Nesîbe Ezîz karê dest yê bi ta ji bo xwe kiriye çavkaniya jiyanê

Nesîbe Ezîz jinek xelkê Seyîdsadiqe, bi kêrhatiya xwe û karê destê xwe bi ta tiştên xweşik yên dest û di nava alê de ji bo ciwaniyê bi kartê çêdike û ev kare jî jêre bûye çavkaniya jiyana wê.

ASUDE MIHEMED

Şarezûr- Nesîbe Ezîz  xelkê bajarokê Seyîdsadiqe û heta pola 11 ya Amadeyî xwendiye, jinek ciwan ya destrengîne û ji destpêkê ve hertim hez dikir karê dest bike, niha bi çêkirina karê dest bi ta weke; canteyên bi ta, ew aksesurên ku ji bo xweşiktiyê bi malan ve dikin, dora kefiyan di nexşîne û cil û bergên Jinan û yên Kurdî di nexşîne û kesrewanan çêdike. Hem ew karê ku gelek jê hez dike, dike hem jî jêre bûye çavkaniya jiyana wê û xwestekek zêde li ser berhemên wê hene û ji aliyê hemû kesê ve weke Nesibeya destreng tê nasîn.

‘Karê min gelek bi keyfa xelkê ye’

Nesîbe Ezîz  behsa karê xwe yê destrengîn kir û diyarkir ku zehmetiyên kar geleke, lê belê dema ku karek bi dilê mirovan be jî westandina ji bira mirovan diçe û wiha got: “Dema ku ez kar ji bo hemû kesan dikim ji ya min ve ez ji bo xwe dikim, bi hurgulî û balkêş temam dikim, dema ku kesê dibe bi dilê wan be, wê demê hemû westandina min diçe.”

‘Li gora daxwazan kar dikim’

Nesîbe Ezîz ev saleke karê dest bi ta dike û ev kar kiriye çavkaniya jiyana xwe û bi rêya online daxwazan werdigre, ji wan re tiştên ku dixwazin amade dike, berhemên wan digihîne destê wan û li gora daxwazên kesan karê dest amade dike û wiha dibêje: “Sala borî piranî xwestek li ser pulekan bû, lê belê îsal daxwazek zêde li ser tayê piçe stur heye ew jî ji bo çêkirina aksesuwarên cûda ne û jin gelek daxwaza wan dikin.”

‘Divê hemû jin kar bikin’

Nesîbe Ezîz hem karê mal dike hem jî hêza xwe ya çêkirina karê dest derdixwe holê û gotonê xwe wiha bi dawî dike: “Divê jin cihê xwe di karê dûem de nîşan bide û tenê bi karê mal ve mijul nebin, karê wan çi li dezgahên hikumetê be yan jî karê taybet be divê bi xwesteka kes be û divê hemû kes karê ku dizane bike û hêza xwe derbixwe holê.”

Karê Nesîbe bi giştî ciwankariyê cilê jinan û malê ye, bi taybet bi ta karê nexişandina dar û tiştên di nava malê de li refan tên bi karanîn dike ku ev cûre taybete û li gel wê jî karê nexişandina cilên jinan û cilên Kurdî û her wiha nexşandina dora kefiyan û kesrewanan bi fikrê cûda û bi hurgulî karek gelek xweşik û taybet dike.