“Ne tenê rojek divê her roj jin bi hişyariya maf û azadiya xwe rabin”

Ebîr Hemdî diyar kir ku rewş berê gelek xerabtir bû lewma axaftina li ser roja jinên cîhanê ji bo gelek kesan bû cihê tinazê lê niha rewş bi pêş ketiye û nirxek zêde ji bo jinan heye. Her wiha ew dibîne ku psîkolojiya civakê tundtir bûye, ev yek li dijî hewldanên kêmkirina rewşa tundutujiyê ye, ji ber ku ew ziman heta radeyek mezin serdest bûye. Çanda baviksalarî jî roleke xwe ya girîng di bandorkirina neyînî ya rastî de li ser pirsgirêkên jinan dilîze.

 
ASMAA FATHÎ
Qahîre- Her sal Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi şahiyek herêmî û cîhanî tê pêşwazîkirin. Bi hatine wê rojê re çalakî tên lidarxistin û li ser gelek projeyên, bi mijarên di hemû waran de bandorê li jinan dikin tên nîqaşkirin. Bi taybetî yên ku ji mafên xwe tên bêparkirin û ji armancên xwe mehrûm dibin.
Pir caran bandora vê rewşê û van pîrozbahiyan li ser pirsgirêkên jinan ên li qadan tê pirsîn. Me jî têkildarî mijarê, hevdîtin bi jinên ku bi pirsgirêkên jinan re eleqedar in, li cihên xwe çalak in û bi rêjeyeke mezin bandorê li derdora xwe dikin re kir. 
Rêxistinên jinan di mijara jinan de xwedî performansek bi bandor in
Ebîr Hemdî ku bawernameya masterê di warê hiqûqa taybet de wergirtiye, got ku saziyên jinan di mijarên têkildarî jinan de xwedî roleke xurt û bibandor in. Tevî astengkirina karê wan, ew her tiştî dikin ji bo piştgiriya jinan ji bo bidestxistina mafên xwe û nîqaşa tiştên ku di civakê de nehatiye kirin. Ji wan saziyan, Însiyatîfa Hiqûqnasên Jin ên Misrê, Saziya Pirsgirêkên Jinan û yên din jî di nav de, rola ku di hemû astan de dilîzin, nayê paşguhkirin.
Ebîr Hemdî diyar kir ku rêxistinên jinan ji bo bidestxistina mafên jin û zarokan dixebitin û bi gelek awayan ji bo bikaranîna hemû amûrên berdest tevdigerin. Di nav de xebata ji bo sererastkirina zagonan û danîna pêşnûmeyên zagonan jî hene.
Pîrozkirina roja jinên cîhanê girîng û bi bandor e lê nebes e
Ebîr Hemdî diyar kir ku rewş berê gelek xerabtir bû lewma axaftina li ser roja jinên cîhanê ji bo gelek kesan bû cihê tinazê lê niha rewş bi pêş ketiye û nirxek zêde ji bo jinan heye. Her wiha ew dibîne ku psîkolojiya civakê tundtir bûye ku ev yek li dijî hewldanên kêmkirina rewşa tundutujiyê ye, ji ber ku ew ziman heta radeyeke mezin serdest bûye. Çanda baviksalarî jî roleke xwe ya girîng di bandorkirina neyînî ya rastî de li ser pirsgirêkên jinan dilîze. 
Ebîr Hemdî amaje bi wê yekê kir ku bihêzkirina aborî ya jinan di çareserkirina qeyranên jinan de rolek xwe ya herî mezin heye û her wiha teqez kir ku pêwîst e hewldanên hevbeş di navbera dezgehên hikûmetê û saziyên jinan de hebe ji bo peydakirina alternatîfan ji jinan re, di nav de pêşkêşkirina piştgiriya madî û hişyarkirina ji bo pêşîgirtina li karesatên ku di civakê de mezin dibin. 
“Hemû rojên salê divê ji bo jinan bi girtina mafan derbas bibin”
