Parastin û lênihêrîna zarokan armanca herî sereke ya Komeleya Kerem e

Komeleya Kerem a ku di sala 1997'an de li Mexribê hatiye avakirin parastina û lênihêrîna zarokan dike.

RECA XÊRAT

Mexrib - Kerîma Mekîka seroka komeleya Kerem e ya ku xizmetên civakî pêşkêşî zarokan dike û ji bo tevlîkirina wan di nava civakê de kar dike. Xemgîniya Kerîma Mekîka ya domdar ji bo zarokên ku di rewşek îhmalkirinê de dijîn, ew hişt ku ji bo vê kategoriyê komeleyek ava bike. Komeleya Kerem di sala 1997'an li bajarê Asfî yê başûrê rojavayê Mexribê hat avakirin, paşê di sala 2004'an de li bajarê Marakeş jî hat avakirin. Komela Kerm ji destpêka damezrandina xwe ve berî 25 salan, ji bo parastin û xwedîderketina li zarokên di rewşên dijwar de û tevlîkirina wan di nava civakê de, her wiha ji bo cîbicîkirin û bicihanîna hemû peymanên navneteweyî yên têkildarî zarokan, bi taybetî Peymana Mafên Zarokan dixebite.

"Zarokatî berpirsiyariya her kesî ye"

Seroka komeleya Kerem Kerîma Mekîka diyar kir ku zarok koma herî metirsîdar in li hember hemû şêweyên tundiyê, çi devkî, çi bedenî û çi jî cinsî û wiha pê de çû: "Zarok berpirsiyariya me hemûyan e, çi sazî û dezgehên giştî be, çi civaka sivîl û çi malbat. Ji ber ku piraniya zarokên ku di rewşeke îhmalkirî de dijîn bê cih û war in, komeleyê du stargeh ji wan re peyda kirin. Nêzîkî 50 xebatkarên civakî, rêveber, alîkarên civakî, tîmek perwerdehiyê, beşê hisabê, hin bijîşk û psîkiyatrîst li van navendan kar dikin. Ev navend tevahiya rojê kar dikin. Komele gelek xizmetên civakî dide zarokan. Komele di çarçoveya lênêrîna jiyana civakî ya zarokan de dixebite û xebatên paralel ên wekî spor, şano, resim û muzîkê dimeşîne. Ji bo zarokên ji 17 salî mezintir komeleyê navendeke perwerdehiya pîşeyî ava kir ji bo entegrasyona van ciwanan di bazara kar de."