Perwerde hînbûna hîmên jiyana rast û xweparastinê ye

Bi armanca zanekirin û perwerdekririna jinên Efrînê yên koçberî şehbayê bûne, Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê dewreyeke perwerdeyê bi navê şehîd Rûken Zerdeşt ji 20 jinên xebatkar e vekiriye.

FERÎDE ZADE 
Şehba- Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi armanca zanekirin û perwerdekirina jinên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne bi taybetî piştî rewşên şer û koçberiyê yên tê re derbas bûne, dewreyeke fikrî bi navê şehîd Rûken Zerdeşt li Akademiya Şehîd Têkoşîn a Şehbayê ji xebatkarên jin re vekirin. Dewreya perwerdeyê ya ku 20 jin beşdarî wê bûne, di 1 Hezîrana 2021'ê de dest pê kiriye û dê heya mehekê berdewam bike. Di perwerdeyê de wê mijarên dîrok, siyaset, desthilatdarî, neteweya demokratîk, dagirkerî û gelek mijarên din bên dayîn. Têkildarî perwerdeyê endamên jin ên tevli perwerdeyê bûne nêrîna xwe anîn ziman û bi mere parve kirin.  
“Bi perwerdeyê em dixwazin dawî li koletiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin bînin” 
Ji Rêvebera Komîteya Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîne Hisên kêfxweşiya xwe bi tevlibûna perwerdeyê anî ziman û wiha got: "Li kêleka hînbûnê me rihekî komînal û hevbeş di vê perwerdeyê de ava kiriye. Bi rêya perwerdeyan em dixwazin koletiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin ji kokê de rabikin. Her wekî din em dixwazin ji vê perwerdeyê hînî rêbazên rast ên jiyan û xweparastinê bibin, da em bikaribin li dijî êrîşan bibin bersiv. Ev perwerde ji bo kûrahiya fikir û ji nû ve sererastkirina rêbazên domandina jiyanê girîng e. Bi hêviya em encamên pir baş û serkeftî ji vê perwerdeyê bigrin."
Pêwîstiya xweperwerdekirinê 
Ji Rêveberiya Komîteya Jin a Meclisa Kantona Efrînê li Şehbayê, Fikret Ebdelo li ser beşdarbûna perwerdeyê nêrîna xwe wiha parve kir: "Ev çend roj in em derbasî perwerdeyê bûne, mijara me ya herî bingehîn parêznameya pêncemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê parastina Kurdên di nav pençên qirkirina çandî de ye. Em dixwazin di kûrahiya vî fikrî de xwe nas bikin, civaka xwe perwerde bikin û jiyana azad bidin avakirin. Dîroka me Kurdan her dem hatibû veşartin, zanîna dîrokê û ji nû ve derxistina wê di vê serdemê de erka me ye. Îsara me ya têkoşînê li pêş e, ji bo wê pêwîst e li kêleka wê fikrên me jî ji bo pêşeveçûna vê têkoşînê xurt bin. Armanca me ew e ku em pêşerojeke bi aram û azad ji bo tevahî civaka xwe biafirînin."
“Di perwerdeyê de rihê têkoşîna jinan zindî ye”
Endama Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdas a Şehbayê Zeyneb Xelîl a beşdarî vê perwerdeyê bûye wiha dibêjê: "Rêber Apo hemû serdemên dîrokê ji civaka xwezayî û heya roja îro şîrove dike. Em ê piştî vê perwerdeyê hemû encamên me girtin bikin xizmeta jinan û civakê. Em dixwazin bi vê perwerdeyê re rihê têkoşînê di hundirê jinên civaka xwe de zindî bihêlin, ya girîng ew e ku vîna me xurt be, wê demê em dikarin ji planên qirkirin û dagirkeriyê xwe biparêzin."