Pêşangeha wêneyên hunerî balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan

Çand di çareserkirina pirsgirêkên civakê û guhertinê de xwedî roleke bingehîn e. Pirtûkxaneyên giştî di kampanyayên hişyariyê de li ser mijarên cihêreng, bi taybetî yên ku bandorê li jinan dikin, xwedî roleke bingehîn in.

ASMAA FATHI

Qahîre – Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiyê de, Pirtûkxaneya Mesir El-Cedîda pêşangehek wêneyên hunerî yên ku pirsgirêkên jinan ronî dikin vekir. rêvebera Pirtûkxaneya Giştî ya Mesir El-Cedîda, Îman Mihdî behsa pêşangehê kir.

Wêneyên li dijî tundiyê

Îman Mihdî diyar kir ku huner yek ji amûrên bandorê li ser tundiyê dike ye û wiha pê de çû: “Pirtûkxane bi gelemperî bi pirsgirêkên cîhanî yên ku tên raberkirin re têkildar e, çi bi civîn, bûyer, çalakî yan hunerî. Me bi dirûşma Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ‘Rengê cîhanê porteqalî ye’ ji bo parastina jinan ji kiryarên wiha, pêşangeha hunerî li dar xist. Di pêşangeha hunerî de tabloyên komek hunermendên ku dikaribûn xwe bigihîjînin dereceyek diyar a jêhatîbûnê vedihewîne. Hunermend di dema berhemên xwe yên hunerî yên li atolyeyên pirtûkxaneyê de, bi xebatên xwe gihîştine asteke hostayê. Di pêşangehê de nêzî 15 hunermend ji pêşengên pirtûkxaneyê amade bûn, her yek ji wan tabloyek çêkir û tê de jin bi ramana xwe ya li ser wê vegotin. Huner riya herî bilez e ji bo balkişandina li ser êşên jinan û pirsgirêkên wan ên curbecur.”

Rewşa aborî sedema sereke ya zêdebûna tundiyê ye

Îman Mihdî da zanîn ku rewşa aborî yek ji faktorên herî girîng e ku dibe sedema zêdebûna rêjeya tundiyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Der barê wekheviya zayendî de kêmasiya hişmendiya gel heye û ji bo sînordarkirina encamên wê ji her kesî hewldan û hevgirtinê dixwaze. Pandemiya koronayê jî rola wê di rêjeya bilind a tundiyê de heye. Asta amadebûna li pirtûkxaneyan bi rêjeyeke mezin kêm bûye. Amadebûna li pirtûkxaneyê bi demê ve girêdayî ye, çi di havînê de çi di dema xwendinê de be. Her wiha gelek cureyên çalakiyan li pirtûkxaneyê tên lidarxistin. Gelek jin beşdarî atolyeyên dirûtinê û karên din ên destan dibin û di civînên hişyariyê de hebûna her du zayendan wekhev e.”

Pirtûkxane bi gelek rêxistinên jinan re ji bo piştgirî û ronîkirina pirsgirêkên jinan kar dike.