Neqabet xizmetên xwe ji bo rojnamegerên jin ên Filistînî didomîne

Komîteya Jinan a Neqabeta Rojnamegeran li Zîvala Xezayê di çarçoveya rêzeçalakiyên ku di meha Adarê de hatin lidarxistin de ji bo têkiliya bi rojnamegerên jin re di asta xebatên saziyan de û naskirina pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin didomîne.

REFÎF ASLÎM

Xeza - Amal Toman ji ajansa me re diyar kir  ku komîteya Jinan a Neqabeta Rojnamegeran di tevahiya salê de çi bi hevdîtinên rû bi rû çi jî bi riya vîdyoyan konferansê ji bo pêkanîna pêvajoya pêşketinê bi sazî û rêxsitinên civaka sivîl re dest ji karên xwe bernedaye û wiha lê zêde kir: "Karê Neqabetê di asta Filistînê de ye lê komîte ji ber astengiyên ku dagirkeriya Îsraîlê derdixe nikare li Şerîaya Rojava li Zîvala Xezayê çalakiyan pêk bîne lê her dem riyên alternatîf hene.”

 "Ji bo pîşeya ragihandinê temen ne pirsgirêk e"

Amal Toman got ku çalakiyên ji bo bernameya di meha Adarê de hatin lidarxistin gelek bûn û hewl dan rojnamegerên jin ên ji hemû temenî bikin hedef û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê min dest bi xelatkirina Jinên rojnameger ên ku temenê wan mezin bûye ji bo kar kir. Dest ji kar berndedan û dê bidomînin. Pîşeya ragihandinê temenê mezin jê re hewce nake û jin îmkana nivîsandinê zêdetir dibînin. Ji ber ezmûna xwe ya berfireh di çareserekirina pirsgirêkên ku civaka wan tê re derbas dibin de ji bilî veguhestina ezmûnan bi riya perwerdeyê.”

Amal Toman da zanîn  ku di nava çalakiyên hatine lidarxistin de, ji bo piştgiriya girtiyên jin ên Fîlîstînî bi koordîneya saziyên jinan re rawestandineke hevgirtinê tê lidarxistin û wiha got: "Ji bo rojnamegerên jin rojeke şahiyê dê bê lidarxistin ku tê de çalakiyên serbestberdana derûnî, çandî û folklorî pêk tên û danişînên gotûbêjê ji bo hînbûna şert û mercên wan di nav saziyên ku tê de dixebitin de, bi amadebûna serokê Neqabatê û Rojnamegerên Filistînî Nasir Ebûbekir û xelatkirina rojnamevanên jin ên beşdar jî dê di pêşbirka wêneyan de hebe. Rastiya jinên Filistînî di rojên pêş de dide der, di heyama niha de ez serperiştiya avakirina komîteya amadekar a konferanseke navdewletî dikim. Di vê konferansê de dê rewşa rojnamevanên jin ên Filistînî gotûbêj bikim her wiha dê bi riya çend lêkolînên ku xizmeta rastiya jinên pispor ên medyayê li Zîvala Xezayê dike, gelek mijaran ronî bike. Ji hevkarên jin ên li derveyî welat ji bo sûdwergirtina ji pisporî û tecrubeyên wan ên ji bo derbaskirina pirsgirêkên di vî warî de dê gotarên lêkolînê werin girtin ji bilî tiştên li jor, plansaziya salane ya salê dê di meha Adarê de were danîn.”

"Neqabet bi hevkariya Federasyona Navdewletî ya Rojnamegeran xizmetê pêşkêş dike"

Amal Toman  da zanîn ku Neqabet zincîra xizmetguzariyan pêşkêş dike. Bi hevkariya Federasyona Navdewletî ya Rojnamegeran, wek kursên ewlekariya pîşeyî, kontrolkirina endamên komîteyê ji bo beşdariya navneteweyî di konferansên nûnertiya Neqabeta Rojnamevanên Felestînî û pêkanîna xebatek kursa çapemeniyê berfireh û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hêjayî gotinê ye ku dilgiraniya rojnamevanên jin ên Filistînî ji beşdariya di çalakiyên Neqabetê de heye. Dibe ku ji ber avabûna Komîteya Jinan a dawî û hin sedemên ku jinên rojnameger vegerîne kesayeta wan hebin. Her wiha ez bi gelek zehmetiyan re rû bi rû me di nav de nekarîna derfetên kar ên guncav ji bo rojnamevanên jin ku di warê aborî de îmkana wan çêbike tişta ew di dema karê xwe de di dezgehên ragihandinê de dikin û nebûna projeyên operasyonê ku tê de rojnamevanên jin cih bigrin, encamên xirabûna rewşa aborî li Zîvala Xazayê zêde dike.”

"Komîte her dem ji bo girtina endamên nû di komîteya jinan a yekitiyê de amade ye"

Amal Toman amaje bi wê yekê dike ku xemsariya saziyên dewletê ji medyayê re û nedana piştgiriyeke guncaw ji wan re, çi bi riya perwerdeyê, çi jî bi derfeta operasyonê, ji bilî pêşîlêgirtina dagirkeriya Îsraîlê yek ji pirsgirêkên herî girîng e ku danasîna alavên ewlekariya pîşeyî ji bo rojnamevanan e. Ev krîz bi her aloziyeke nû ya ku li ser Zîvala Xezayê dest pê dike dijwartir dibe û dorpêça asê ya ku hatiya ferzkirin rê nade komîte û endamên wê beşdarî konferansên li derveyî welat bibin.

Emel Toman di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku komîte her dem amade ye ji bo girtina endamên nû di komîteya jinan a yekitiyê de û bi berdewamî têbîniyên avaker û planên geşepêdanê ji endamên xwe digre û wiha bi dawî kir: "Rûpelek li ser malpera tora civakî Facebook bi navê “Gotinên Azad ên Medyaya Jinan” ji bo girtin û weşandina malzemeyên medyayî bi mebesta ku alîkariya wan bigihîjîne hejmara herî zêde ya xwendinê û girtina rexneyan ji bo xebata wan ji aliyê kesên ku piştî gotar pêşkêşî komîteyeke rêzdar hat kirin, ji bo ku guncavbûna wê ji bo çapê piştrast bike.”