“Pêşeroja zarokên Kampa Holê pêşerojeke xeter e li ser tevahî cîhanê”

Rêvebira Kampa Holê Hemrîn Hesen rewşa zarokên kampê nirxand û da zanîn ku zarok bi rengekî veşartî di hundirê kampê de perwerdeyan dibînin û wiha domand: “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê gaveke baş e da rêxistinên mirovî di têghiştina zarokan û perwerdekirina malbatên wan de xebatên hîn baştir bidin meşandin.”

SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Kampa Holê a bi 45 kîlometreyan li Rojhilatî bajarê Hesekê dikeve, di sala 1991'an de ji bo bicîhkirina malbatên Îraqî hatiye vekirin. Piştî despêkirina şerê DAIŞ'ê li ser Îraqê bi hezaran malbatên Îraqî penaberî Kampa Holê bûn. Niha zêdetirî 33 rêxistinên mirovî yên ne hikûmî Kampa Holê birêve dibin, di heman wextê de jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erkê berpirsiyartiya wê hilgirtiye ser milên xwe. Tevî ku Kampa Holê ji mezintirîn û xetertirîn kampên cîhanê ye jî heya niha tu gavên welatên ku hemwelatiyên wan tevlî nava DAIŞ'ê bûne, bigrin ne avêtine. Hebûna malbatên DAIŞ'ê yên li Kampa Holê, tê wê wateya ku Kampa Holê lêdana dilê DAIŞ'ê ye û kaniya teror û wehşetê ye.
Sê mizgeft di demên berê de li fêza yek, du û 4’an de hatiye lêkirin, hene. Operasyona ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD YPJ/YPG'ê, di 28'ê Adarê de li Kampa Holê destpê kiribû, di roja çaremîn de didome. Ev operasyon gelek aliyên wê yên erênî hene derveyî aliyê girtina şaneyên veşartî, dikarin bandora wan çeteyan li ser zarokên wan jî kêm bike. Ji bo zarok li ser îdyolojiya dayik û bavên xwe yên DAIŞ'î nemeşin, operasyon bersiveke. Têkildarî mijarê ji Rêvebera Kampa Holê Hemrîn Hesen ji ajnsa me re behsa rewşa perwerda zarokan û qebûlkirina malbatan a ku zarokên wan dikeve nava van karan kir.
“11 hezar zarokên Sûrî û Îraqî perwerdê dibînin”
Hemrîn di derbarê pergala perwerdê ya li kampê tê dayîna zarokan de ev agahî dan: "Niha zêdetirî 11 hezar zarok li 14 dibistanan perwerdeyê dibînin. Her wiha zêdetirî 6 hezar zarokên Îraqî û Sûrî jî ji perwerdeyê qut in, ji ber cihê lê perwerde bibînin tune ye. Di heman wextê de jî 140 zarokên dayik û bavên wan DAIŞ'î bûn û di demên berê de hatin kuştin sêwî ne û 150 zarok jî li gel mirovên xwe dijîn. Ev dibistan ji aliyê Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyê (IRC), Rêxistina Birîtanî (Save the Children) û UNICEF ve tê rêvebirin. Mifredadên li van dibistanan tê dayîn, bi kinasî mifredadên Hikûmeta Sûriyê û Îraqê ne, li kêleka wan jî zimanê Kurdî tê dayîn. 
“Zimanekî hevpar tune ye ku zarok perwerde ser bibîbin”
Hemrîn bal kişand ser zarokên jinên DAIŞ'î yên biyanî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji zarokên Sûrî û Îraqî re çareseriya perwerdeyê hate dayin, lê heya niha zarokên biyanî ku ji gelek welatan in bê perwerde mane. Sedema wê jî ew e ku her yek ji welatekî ye û zimanek hevbeş  ê hevdu fêmkirin û têghiştinê tune ye. Zimanekî hevpar tune ye ku li gorî wê perwerdê bibînin. Ji derveyî piştevaniya zarokan ji aliyê piskilojî de, tu gavên perwerdê nehatiye avêtin. Pirsgirêka herî mezin jî ew e ku welatên wan, hemwelatiyên xwe nagrin û venaguhezînin cihê wan."
“Zarok di nava tarîtiyê de têne windakirin”
Hemrîn tekez kir ku malbatên DAIş Eşbal El-Xîlafa ava dikin û nahêlin ku roniyê bibînin û wiha domand: "Her çiqasî zarok li hundirê dibistanan perwerdeyê dibînin, lê dema vedigerin gel malbatên xwe, fikrê wan tê guhertin û dikevin bin bandora wan de. Dibe zarokên xwe dişînin dibistanê lê ev yek nayê wê wateyê ku ji guhertin û veguhertinê re vekirî ne. Taybet dayikên ku bi fikrê DAIŞ’ê bandor bûyî, dema zarokên wê vedigerin malê wan yekser rêdikin mizgeftê, ji bo li gorî hişmendiya DAIŞ'ê bixwînin û ji rêya terorê dernekevin. Beşek pir biçûk dixwazin xwe ji vê piskilojiya ku çeteyan li ser wan da ye avakirin rizgar bikin, lê beşa herî mezin vê yekê qebûl nakin. Yên ji rêya wan hewl didin derbikevin jî tê kuştin, şewitandin yan jî tê xeniqandin."
“Xeteriyeke li ser tevahî zarokên cîhanê”
Hemrîn daxwazên dayikan ji bo perwerdekirina zarokên xwe wiha bibîr xist û wiha pêde çu: "Dayik naxwazin zarokên wan rastiyê têbighêjin. Ji lewra daxwaza wan ew e di dibistanan de qûran û çîrokên olî werin dayin. Ya herî girîng jî dixwazin ku mamosteyên zarokên wan ew bin. Ev yek diyar dike ku nifşên pêşerojê li ser qetilkirin û serjêkirina mirovan mezin dikin. Naxwazin jiyaneke aram, dûrî xwînê û nêzî aşîtiyê bijîn. Ev yek jî dihêle ku xeteriya van dayik û zarokan, ne tenê li ser gel li ser tevahî zarokên cîhanê jî xeteriyekê ava dike. Li konan perwerdeyên bi rengekî veşartî tên dayin."
“Piştî Operasyonê rêxistin dikarin xebatên xwe firehtir bikin”
Hemrîn behsa erêniya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li ser rola rêxistinên mirovî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê dema dawî de xebatên rêxistinên mirovî li nava kampê ji ber bûyerên qetilkirin û serjêkirinê lawaz bûye. Ji lewra Operasyona Mirovî û Ewlehî a ku hatiye destpêkirin, ji aliyekî ve gelekî baş bû. Ji bo rêxistinên peyîwendîdar bê tirs bikaribe tevgera xwe di hundirê kampê de hîn zêdetir xurt bike û bi malbatên zarokan re jî nîqaş bikin. Operasyon dikare heya astekê rê li ber bûyerên tevleheviyê û xebatên zarokan hînî tiştên nebaş dikin bigre. Ji ber eger niha ev zarok bi rengekî dirust neyên perwerdekirin, zor e di pêşerojê de bikaribe xeteriya wan li ser cîhanê sînordar bike."