Neyîme Xelef bi têkoşîna 8 salan a li Şengalê bû keyaya taxa xwe

Neyîme Xelef Hecî ku piştî fermanê bi hilbijartina gundiyên xwe keyatiya gundê xwe dike dibêje: “Jinên Êzidî êş, zorî û zehmetiyên jiyane vegerandine hêzê, êdî tu kes nikare astengiyê li pêşiya pêşketina jinan çêke.”

SITÎ ROZ

Şengal - Her çendî fermana 2014’an li ser civaka Êzidî pêk hatibe, êş, zilim, talan û bindestî bi xwe re anîbe, ewqas jî hêz, bixwebawerbûn, têkoşîn û berxwdan ji bo jinên Êzidî bi xwe re anî. Jinên Êzidî êşa jinên ku hatibûn revandin di destên DAIŞ’ê de kişandibûn, veguhertin kîn û hêza tolhildanê. Lewma em îro di nav civaka Êzidî de hevoka “Jinên Êzidî yên beriya fermanê û piştî fermanê ne yek in” ji her kesê dibihîzin. Ev hevok ji îsyana jinên Êzidî ya li hember zilm û zordariya ku li ser wan hatiye meşandin pêk hatiye. Êdî jinên Êzidî, çar dîwaran ji xwe re weke sînor nabînin.

Ji ber zîhniyeta ku bi hezaran salan e li ser jinan hatiye ferzkirin jin nikarin tu karek bikin, bi tena serê xwe bimeşin, nikarin der barê tu mijarê de nêrînên xwe bînin ziman û biaxivin, nikarin bê zilam gavekî ji dervayê malê bavêjin. Bi tekoşîna jinên Êzidî yên 8 salan bi qismî  be jî di civaka Êzidî de ev adet hatin şikandin. Ev têkoşîna azadiyê ya jinên Êzidî rû bi rûyê gelekî astengiyan hatiye, hem astengiyên civakî, hem jî siyasî û jiyanê. Lê hêza jinên êşkişandî zû zû naşikê û teslîm nabin. Ev hêz guhertinên di jiyanê de bi xwe re tîne. Jinên Êzidî civaka xwe bi rêve dibin, civaka xwe diparêzin, bi taybetî dayik, pêşengên vê bîr û bawariyê ne.

Di gera xwe de em li nav navçeya Sinûnê rastî Neyîme Xelef Hecî hatin. Neyîme Xelef Hecî bi temenê xwe yê 26 salî dayika 5 zarokan e. Ew bi xwe ji gundê Zorava ye. Yek ji jinên Êzidî ye ku beriya fermanê, li ber destên malbata xwe bû lê piştî fermanê keyatiya gundê xwe dike. Neyîme mêvandariya me qebûl kir û qala çîroka jiyana xwe kir. Di destpêka axaftina xwe de qala zaroktiya xwe kir û got: “Ez li gundê Zoravayê ji dayik bûme. Min zaroktiya xwe heya 12 saliya xwe li Zorava derbas kir. Piştî wê em bi malbatî hatin navçeya Sinûnê. Êdî me li Sinûnê xwe bi cih kir. Piştî demek êdî ez zewicîm. Dema ez zewicîm ji Sinûnê çûm gundê Guhbel.”

“Ji derveyê axa me cihekî din tune ye”

Neyîma di nav axaftina xwe de, te dida hêskirin ku jinên Êzidî çiqas êş di fermanê de kişandine. Gotinên wê tijî kîn û hêrs bûn. Her wiha tijî hêvî û hêz bûn. Neyîma qala dema fermanê kir û wiha êşa wê demê bi lêv kir: “Piştî ez zewicîm salek du sal ferman li ser me rabû. Em reviyan, me berê xwe da kampên başûrê Kurdistanê. Çawa ku rê vebû, bi ewle bû me berê xwe da Şengala xwe. Em vegeriyan hatin li Sinûnê bi cih bûn. Me erdek ji xwe re kirî li rexa Sinûnê. Me mala xwe ji nû ve di nav xelk û cîranên xwe de ava kir. Gelekî xweş e ku mirov di nava kes û nasên xwe de cihê xwe xweşe bike. Em niha li vir gelekî kêfxweş in.”

“Bi hilbijartina gundiyan bûm keya”

Tişta ku bala me di Neyîme kişandibû ku ew niha kayatiya kolana ku tê de dijî dike. Me bi meraqek gelek mezin jê pirs kir ka çawa bû keya yan jî berpirsa taxa wê ya bi navê Heyder resen bû. Neyîme wiha ji me re qal kir: “Ez niha berpirsyariya taxa ku ez lê dimînim dikim. Ez bi vê erkê gelekî kêfxweş im. Ev salek û nîv ez vî karî dikim. Kêfxweşiya min zêde ye ji ber ku ez bi dilxweşiya hemû xelkên kolana xwe bûm keya. Ez gelekî dixwazim alîkariya hemû malbatên feqîr û belengaz bikim. Dilê min ji bo wan dişewite. Heya ji destên min tê ez dengê wan digîhîjînim hemû sazî û rêxistinên ku alîkariyê belav dikin.”