Parêzer Eşcan Muhemed Ebdulfetah di wê baweriyê de ye ku jin di nava malbatê de xwedî rola herî mezin in û pişt û bingeha jiyana civakê ne. Loma jî pîrozkirina ji bo maf û hebûna wan di tevahiya salê de mafê wan e, ji ber rolên wan ên ku di warên cuda de pêşkêş dikin. Ew karker in, dayik in, jinên malê ne û xwedî biryar in.
Eşcan Muhemed Ebdulfetah destnîşan kir ku hişyariya ji hêla rêxistinên jinan ve di pîrozbahiya roja jinên cîhanê de û di seranserê salê de tê bilindkirin, jinan ji pirsgirêkên wan agahdar kiriye, çi li Qahîreyê, çi li Kanal an li Misra Jorîn. Ew hewldanek hêjayî pîrozkirin û teqdîrê ye.
Sazî û însiyatîf dema ku dixebitin, rewşa Misra Jorîn jî pê re tê guhertin
Merwa Ebid Rehîm Husên, piştgira projeya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Misra Jorîn, a girêdayî Komeleya Juzour, bi hevkariya Komeleya Ez Misrî me kir û da zanîn ku xebata sazî û însiyatîfên li ser erdê bi taybetî di warê hişyarkirin û xebata li ser pirsgirêkên jinan de berhem dide û bi giranî dikare xwe bigihîjîne jinan. 
Merwa Ebid Rehîm Husên got ku rewş li Misra jorîn bûye şahidê guhertineke berbiçav di encama proje û dezgehên ku bi hewldaneke mezin de. Her wiha da zanîn ku haya jinan jê çêbûye, dizanin kı ew dikarin partiyên serî li wan bidin nas bikin û mafên xwe bi dest bixin. Biryar li Misra jorîn ne di destên jinên ciwan de ye. Bi gelemperî di destên malbata wan de ye. Ji ber vê yekê kampanyayên hişyariyê ji dê û bav û komên din re, çi mêr û çi jin, hatin kirin. Ji ber ku ew yek roleke xwe ya herî mezin di guhertina rewşê de heye, nemaze ji bo kesên di temenê biçûk de.
Gelek faktor bandorê li hêza jinan li Misra jorîn dikin
Eşîretî bi giranî jinan li Misra Jorîn kontrol dike û tevî hewldanên aktorên vê dosyayê jî rêjeya bandorê heta niha ji sedî 10 derbas nabe. Dibe ku keçek xwediyê gelek sertîfîkayan be û mafê wê tunebe ku hevjînê xwe yê jiyanê hilbijêre, ew bi darê zorê bi kesekî ku qet ne xwediyê sertîfîkayê ye re dizewice.
Li gorî ku Merwa Huseyîn dibîne, mijarên berbelav hene, guhertina wan pir zehmet e, di nav wan de sinetkirina jinan û zewaca di temenê biçûk de. Tevî dijwariya meseleyê, rewşek hişyariyê heye ku di nav malbatan de dest pê kiriye. Di van rewşan de, xebat tê kirin ji bo hişyarkirina dê û bav, serokên tenduristiyê û jinên gundî ji bo rola wan a rasterast di bandorkirinê de.
 
Merwa Huseyîn amaje bi wê yekê kir ku kar, civîn û çalakiyên berdewam hişmendiya xelkê Misra Jorîn û her wiha jinan li wîlayetên cuda cuda guhertiye û kar ji bo guhertina zagona rewşa kesane li gorî pêwîstiyên jinan tê kirin. Her wiha xebat tê kirin ku zewaca di temenê biçûk de û destdirêjiyên din ên eşkere tên kir sûc werin dîtin. Em hêvî dikin ku zarokên di temenê biçûk de karibin mafên xwe yên bi darê zorê ji destên wan hatine girtin paşve bigrin. Ji ber temenê wan biçûk e gelek caran bêyî ku hay ji xwe hebin, razîbûna wan ji desthilatdariya malbatê re çêdibe.