“Pêwîst e jin di sendîkayên pîşeyî de cih bigrin”

Karên sendîkayî bi taybetî ji bo jinan ne hêsan e, ji ber ku hewce dike gelek dem û hewldanên xwe bêyî vegerek aborî ya têkildar terxan bikin. Hala El-Şerîf diyar dike ku pêwîst e jin di sendîkayên pîşeyî de cihê xwe bi awayê çalak bigrin.

 

RAFIF ESLEEM

Xeza- Sendîkaya Parêzerên Filistînê di meha Gulanê de hilbijartinên xwe yên ji bo dewreya hilbijartinê ya 2022-2025'an li dar xist ku Hala El-Şerîf di lîsteya Fetih de cih tê de girt û di nav 5 mêran de ew jina tekane bû. Piştî ku gelek dengdêran di saetên dawî de dengdana ji bo wê xurt kirin, di rêgeza serkeftina lîsteyê de guhertinek girîng nîşan da.

Hala El-Şerîf di hevpeyvînek ji ajansa me re dibîne ku hewldanên di kêliyên dawî de ji bo piştevaniyê kiriye, ji nedîtî ve hatin lê belê ew encama xebata wê ya salên berdewam di nava yekitiyê de ye ji sala 2015'an ve ji bo xizmetkirina endaman, bi taybetî jinên ciwan ên nû di nava wan de ne û got ku wê berê di çend komîteyan de kar kiriye û ew raportera karûbarên pîşeyî û endama komîteyeke jêrîn û perwerdekirina li navenda Xezayê ye. Her wiha endama navendeke hakemê ye û ew ji destpêka sala 2002'an vir ve parêzeriyê dike.

“Gelek girîngî didim karên sendîkayê”

Hala El-Şerîf amaje bi wê yekê kir ku hizra namzediyê ji baweriya wê bi girîngiya karê sendîkayî tê û rêjeya jinan di lîsteya wê de ji sedî 30 alîkariya wê kir ku beşdarî hilbijartinên dadwerî bibe yên ku di Hezîrana 2021'ê de hatin kirin. Jixwe dengdêr ji nav 22 berendaman 6 kesan hildibijêre û di destpêkê de jimare 7 bû, piştre deng hat guherandin heta ku di rêzên yekem de cih girt.

Der barê xwendina xwe ya dadrêsiyê de, Hala El-Şerîf dibêje ku di destpêka sala 2000’î de xwendina zagonî ji bo keçek zehmet bû, ji ber ku nêrîna civakê ew kesên ku berê xwe didan wî branşê sûcdar dikir lê bi israr hurmeta xwe li ser her kesê ferz kir û bi riya perwerdeya wê ya di saziyeke kevnar a dadrêsiyê û karên qanûnî de karê wê hat qebûlkirin, ev jî nîşan dide ku divê jin tabûyan bişkînin da ku bigihîjin daxwazên xwe û mafên xwe yên rewa.

“Ji ber rewşa siyasî ya li Xezayê sendîka weke wezareta karên hundir tê dîtin”

Têkildarî rola sendîkayê jî Hala El-Şerîf diyar kir ku ji ber rewşa siyasî ya li Xezayê, sendîka weke wezareta karên hundir û derve tê dîtin, ji ber vê yekê, domandina wê peydakirina xizmetguzariyan ji welatiyan re di beşên de û parastina berjewendiyên wî misoger dike. Ji xizmetên ku pêşkêş dike, mohrkirina pasaportê û tesdîqkirina belgeyên fermî yên ku li derveyî qadên desthilatdariyê tên bikaranîn ku ji bo mohra dawî ji bo bajarê Ramellahê tên şandin û bikaranîna wê li her welatê cîhanê rewa dibe.

Hala El-Şerîf  bal dikşîne ku sendîka nêzî 2497 parêzer û 470 parêzerên jin, bi rêjeya ji sedî 18 pêk tê, ji ber vê yekê pêwîstî bi hebûna jinan heye ji ber taybetmendiya têkiliya di navbera wê û hevtayê wê de ye. Çareserkirina kêşeyên parêzer bi muwekîlê xwe re yan jî lihevhatina di navbera hevkarên jin û mêr de bi hewceyî jineke ku ji wê bibihîse û mijarê binirxîne, nemaze ku mêr bi tena serê xwe wê ji bo çareserkirina pirsgirêkê zehmetî bibîne.

“Pêwîst e parêzerên jin hebûna xwe û nûnertiya xwe di sendîkayê de bidomînin”

Hala El-Şerîf înkar nake ku karê sendîkayan bi taybetî ji bo jinan ne hêsan e, ji ber ku ew hewce dike gelek dem û hewldanên xwe terxan bikin bêyî vegereke aborî ya li gorî wê. Ew fikir û prensîbek e ku divê jin jê bawer bikin da ku bikare bi dilsozî û dilpakî xebata xwe bimeşîne. Pêwîst e parêzerên jin hebûna xwe û nûnertiya xwe ya di sendîkayê de bidomînin, ku armanca wê jî zêdekirina rêjeya namzedên jin di lîsteyên hilbijartinê de ye di demên pêş de.

Hala El-Şerîf wek endam û xezînedara Navenda Lêkolîn, Şêwira Yasayî û Parastina Jinan kar dike. Bi xebatên xwe yên qadan û sazîbûnê, kombûnên ku di biryargirtinê de xwedî rol bin, ava kirine. Di dawiya axaftina xwe de diyar dike ku ew beşdarî gelek kampanyayên tundiya li dijî jinan û parêzvaniyê bûye, ya herî dawî jî derxistina zagona ji bo tazmînata jinan di dema hevberdana kêfî de ye. Ligel xebatên xwe yên berdewam bi dadweriya şerîetê ji bo başkirina rewşa jinan di dadgehên şerîetê de.