"Cihwarên dîrokî yên mîna Kelha Nebî Horî bi destê dewleta tirk ve tên wêrankirin"

Rêvebera Karkeriya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed bal kişand dîroka kela Nebî Horî ya kevnar û got: "Bajara Nebî Horî xwedî dîrokek kevnar û dirêj e.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Herêma Efrînê yek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrieyeyê ye. Efrîn bi dewlemendiya xweza, çiya û şûnwarên xwe yên kevnar tê nasîn. Li her gundek ango navçeyek Efrînê cihên dîrokî hene û xwediyên berhemên gelek kevnar in. Yek ji wan cihan Nebî Horî ye û di serdemên kevnar de weke bajar dihat nasîn. Nebî Horî bi sê navan tê naskirin Quriş, Sîros û Nebî Horî ye û vedigere serdema Hilenstiyê (Siloqiyê) û navê Quriş jî ji wir tê. Nebî Horî dikeve bakurê bajarê Efrînê û 30 km jê dûr e. Ev bajar di serdemên Hilenstiyê, Roman, Bîzansî û Îslamê de xwediyên cihekî bi wate bû. Di Nebî Horî de ji aliyê lêkolînerên cîhanî ve gelek şûnwar derketin ji mala Romanan û tabloyên mozaîk, cihê pêşkêşkirina şanoyan û li derdor bajarê Nebî Horî bi dîwar hatibû girtin û du deriyên wê yek ji aliyê bakur û yê din jî ji aliyê başûr ve heye, di heman demê de ji şeş kuçeyan pêk dihat...

Beriya 2000 sal du çemên bingehîn li herêma Efrîn hebûn û ji bo ku mirov di nav van çeman re derbasî aliyên din bibin pêdivî bi avabûna piran hebû. Çar pirên bingehîn girêdayî vê bajarê bûn lê yên heya niha mane dudu ne. Yek ji wan pira Roman ku çema Sabûn di bin re derbas dibe û ya din jî çemê Efrînê di bin re derbas dibe. Piştî dewleta tirk herêma Efrînê xist bin serweriya xwe dest avêt ser şûnwarên Nebî Horî û bi temamî ew wêran kir û da guhertin.

"Efrîn bi dîroka xwe tê danasîn"

Esmehan Ehmed tekez kir ku herêma Efrîn bi kevnariya dîroka xwe di nav cîhanê de tê danasîn û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Efrîn bi cihên dîrokî tê nasîn û her cihek xwediyê mîrat û dîrokek dirêj û kevnar in. Karkeriya herêmê 64 cihên dîrokî keşf û belge kiriye. Ji wan cihan ên navdar girê Endarê, şikefta Duderî, kela Semanê û Nebî Horî ku ev ên herî zêde Efrîn pê tê dewlemenf e. Taybetmendiyên Efrîn bi xweza û şûnwaran dewlemend e.

"Nebî Horî xwedî dîrokek kevnar e"

Di nav gotinên xwe de Esmehan Ehmed bal kişand ser dîroka bajar Nebî Horî ku ji serdema Bîzansiyan tê û wiha pê da çû: "Wek bajarek tê naskirin du sê navên wê hene, Quriş, Sîros û Nebî Horî. Ev bajar di serdemên Bîzans, Roman û Îslamê re derbas  bûye û li gorî her serdemê navek lê hatiye kirin û berhemên dîrokî tê de hatine zêdekirin. Pira Romanî girêdayî bajarê Nebî Horî ye. Gora olî şeş koşeyî ye ev taybetmendî wê ji gorên din cuda dike û ji du tebeqeyan ava bûye. Di heman demê de di vê bajarê kevnar de dikek heye navê wê jî dika Romanî ye derdor wê jî û tê de şano pêşkêş dikirin. Di vê bajarê de tabloyên mozaîk jî hene ku dîroka wê dinase."

"Nasnameya Efrînê tê guhertin"

Esmehan Ehmed keşf kir ku piştî dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin tevahî cihên dîrokî yên herêmê wêran kirin û nasnameya Efrînê dîrokî dan guhertin û got: "Piştî Efrîn ji aliyê dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê dagirkirin dest bi guhertina nasnameya Efrînê kirin û piraniya cihên dîrokî yên herêmê wêran û talan kirin. Bi vê yekê Erdogan dixwaze dîroka Kurdan winda bike û ji holê bê rakirin her wiha çand û dîroka wan bide pişaftin. Em wek karkeriya şûnwaran li Şehbayê kiryarên dagirkeriyê li ser cihên dîrokî belge dikin û ji raya giştî re îsbat dikin ku kiryarên dijmirovî der heqê çanda herêma Efrînê de tên kirin. Li gorî qanûnên UNESCO’yê herêmê ku şer lê bê kirin nabe cihên dîrokî û çanda wê gelê bê tunekirin lê dewleta tirk a dagirker hemû qanûnên dinyayê derbas kiriye lê mixabin tu kes jî hesaban ji dewleta tirk naxwaze û van kiryaran ruxmî belgeyan ranawestînin. Banga me ew e ku divê çareseriyek bê dîtin."