Neyîma ji bo bikaribe zêdetir xizmeta malên ku di taxa ew lê berpirsyar bike, jeneratorek peyda kiriye. Neyîme bi xwe lê dinêre, paqijiya wê û hemû pêwîstiyên ku jê re lazim in dike. Neyîma bi anîna jeneratora ji gundiyên xwe re gelekî kêfxweş e û wiha dibêje: “Min bi alîkariya Rêveberiya Xweser dikaribû jeneratorek ji kolana xwe re bînim. Ez pêdixim û kehrebe didim malên ku dixwazin. Gelek malên belengaz jî hene ez cereyanê bê pere didim wan. Ez bi vê karî gelekî rehet û kêfxweş im. Sebra min jî bi jeneratorê tê.”

“Jinên ku êşên xwe veguherîne hêzê tu carî têk naçin”

Weke her jinek ku gavên nû di jiyana xwe davêje rû bi rûyê nerazîbûn û astengiyan tên, Neyîme jî wiha jiyaye. Neyîme dibêje ku yek ji kesên nedixwet ew bibe berpirsa taxa xwe yan jî keya, bavê wê bûye. Her wiha cînarên mala bavê wê jî û keyayê gundê bavê wê jî bûn asteng li pêşiya vê biryarê lê Neyîme ruxmî her tişt ev gav avêt. Neyîme wiha tîne ziman: “Gelek kesan ji min re gotin tê çawa vî karî bikî. Yek ji wan jî bavê min bû. Digot nabe ku jinekî bibe berpirsa cihekî, çawa jin dê birêve bibe. Min jê re got ku jin jî dikarin bibin berpirsyarên cihekî. Ji bo wê jî ez gelek kêfxweş dibim ku dikarim dengê gundiyên xwe bigihîjînim her kesê. Zehmetiya vî karî jî heye ji ber ku berpirsyariyek mezin e lê heya ji min tê ez ferq û cudahiyê naxim navbera kesan. Her wiha birêvebirina jin û zilaman ne wek e. Ji ber ku jin zêdetir dilê wan bi rehm e lê zilam zêdetir ji bo berjewendiyên xwe kar dikin.”

“Ji ber ku ez jin im mora keyatiyê nadin min”

Neyîme jî weke her kesê dibêje ku jinên Êzidî yên beriya fermanê û piştî fermanê ne yek in. Dibêje ku jin ji ber êşa dîtine bûne xwedî dilekî bi wêrek û dest bi têkoşîna azadiya xwe kirine û wiha didomîne: “Jinên Êzidî ji ber ku gelekî zehmetî dîtin bûn xwedî dilek wêrek. Niha jin di hemû karan de cihê xwe digrin. Ez jî yek ji wan im. Berê nikaribûm di seatên dereng de ji deriyê mala xwe derkevim. Lê niha nîvê şevê ez jeneratora xwe ditefînim bêyî ku bitirsim. Jin lazim e çi ji destên wan bê bikin, nabe ku gavekî paşve bavêjin. Niha jî di karê min de gelek zehmetî hene. Ji ber ku ez jin im kes qebûl nake mora keyatiyê di destên min de be. Dibêjin çawa jinek wê belegeyan mohr bike. Lê ez vê yekê ji xwe re nakim astengî û karê xwe berdewam dikim. Lê ger hin kesan alîkariya min kiribana min ê ev mohr jî bi dest bixista.”

“Ji bo jiyana azad ji derveyî berxwedanê riyek din ji bo me tune ye”

Neyîma gelekî bi cih û warê xwe ve girêdayî ye dibêje ku ew êdî ji tiştekî nema ditirse. Lewma tu tiştek nikare wê ji mala wê dûr bixe. Her wiha bang li kesên ku li kampan dijîn dike ku vegerin ser axa xwe û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Em van çiyayan bi tu tiştekî nadin van çiyayan me parastine. Bi hezaran zarok, jin û kalên me xwe sipartine bextê çiyayên Şengalê. Em ê çawa dev jê berdin. Biştî ewqas salan em têkoşiyan weke civaka Êzidî me hêza xwe ava kir. Asayîşa me çêbû, hêza me ya parstinê qewîm bû, em ê çawa dev ji van destkeftiyan berdin. Lazim e hemû jin û ciwanên me yên Êzidî di oxira vê axa pîroz û vê baweriyê de li ber xwe bidin. Her wiha ez bang li hemû xelkên me yên li kampên başûrê Kurdistanê dijîn dikim bila vegerin ser axa xwe. Dawiya hemû êzidyan li ser axa pîroz a Şengalê ye. Bila îro be ne sibe be.”