“Perwerdeya zarokan bandorê li ser civakê dike”

Xwendevana zanîngehê beşê civaknasî Şagul Osman dide diyarkirin ku rola dayikê di perwerdekirina zarokan de û rola jinan di nava civakê de ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê de ji giringe.

HEWAR MEHEMED
Silêmanî - Xendevana zanîngehê beşa civaknasî Şagul Osmana 19 salî ku rûniştvana bajarokê Seyîdsadiqe, di derbarê rola dayikê di perwerdekirina zarokan de ji ajansa mere axîvî û da zanîn ku rola dayikê di perwerdeyê de weke şoreşekê ye û wiha got: “Ew perwerdeya ku dayik dide zarokên xwe, wê zarokê ji bo bikeve nava civakê amade dike. dema ew zarok diçe nava civakê bi ew curê perwerdeya ku ji dayikê ditî wê civakê di guhere. Ji ber wê ya giring ewe ku di perwerdekirina zarokan de rola dayikê gelek giringe.”
“Rola dayikê di civakê de gelek heye”
Ji derveyî rola dayikê di derbarê rola jinê de jî Şagul wiha got: “Jin dikarîn hemû rola ku pêwistiya civakê pê heye bigrin ser milê xwe. Jin dibe ragihandin, siyasetmedar, bizîjk û h.w.d. jinê kîjan rol girtiye baş bi karaniye. Hemû pîşe û dahatuyên di xwezayê de bi destê jinê çêbûne, ji ber jin karê dahatuyê dike û berhemhênere.”
“Hêza şervanên jin karîn hêza DAÎŞ’ê têkbibin”
 
Şagul da zanîn ku hêza jinê kariye xaka Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bike û wiha pêde çû: “Di serdemên berê de ku hertim dagirkerî li ser xaka Kurdistanê hebû, jinên Kurd rola pêşeng û baş leyîstin. Li beramberî dagirkeran rabûn ji bo xaka Kurdistanê bi parêzin. Bi şoreş û bi perwerdekirina zarokan xeta şoreşgeriyê weke rolê xwe ditiye. Me di şerê Kobanê de me rola jina şoreşger bi çavê xwe dît. Weke çawa helwesta jinê li beramberî dagirkeriyê di demê berê de hebû, pêwîste niha jî helwesta xwe li dijî dagirkeriyê bidin nîşandan bi taybet li beramberî bombarana dewleta dagirker ya Tirk û Îranê de. Pêwîste daxwaza jinê ya azadiyê hebe, ji ber pêşketin û serkeftina her civakekê di asta rewşenbîriya jinan de pêktê. Ji ber wê divê jin di hemû aliyên jiyanê de bi çalak bin bi taybet di aliyê siyasî de ji ber jin dikarin rolên gelek giring bileyîzin. Weke minak Adile Xan weke jinek rêveber ya Başurê Kurdistanê.”