Penaberên jin ên li kampên Idlibê ji hemû mercên jiyanê bêpar in

Jinên Idlibê yên ku bi zorê ji malên xwe hatin koçberkirin û li kampan hatine bicihkirin, bi rewşên pir xerab re rû bi rû ne. Ji qirêjahiya kampê heya pirsgirêka avê û konan di nava zehmetiyan de dijîn.

HEDÎL EL-OMER

Idlib- Piştî ku devleta Tirk Idlibê dagir kir, rewşa gelê Idlibê her diçe ber bi xerabiyê ve diçe ji vê rewşê herî zêde jî bêguman jin bi bandor dibin. Niha li Idlibê bi hezaran kes di bin konan de jiyana xwe didomînin. Ji roja ku Idlib ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin heta niha gel bi taybetî jî jin bi derfetên pir kêm hewl didin debara xwe bikin. Jinên Idlibê yên ku di konan de dijîn behsa zor û zehmetiyên ku di kampê de dikşînin kirin. Jinan diyar kirin ku tenikbûna qumaşê konan û derbasbûna deng, liv, tevger û dengê jinên penaber sînordar kiriye, hinek malbatan ji hundirê konê ve qumaşên din bi konê ve kirine da ku di warê jiyana taybet de bikaribin bi rehetî hereket bikin.

Jin ji mafên xwe yên xweser bêpar in

Meram Elî, sê sal in li kampan dimîne, bi taybetî ji dema ku ew ji Idlibê penaberî kampeke li herêma girê El-Kerama Bakurê Idlibê bûne ve jiyan lê herimiye. Kêmtirîn hêmanên sereke yên ewlehî, rehetî û taybetiyê tune, hemam tevlihev in, kon li rex hev in û rehetî tune ye.

Di hundirê konê xwe de her dem dengê xwe nizim dike, hîs dike ku di bin çavdêriya cîranan de ye û guhdarî gotinên wê bi hevjîn û zarokên wê re dikin. Ji ber nêzîkbûna konan ji hev, ew ji mafên xweser, şevbihurkan û hin kêliyên kêfxweşiyê bêpar in. Meram Elî dibêje: "Tenê di tariyê de hîcaba xwe ji serê xwe datînim, tevahiya rojê ez cil û bergên xwe temam li xwe dikim, ji ber ku derî nîn in em bigirin, mal jî nîn in ku me ji ber çavên niştecihên kampê dûr bin, hemû li vir dizanin ez çi xwarinê çêdikim û dema serşokê jî dizanin."

‘Tu hêviyên me yên pêşerojê nehiştin’

Kerîme El-Naaîmî, ji gundê Til Minis Başûrê Idlibê penaberî kampên Hernbûş a rojavayê Idlibê bûye wan tiştan anî ser ziman: "Pirsgirêkên veguhestina avê ji cihên dûr, şûştina cilan û amadekirina xwarinê li çolê, tu hêviyên me di pêşerojeke baş de nehiştine. Kamp tarî ye, segên beredayî di nava kampê de ne, pirsgirêka min a herî mezin di jiyana min a rojane de ew e ku bi şev derkevim hemamê. Hemû gotin, nîqaş û pirsgirêkên malbatî bi hêsanî tên guhdarkirin." Her wiha Kerime El- Naaîmî der barê qirêjahiya derdorê de jî nerazibûna xwe anî ziman û wiha gotinên xwe domand: “Zarokên min derdikevin derve bi zarokên din re dilîzin tu amûrên lîstikê yên baş jî tune ne, bi cilên qirêj, rewşeke xirab ji ber dijwariya riyên çolê û heriya nava kampê vedigerin malê. Ez ditirsim zarokên min bi nexweşiyê bikevin.

 Li kampê destdirêjî zêde bûne

Rêvebera kampê Rola El-Arban, dibêje ku jinên penaber gelek pirsgirêkan di nava kampan de dijîn û destnîşan kir ku rewşa taybet a di nava malên xwe de berê dijiyan, di kampan de nîn e, ji ber wê rewşên destdirêjiyê zêde bûne, jin hestên tirsê û pirsgirêkên derûnî dijîn û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ji ber ku ti jiyana taybet li kampan tune ye, zirarên wê digihîjin me. Jin ji tendirustî, paqijiya bedenê û tendirustiya derûnî di van mercan de bêpar in. Her wiha nerehetî, belavbûna nexweşiyan, hemamên giştî yên qirêj hemû pirsgirêkên mezin in.”

Rola El-Arban bang li hemû aliyên pêwendîdar û rêxistinên civaka sivîl kir ku alîkariya jinên penaber bikin, li şûna konan malên kevirî ava bikin da ku hinek aramî, taybetî, serxwebûn, ewlekarî û azadiyê bijîn.