Nour Khaled: Em piştgiriya hemû jinên ku rastî şidetê tên dikin

Bi pêşketina teknolojiyê re, cîhana înternetê bi jiyana me ya rastî re paralel bûye. Sucên elektronîkî yên wekî teşwîq, bêrûmetî û şantajên elektronîkî yên li ser jinan bi rengek berbiçav zêde bûye, ev jî zirarek mezin dide jinên Yemenê.

NOOR SURİB
Yemen -  Civaka herêmî bûye şahidê çend rûniştinên haydarbûnê yên di derbarê ewlehiya dîjîtal de, ku rojnamegerên jin û çalakvanên mafên mirovan hedef girtine. Ji ber ku ew jinên çalakih di dema xebat an jî çalakiyan de rastî destdirêjiyê tên. Di heman demê de beşek mezin a keçên Yemenê hîn jî ji li ser ewlehiya dîjîtal tiştekî nizanin, vê yekê jî hişt ku ew têkevin çerxeke ne diyar, hin ji wan karîn xwe xilas bikin, jiyana yên dinê jî hat wêran kirin û rastî xeteriyê hatin.
Li Yemenê zêdebûna şideta elektronîk û pirsgirêkên jinên ciwan pêre tên ru hev 
Endezyar Nour Khaled a li Navenda Aden, Yodit di warê teknîkê de pispor e, ji ajansa me re got: "Şantaj di wateya giştî de ew e ku mirov bigihîje hin dane û agahiyên neqanûnî yên di derbarê kesekî de û wî tehdît dike ku ew agahdariyên taybet eşkere bike. Ger ew kesê tehdîd kirî bersivê nede daxwazên şantajkaran, ku bi gelemperî daxwazên wan madî ne an daxwazên şermîner in ji kesê tehdîdkirî re dê jiyana wî kesî têkeve xeteriyê. A herî xeternak ji bo keçan di vê demê de xapandina elektronîkî ye, ji ber ku teknolojî di hemî warên jiyana me ya pratîkî û taybet de serdest e. Me hin gilî wergirtine, piraniya wan dişibin hev, tenê kesê sûcdar ciyawaz e. Ji ber navend xizmetên çareseriyên teknîkî jî peyda dike, lê piraniya giliyan, ji aliyê keçên ku li ser malperên tora civakî rastî şantaja elektronîkî hatine, yan malperên wan yên kesayetî hatine hack kirin, yan jî nepenîtiya daneyên wan ên wekî wêne, peyam û daneyên girîng hatine binpê kirin. Sedema yekem û sereke nezanîna bingehên ewlehiya dîjîtal e. Ew bingehên ku dikarin nepenîtî û ewlehiya wan di hesabên kesane yên li ser medyaya civakî de peyda bikin, di heman demê de, nezaniya wan a têgîna endezyariya civakiye. Ji ber ku piraniya pirsgirêkên şantajê di riya wê re çêdibin yek ji sedemên herî girîng ên ku keç dikevin vê xefikê sazkirina bernameyên dibe ku populer bin, lê gelek valahiyên mezin têde hene ku hacker bikar tîne da ku têkeve nava nameyê û wê bi hemî dane, hesab, wêne û hwd ve kontrol bike.”
Rûbirûbûna sûcan 
Derbarê karê rêxistinê de, Endezyar Nour Khaled got:"Em, wekî saziyek haydarbûnê, di serî de ji bo belavkirina hişmendiyê dixebitin da ku keç nekevin tu xefikan. Em bi awayekî berdewam qursên perwerdehiyê û komxebatan li dar dixin û keçan armanc dikin da ku haya wan ji girîngiya ewlehiya dîjîtal hebe û agahdariya bingehîn ji wan re pêşkêş dikin da ku kes nekeve tu xefikan. Heke yek ji wan bikeve xefika şantaja elektronîkî, ew serî li me dide û em jî bi rola xwe ya vekolînê radibin. Piştî ku em piştrast dibin, em destpêkê keçikê şîret dikin da ku mûralê xwe bilind bigire û netirse û dûv re jî em bi fermî bi Facebookê re diaxivin. Ji ber ku em ji wê re ‘hevalbendên pêbawer in’, em hesabê kesê tehdîdkar ji Facebookê re dişînin, û li bendê dimînin heya ku rûpel were girtin û hesabê hacker jî blok bibe. Gelek zehmetî hene, ku piraniya wan ji aliyê keçên ku hatine reşkirin in, ji ber tirsa wan a mezin nayên li navendê amade nabin û tu agahiyên kesayetî nadin. Em jî rewşa wan berçav derbas dikin ji ber ku şantaj li vir sûceke ku keç li ser tê cezakirin. Nebûna yasayek pêşîlêgirtinê ji bo tawanên elektronîk azadiyê dide hacker ku li hember keçan şantajê bikar bînin.”
 Nour Khaled li ser karê wan bi rayedarên ewlehiyê reji  wiha dibêje :"Em saziyeke hişyariyê ya bingehîn in ku bi dil û can dixebitin. Divê di navbera me û rayedarên ewlehiyê de danûstendin hebe da ku em karibin daxuyaniyan bidin ku bihêle em bi berfirehî bixebitin û ewlehiyê zêdetir peyda bikin.”
Şîretên girîng
Nour Khaled şîretên girîng ji keçan re pêşkêş kir û wiha domand: "Şîreta yekem û bingehîn ev e ku hûn qet netirsin, şantaja elektronîkî qezayek e ku dibe em hemî pê re rû bi rû bimîn. Ji bo vê yekê divê em her kes fam bikin ku cîhana înternetê çawa feydeyên xwe hene di heman demê de xetereyên xwe yên mezin jî hene. Ji ber vê divê keç bi serekeyên ewlehiya dijîtal baş zanibin da ku parastina xwe bikin, her wiha pêwîst e ew baweriya xwe li paş ekranê bi tu kesî neyinin.”
Endezyar Nour Khaled di dawiya axxaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya jinên ku rastî şantajê tên û got: "Bi riya ajansa we, ez dixwazim sê peyamên bingehîn bêjim da ku em karibin bi şantajkaran re têbikoşinê bikin. A yekem ji keçan re ye, divê ew netirsin û bizanin em bi were ne. A duyem ji malbatên wan re ku pêwîst e keçên xwe hembêz bikin û wan berpisyar nebînin ji ber ku dijminê wan yê mezin hacker e. Peyama min a sêyemîn û dawîn ji bo hukumeta Yemenê ye ku divê tavilê qanûna sûcên elektronîk derxe ku wekî sûcek mezin tê hesibandin. Li welatên din dibe ku ji 3 heya 5 salan cezayê girtîhebê be li gel diravek mezin. Li welatê me heya niha ji ber şantajê gelek keçan jiyana xweji dest dane.”
Zagona Yemenê di xala 313 û 254 an de ji qanûna sûc û cezayan, cezayê tawanê bi pênc sal zîndan diyar kir lê ji ber nebûna dewletê û lawaziya dadrêsiyê li bajarên cûrbecûr yên Yemenê û nekarîna karûbarên ewlehiyê ji bo pêşkeftina teknîkî bi damezrandina vekolînên înternetê sûcên şantajê zêde bûne.