“Pêwîst e jin zêdetir ji bo serkeftinê têbikoşin”

Jinên rojnamegerên Başûrê Kurdistanê li ser mijara kuştinên jinan diyar kirin ku ji bo hişyarî çêbibe pêdivî heye jin zêdetir têkevin nava xebatên civakî û li hemberî astengiyên heyî bi hêz bisekine.

TERZE TEHA

Silêmanî- Sala 2021’ê li gorî salên din tu guhertinek diyar nehatiye dîtin, her çendî ku jinan gelek peywirên cuda jî girtibin. Yek ji wan jî Leyla Emer e ku berê rêveberên xaniyan a Silêmaniyê bû, bûbû yekem jina peywira cîgira waliyê Silêmanî girtîbû û niha jî cara yekem e jinek bû şaredarê bajarê Silêmaniyê. Her wiha gelek jin li bajarê Dihokê pile û peywirên cuda girtine, li beramberî vê jî gelek bûyerên kuştin û tundîtujiya li hemberî jinan hatin tomarkirin û hinek ji wan bûn sedema bertekên raya giştî. Yek ji wan kuştina Zehraya ku dayika du zarokan bû, ji aliyê hevjînê xwe û du birayên xwe ve li taxa Badewî ya bajarê Hewlêrê hat kuştin û çend kesên din yên mîna Zehra.

“Divê çareserî ji kuştina jinan a her diçe zêde dibe re bê dîtin”

Endama navenda Mitro rojnamevanan Şine Baba Elî der barê rewşa jinan de bi bîr xist ku di sala 2021’ê de jinan her çendî pile û peywirên cuda girtine jî gelek bûyerên kuştinê rûdane û wiha got: “Mixabin kuştina jinan zêde bûye, ya herî girîng ew e ku yekrêziya jinan çawa dikare were bipêşxistin. Divê jin cengawer bin û ji bo mafên xwe têbikoşin, bi keda xwe hemû karan ji bo xwebûna xwe bikin. Pêwîstiya me bi xebatê heye ya girîng ew e ku em bikarin bi ruhê mezin bi hev re kar bikin. Weke mêran wê peywirê nadin jinan, her çendî weke rojnamevanên mêr jin kar dikin jî lê belê cudakariyek heye, di ragihandinê de jin gelek kar dikin lê ji ber jin in karê wan nayê dîtin. Nivîsandina destûra herêma Kurdistanê divê mirov esas bigre.”

“Hewceye em jin li hemberî hemû astengiyan bisekinin”

Rojnamevan Tirê Mehmûd diyar kir ku di sala 2021’ê de bi hezaran bûyerên tundîtujiyê li hemberî jinan hatine tomarkirin û her wiha guherîn ji bo rizgarbûna ji tundîtujî û pêşveçûnên jinan divê di nava civakê de çêbibin û wiha got: “Hêzek mezin a fikrî û fizikî ya jinan heye, ji ber wê divê jin ji derveyî malê kar bikin, erkên malbat, zarok û perwerdekirinê gelek girîng in. Lê belê jin divê beşdarî jiyana siyasî û civakê bibin. Madem li beramber te hêzek heye, tundîtujiyê dike, hêzek heye ku li hemberî me disekine û dixwaze dengê jinan qut bike wê demê divê em bibin xwedî wê hêzê û li dijî vê yekê bisekinin. Di heman demê de rola  zagonê di berjewendiyên jinan de hebe. Divê zagon were rastkirin, rêbazên nû werin dîtin em çawa bikarin weke rêxistin û çalakvanan zextê li parlamentoya Kurdistanê bikin. Ji bo ku zagon werin sererastkirin û êdî tundîtujî li hemberî jinan neyê kirin xebat lazim e. Divê jin bi xwe têbikoşin ji ber bi xwe ve biryarên xwe bidin, her wiha hikumet jî plan û projeyan derbixin ji bo pêşketina jinan.”