Perwerde yek ji xebatên sereke yên Kombûna Jinên Zenobiya ye

Jinên ku di Kombûna Jinên Zenobiya de cih digrin, xwe dispêrên perwerdeyê ku ev yek ji bo wan weke pêdiviyeke sereke ye û bi vê dikarin civakê li gorî projeya Neteweya Demokratîk bi rê ve bibin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Kombûna Jinên Zenobiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyeke jinan e ku ji perwerdekirina jinan heyanî birêxistinkirin, bihêzkirin û xûrtkirina têkoşîna wan xebatê dimeşîne. Kombûna Jinên Zenobiya ya ku hewl dide hemu jinan li derdora xwe kom bike û xwe bigihîne tevahî jinan bi li ser bingehê Netewa Demoratîk jinan perwerde dike û armanc dike ku di hemu qadên jiyanê de pergala Netewa Demokratîk a li ser bingehê azadiya jinê bêtir bi jiyanî bibe.

Hemu pêkhateyan hembêz dike

Berdevka Kombûna Jinên Zenobiya ya li bajarê Minbicê Rabaa Bekro wiha got: “Kombûna Jinên Zenobiya hemû jinan di nav xwe de dihewîne ji ber ku ew lêvegera hemû jinan e lê asta xwendina jinan, li pêkhate yan çandê mêze nake. Dema endamek nû tevlî kombûna me dibe, di serî de ew perwerde dibe ji ber ku perwerde û xwepêşxistin ji hêmanên bingehîn ên tevgera me ne. Kesayetên bê perwerde nikarin civakê birêve bibin û xizmetê bikin. Perwerde jinan digihîjîne asteke baş a çand û pêşketinê. Endamên Kombûnê perwerdeyên bîrdozî di akademiyên me de dibînin.”

‘Perwerde kesayetên têkoşer diafirîne’

Rabaa Bekro ji ezmûnên xwe yên perwerdeyê encamên erenî yên di hêla jinan de bidest dixin wiha vegot: “Kesayetên têkoşer di rêvebirina civakê de di hemû warên siyasî, civakî û aborî di demek kurt de der diçin. Sîstema perwerdeya xwe em ji pareznameyên Rêber Abdullah Ocalan digrin ji ber ku ew yekem fîlozof e mijara azadiya jinan bi cidî di civakê de pêşkêş kiriye, bi riya analîz û lêkolînên wî di dîroka jinan, desthilatdarî û civakê de. Her wiha em mijarên pêşveçûna kesayetî, mijarên civakî û jinan û rêbazên çareseriyê digrin dest. Ev hemû kesayeta jinan ava dikin û rastiya wan nîşanî wan didin. Dikarin rastiya ku dijîn analîze bikin û riyên çareseriyê ji her astengiyê re bibînin.”

Der barê jinên ku kombûn wan perwerde dike û bi mêran re kar dikin de jî wiha dibêje: “Kesayeta jinan bi perwerdeyê ava dibe. Rengekî cuda dide jinan, di her saziyek ku tê de kar dikin. Dabeşkirina endaman ji bo karan li gorî kesayeta her endam û serkeftina xwe di kîjan warî de ye diyar dibe.”

Zanîna ku ji perwerdeyê digrin belavî civakê dikin

Endama komîteya perwerdeya Kombûna Jinên Zenobiya Fatma Beko jî li ser girîngiya perwerdeyê axivî û got: “Perwerde ji bo Kombûna JinênZenobiyayê hestiyê piştê yê sereke ye. Ji ber ku em li ser rêbazê Neteweya Demokratîk dimeşin, ew rêbazên ku di rêza yekem de xwe dispêrin pêşxistina bîrdoziyê. Kombûn dibistana perwerdekirina jinan e da ku bikevin nava saziyên din û kar bikin. Gelek jin tevlî Kombûna Jinên Zenobiya bûne tiştek li ser projeya Neteweya Demokratîk nizanibûn. Niha ew bi xwe perwerdekarên vê fikrê ne di akademiyên bîrdozî yên taybet de. Bi riya sîstema perwerdeya Kombûna Jinên Zenobiya zemîneke çandî li ser bingeha projeya Neteweya Demokratîk ava bûye. Her endamek tê de dest bi lêkolîna vê bîrdoziyê dike û piştre di nava civakê de belav dike.”

‘Em bi parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan perwerdeyê didin’

Fatma Beko teqez dike ku perwerdeyên wan ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan in, der barê demokrasiyê û mijara jinan de ne û wiha dibêje: “Mijara jinan, projeya Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Xweser, sîstema hevserokatiyê hemû ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatine. Lewma parêzname û tezên wî rêbaza ku em ji bo avakirina kesayetan xwe dispêrinê ne. Rêber Ocalan dibêje; ‘perwerde, perwerde û dîsa perwerde.’ Ev dihêle em cidê bi perwerdeyê ve girêdayî bin. Divê mirov ji xwe dest pê bike da ku bikaribe derdorê û civaka xwe jî perwerde bike. Kombûna Jinên Zenûbya rojane perwerde dibin. Şaxên mala jinan li gundewaran jî bi komîteyên xwe yên perwerdeya heftane re dixebitin. Her wiha aboriya jinan û mala jinan li bajêr jî tevli perwerdeya me ya heftane dibin.”