tendirustiya jinan e.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Pirzewacî diyardeyeke wisa ye ku mêr weke mafê xwe yê rewa dibînin. Mêr ji bo ku gelek caran bizewicin, gelek tiştan ji xwe re dikin hincet. Gelek mêr hezkirin û nexweşiyên jinan weke gefek li dijî wan bi kar tînin.

Çawa dibe ku nexweşiyek asan dibe sedema pirzewaciyê”

Rêvebera rêxistina Rasan û çalakvana medenî Tanya Kemal der barê pirzewaciyê de axivî û got: “Ger em behsa guherînên di zagonan de bikin, ew zagon di sala 2008-2009’an de çêbû, çalakvanan hewl dan beşek taybet ji bo pirsgirêkên jinan û di nava wan de pirsgirêkên tê de mêr bi awayek asayî malbat û malê belav dike hebûn. Ev destûr wisa ye ku heta bi çar kesan re jî dikare bizewice.”

“Kevneşopiyên civakê û gelek caran jî pirsgirêkên tendirustiyê li ser jinan pirzewaciyê ferz dikin”

Çalakvan Tanya Kemal diyar kir ku di nava kevneşopiyên civaka Kurd de dema ku bi awayekî jinek di aliyê derûnî de pirsgirêkên wê hebin û nikaribe erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne ev rewş diqewime. Mêr vê yekê ji bo xwe weke derfetê dibînin û dibêjin tendirustiya hevjîna min nebaş e bi jinek din re dizewicin. Ev jî li ser derûniya jinan bandorên xirab çêdike û wiha got: “Dema pirsgirêkek tendirustiyê ya jinan hebe divê mêr vê rewşê li ber çavan bigre ne ku pirsgirêk çêbike û zêdetir aliyê tendirustiyê têk bibe. Divê bibe alîkar ji bo başbûnê lê vê rewşê wekî gef ji bo zewaca duyem bi kar tîne. Vê yekê jî gelek pirsgirêkên din di aliyê civakî û tendirustiyê de çêdike. Hevjîn û mêr divê bi qasî dikevin xema anîna jineke duyem divê bikevin xema ku tendirustiya hevjîna xwe da ku malbata wan neyê hilweşandin nabe ku pirsgirêka tendirustiyê bibe hincet.”

“Neyeksaniya di navbera jin û mêran de di nava civaka Kurd de bûye çandek”

Çalakvan Tanya Kemal da zanîn ku diyardeya neyeksaniya di nava civaka Kurd de reng daye û bûye çandek. Di demek ku jinek bûyerek ne asayî hebe, gelek bi asayî rê dane mêran ku jinek din bîne lê belê dema ku mêrek bûyerek ne asayî di aliyê tendirustiyê de hebe rê nadin jin carek din bizewicin. Di wê demê de ger were encamdan rastî êrîşên civakê tên û lome jê dikin û wiha didomîne: “Gelek caran jin rastî rewşên cuda tên û nikarin bibin dayik ji ber pirsgirêkên hevjîniyê lê belê ji ber jin di nava civaka mêrsalarî de perwerde dibin van bûyeran dipejirînin. Di demeke ku civakê maf nedaye jinan, her çend zagonê rê dabe jî jin ji bo xwe rê nabînin, sedema wê jî hebûna diyardeya çanda mêrsalariyê ye.”

“Perwerdeya bê tendirust bûye sedema hebûna neyeksaniyê”

Çalakvan Tenya Kemal bi bîr xist ku hebûna neyeksaniyê û cudahiya zextan di nava zayendên cuda de ji ber perwerdeya bê tendirust e ku jin ji zarokatiyê ve di nava malbatê de fêr bûne. Da zanîn ku bi tu awayan wekheviya zayendan fêrî zarokan nakin, maf û desthilatdar her dem mafên jinan weke mafê xwe yê sereke dibînin û got: “Ev awayê perwerdekirinê bandorê li ser fikrên jin û mêran dike. Ji ber wê hinek caran jin jî dikevin bin bandora hebûna aqilê mêrsalariyê. Dubare mafên jinê di bin zextan de ye. Zagon di nava civakê de bûye kevneşopî û çand, di zagonên dewletan de zêdetir bandorê li ser malabat û kesan dikin. Divê kes pabendî zagonan nebe û zêdetir hişyar be, zêdetir girîngî bide ser mijarên mecazî. Her wiha divê rêxistin hîn zêdetir li hemberî belavkirina hişyariyê çalak bin. Divê zextan li wan aliyên ku zagon di destên wan de ne bikin ku ragihandinê ji bo xwe hewldana zêdetir a belavkirina wan mijaran dibînin yeksaniya zayendan hêsan dikin.”