‘Pêwîst e civaka me nirx pîvan û çanda xwe biparêze’

Endama Kordînasyona Kongra Star a Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Xûnav Xelîl tekez kir ku li hember gelê Rojavayê Kurdistanê şerekî taybet ê mezin heye û banga parastina çand, pîvan û nirxên xwe yên civakî kir.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ya di sala 2012’an de destpê kir, her tim rûbirûyî êrîşên dijwar hat. Li aliyekî êrîşên çekdarî ku salên dirêj berdewam kir, li aliyê din rewşa niha ya ku civaka wê şerekî taybet ê mezin dijî. Di vî şerê qirêj de, bi taybetî jin û ciwan bûn hedef

Di serdema nû de şerê taybet: rêbazên veşartî û bi bandor

Şerê taybet yek ji rêbazên herî navdar e ku di sedsala 21’emîn de bi pêş ketiye. Wek mekanîzmeyeke siyasî, aborî, civakî, çandî û medyayî ji aliyê hêzên serdest ve tê bikaranîn. Bi riya wê civakan kontrol dikin, vîna wan lawaz dikin, bîra wan a dîrokî vala dikin, raman û tevgerên wan li gor berjewendiyên xwe birêve dibin. Di vê serdemê de jî weke cure û şêwaz bi riya şerê agahî û medyayê, derûnî, aborî, çandî, teknolojî û sîber û civakî tê meşandin. Di vî warî de jin û ciwan ku du beşên bingehîn û girîng yên civakê ne. Herî zêde polîtîkayên şerê taybet li ser wan tên meşandin. Ji bo ku jinan di warê serxwebûnê de lawaz bikin, rola wan a rastî berovajî bikin, her wiha di navenda van êrîşan de; beden, fikir û jiyana wan bikin bin kontrolê, di nav hewldanan de ne. Li aliyekî din ciwanên ku raman, dînamîk û enerjiya civakê ne, dibin hedef. Dixwazin vê hêza ciwanan bi riya cureyên şer taybet ji beşdariya civakê û siyasetê dûr bixin û wan ber bi jiyaneke bê wate, hêvî û armanc ve dikşînin.

Di vî warî de Kongra Star li bajarê Kobanê ev demek e pêngaveke hişyariyê daye destpêkirin. Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Xûnav Xelîl li ser êrîşên ku pêk tên û pêngava ku ji aliyê wan ve dimeşe, nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.

‘Divê jin hêza xwe ya dînamîk di asta pêşengiyê de bikar bînin’

Xûnav Xelîl di destpêkê de bal kişand ser armanca rêxistina wan û wiha got: “Weke rêxistina Kongra Star, xebata me ya sereke ew e ku em civakê û bi taybetî jî jinan di her warî de birêxistin bikin. Weke em dizanin ku jinan di destpêka avakirina mirovahiyê de her tim civak kom kiriye û li ser pîvan, nirx û çanda xwe birêxistin kiriye. Lê bi demê re û di encama pêşketinên şaristaniyên mêrperest, rola jinan ji dest wan hat girtin. Ji ber vê jî xebatên ku em niha didin meşandin xwe dispêrin heman armancê ku em çawa bikaribin civaka xwe vegerînin koka wê ya resen a li dor hişmendiya jinan ya komînal, wekhev û demokratîk. Hêza dînamîk ya van guhertinan jî jin e. Ji ber vê, divê di asta pêşengiyê de jin kedeke mezintir bidin.”

‘Rêbazên pir xeter di nava jin û ciwanan de bipêş dikevin’

Xûnav di berdewama axaftina xwe de rêbazên ku niha herî zêde di nava civakê de çalak in, vegot. Xunav Xelîl wiha qala wan kir: “Êrîşên pir mezin li ser nirx, pîvan û çanda me ya civakî bipêş dikevin û tên kirin. Dijiminên civaka me û bi taybetî yên jinan ku nikaribûn di warê siyasî û leşkerî de civakê birûxînin, hewl didin ku bi riya şerê taybet vê yekê bikin. Heta mirov dikare gelek mînakên şênber jî bîne ziman ku li Kobanê û tevahî Rojavayê Kurdistanê tên jiyankirin. Di asta yekê de belavbûna madeyên hişbir di nava civakê de û bi taybetî kişandina jin û ciwanan di nav de. Her wiha internet, torên medyaya civakî û pê ve girêdayî gelek bernameyên bazarê. Ev rêbazên ku di nava civakê de tên pêşxistin, bi xwe re xeteriyên pir mezin tînin ku mixabin di vî warî de lîstokên pir mezin hene.”

Xûnav Xelîl destnîşan kir ku dema hêzên dînamîk yên civakan bi mijarên vala û xeter e mijûl bibin, çi bikin jî ew civak ji naveroka xwe ya çandî vala dibe û şoreşa gel pûç dibe. Xunav got ku “Ji bo vê jî dijmin li ser van xalên hesas gelek dilîze, jin û ciwanên me dikşînin van xefikan.”

‘Divê civaka me nirx, pîvan û çanda xwe ji dest nede’

Endama kordînasyona Kongra Star Xûnav Xelîl di dawiya nirxandina xwe de behsa girîngiya pêngava wan a hişyariyê kir û wiha vegot: “Weke Kongra Star me berpirsyariya xwe dît ku em di van waran de civaka xwe hişyar bikin û li dijî şerê taybet bibin xwedî helwest. Ji ber vê jî me pêngaveke dorfireh daye destpêkirin ku bi tevahî beşên civakê re di komîn, sazî, bajar û gundan de hevdîtinên me bi gel re pêk tên. Girîng e ku em bikaribin hebûn, nasname, çand, nirx û pîvanên xwe biparêzin. Çawa ku me heta niha li dijî her cûre êrîş hebûna xwe parast, divê ku em nekevin bin  badora şerê taybet ku yek ji rêbazên herî xeter a tunekirina civakê ye. Bangawaziya me jî ev e ku em helwesteke hevbeş nîşan bidin û nirxên xwe ji dest nedin.”