Nermîn Abû Salih ji bo jinên Misrê çavkaniya dilovaniyê ye

Ji bo jinên Misirê yên ku bi tena serê xwe hem zarokan xwedî dikin hem jî debara malê dikin; Nermîn Abû Salim di sala 2016’an de komek ava kir. Piştî ku dayikên rêveberiya mala xwe dikin li Misrê rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan hatin ev kom bû bersiv ji hemû êşên ki jin dikşînin re.

NERMÎN TARIQ 
Qahîre- Nermîn Abû Salim karibû êş û azarê veguherîne hêz û vînê. Piştî ku wê bi tena xwe berpisyariya sê zarokan girt ser milên xwe. Biryar da ku piştgiriyê bide wan dayikên li Misrê yên ku bi tena serê xwe, debara xwe dikin ku ew jî bi riya sazkirina koma Mothers Single ji dayikên nezewicî re ne û bêtirî 60 hezar dayikên Misrê digrin nava xwe.
Nermîn Abû Salim bekeloriya Serferî û Otelê ji zanîngeha Helwan wergirtiye û di çavkaniyên mirovî de ji zanîngeha Amerîkayê dîploma wergirtiye. Ew niha xwe ji mastera xwendina rêveberiya karsaziyê re li zanîngeha Hêrot Wat a Bêratîn amade dike her wiha ew di kampanyayeke taybet ku wek rêvebera çavkaniya mirovî û lêkolînera mafên jinan e de kar dike.
Ajansa me bi Nermîn Abû Salim a ku xelata Facbook wekî baştirîn rûpela ku bandorê li civakan dike qezenc kir re hevdîtin çêkir
Armanca we bi sazkirina koma dayikan çi ye?
Kom di sala 2016’an de hat sazkirin, piştî ku dayikên rêveberiya mala xwe dikin li Misrê rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan hatin ev kom bû bersiv ji hemû êşên ki jin dikşînin re. Min xwest doza dayikên ku bi tena sere xwe, debara mala xwe dikin ji doza takakesî veguherînim dozekek giştî. Bi riya vê komê re em bang ji bo mafên van dayikan dikin. Bêtirî ji sedî çil ji malbatên Misrê jin debara malê dikin. Em jî bi riya vê komê re alîkariya wan dikin da ku jiyana bi rûmet bi zarokên xwe re bijîn. Di van demên dawî de hejmara jinên deyndar ên ku ketine zindanê zêde bûye ji ber ku nikaribûn pêdiviyên mala xwe bi dest bixistana, hebûna dayikan di zindanê de tê wateya mayîna zarokan li kolanan. Ji ber vê nabe ku em jina berpirsyara malê digre ser milên xwe bi tenê bihêlin.
Cewherê piştgiriya ku kom pêşkêşî dayikan dike çawa ye?
Jina ku bi tena xwe zarokên xwe xwedî dike hewceyî piştgiriyekek derûnî ye. Jixwe em jî bi riya semîneran li ser înternetê vê yekê dikin ku gelek bijîşkên derûnînas tên beşdar dibin. Zêdebarî piştgiriya qanûnî teklîfa parêzeran li Misrê gelekî bilind e. Ji ber vê dayik tevli semîneran dibin û şêwra qanûnî bi awayekî xwebeş digrin. Her wiha em piştgiriya aborî pêşkêşî dayikan dikin da ku karibin projeyên taybet ji xwe re saz bikin, di vê rewşa zehmet de zarokên xwe xwedî bikin
Destkeftiyên koma dayikan çi ne?
Me karibû belgeyên veşartî û pirsgirêkên ku jin demeke dirêj e dijîn ji nû ve vekin. Wekî negirtina dibistanê ya zarokên jinên ku dawî li jiyana hevjînî anîne. Ev mijar bû sedem ku meclisa gel bigihîje biryara avakirina komîteyeke ku rastiyan derxe holê her wiha bi daxuyaniyekê diyar bibe ku qedexekirna van zarokan ji dibistanan re ji derveyê qanûnê ye.
Xelata ji hêla Facbookê ve armanc bû yan berpirsyarî?
Xelatkirina min ji aliyê Facbookê ve hişt ku ez di pêşkêşkirina piştgiriya jinan de bi israr bim û berpisyariya li hemberî her jina rêveberiya malê dike bi cih bînim. Ez ji nava 115 kesên ku di pêşbirka pêşengên xebata civakî de bi ser ketibûn, hatim hilbijartin û di şahiyê de jî hatim xelatkirin.
Der heqê dayikên ku berpisyariya malê girtine ser milên xwe de daxwazên we ji dewletê çi ne?
Em daxwaza lêvegera qanûna malbatî ya niha û nûjenkirina wî dikin ku berjewendiya zarok biparêze. Her wiha hebûna bernameyên hişyariyê ku bihêle nêrîna civakê ji jina berpirs re were guhertin, ez hêvî dikim ku dewlet li ser pêşkêşkirina piştgiriya derûnî ji dayik û zarokên ku rastiya tundiya derûnî hatine re bike.
Li aliyê din ez dixwazim ji hemû dayikên ku bi tena xwe zarokên xwe xwedî dikin re pêşniyar bikim ku bila timî bi awayekî erênî tev bigerin û nîvê dagirtî yê peyaleyê bibînin.