Navendên guhdarîkirinê ji bo jinan dibin cihê xweîfadekirinê
Li Tûnisê navendên guhdarîkirin û rêberiyê ji bo jinên bûne hedefên tundiyê cihên bi ewle peyda dikin. Bi piştgiriya psîkolojîk û civakî, rêberiya hiqûqî û alîkariya dadwerî alîkariya wan dikin ku bêdengiya xwe bişkînin.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Li Tûnisê bi navendên guhdarîkirin û rêberiyê yên ku ji bo jinên tundî dîtine hatine veqetandin dengê jinan tê bihîstin. Li wan navendan hewl tê dayîn ku cihekî ji bo ku jin bikaribin dengê xwe derxin û piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û civakî bigrin, were avakirin. Her wiha alîkariya wan bikin ku hêdî hêdî ji çerxa tundiyê xilas bibin û jiyana ewletir û serbixwetir ava bikin.
Li bajarê peravê Sousse yê Tûnisê, Navenda Guhdarîkirin û Rêberiyê ya Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, bi hevkariya çend sazî û rêxistinên têkildar, jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin, pêşwazî dike û piştgirî dide wan.
Berrî ya ku ji bo parastina nepeniya xwe nexwest navê xwe yê tevahî bide dibêje: "Navend ji bo jinan cihekî wisa ye ku dikarin bê tirsa sûcdarkirin an şermezarkirinê biaxivin. Armanca navendê ew e ku piştgirî ji jinan were dayîn, rêz li hilbijartinên wan were girtin û alîkariya wan were kirin ku rûmeta xwe ya ku ji ber çanda baviksalar tê biçûkxistin biparêzin."
‘Armanc avakirina cihekî bi ewle ye’
Koordînatora navendê, Marîn El-Qizanî da zanîn ku navendên guhdarîkirin û stargehê di parastina jinan de roleke girîng dilîzin. Marîn El-Qizanî destnîşan dike ku şaxa komeleyê li Sousseyê bi hevrêzî, bi gelek saziyên hikûmetê û Şandeya Herêmî ya Jinan re dixebite, da ku prosedurên parastin û stargehê hêsan bike û piştgiriya şopandinê ji bo jinên ku ji tundiyê rizgar bûne peyda bike.
Ev hevkarî digihîje navendên guhdarîkirin û stargehê yên li çend deverên peravê ku di nav de Sousse, Monastir û Mahdia hene û ji bo jinan dibe piştgirî, jin dikarin li gorî hewcedarî û şert û mercên xwe piştgiriyê bibînin.
'Jin ji tirsa civakê nikarin xwe îfade bikin'
Marîn El-Qizanî eşkere kir ku rola van navendan ne tenê bi peydakirina stargehek demkî ve sînordar e, bi afirandina hawirdorek ewle dest pê dike ku li wê derê rêz li nepeniya jinan tê girtin û ji pêşdarazî û helwestên biçûkxistî dûr e. Marîn wiha got: "Di gelek rewşan de jin nikarin ji xizmên xwe yên herî nêz re jî tiştên ku kişandine vebêjin ji ber tirsa ji demxeya civakê, tolhildan, an jî windakirina piştgiriya malbatê."
'Nepanî beşek girîng a navendê ye'
Marîn El-Qizanî destnîşan kir ku carna çavkaniya zextê dibe ku ji derdora herî nêzîk a wê were, ji ber vê yekê jin xwe di navbera şîdeta ku li wan tê kirin û bêdengiya bi hinceta parastina navûdengê malbatê ayn civakî li ser wê tê ferzkirin de, asê dimîne. Marîn wiha dibêje: "Ji vir û pê ve, nepenî dibe beşek girîng a karê navendên guhdarîkirinê. Ev ewlehî derfetê dide ku ezmûna xwe bi azadî vebêjin, vebijarkên berdest hebin û biryarên xwe dûrî zextê bidin."
Ji guhdarîkirinê heta parastin û şopandina yasayî
Marîn El-Qizanî destnîşan dike ku rayedarên pispor dikarin tedbîrên zagonî bigrin da ku jin û zarokên wan ji xeterê biparêzin. Dide zanîn ku fermanên astengkirinê derxistine da ku tacîzkar ji derdora wê dûr bixin. Ev yek dibe alîkar ku êrîşên dubare werin rawestandin û ji bo jinan cihekî ewletir peyda bikin.
'Navenda guhdarîkirinê pergaleke parastinê ye'
Marîn El-Qizanî da xuyakirin ku di vê pêvajoyê de, navenda guhdarîkirinê dibe beşek ji pergaleke parastinê ya berfirehtir, alîkariya jinan dike ku ji rewşa rûbirûna bi êrîşan, tirs û xofê derbikeve, xwe di ewlehiyê de hîs bike. Bi wê yekê jin êdî dikarin biryarên xwe bidin û mafên xwe biparêzin.
'Şopandina zagonî û psîkolojîk stûnên bingehîn in'
Li gorî Marîn El-Qizanî, şopandina zagonî û psîkolojîk weke du stûnên bingehîn di vê rêwîtiyê de derdikevin pêş. Marîn di berdewamiya gotinên xwe de wiha dibêje: "Jin ne tenê hewce ne ku mafên xwe yên qanûnî bizanibin, pêdivî bi kesek heye ku bi wan re be dema ew bi encamên biryarên xwe re rûbirû dimînin, bi taybetî dema ku têkiliya bi tacîzkar re demdirêj be yan jî dema ku têkiliyên malbatî, zarok, an zextên civakî hebin, rizgarbûna ji çerxa tundiyê tevlihevtir e."
Derketina ji jiyana bi tundiyê dorpêçkirî destpêka vegerandina jiyanê ye
Marîn El-Qizanî bawer dike ku dûrketina jinek ji jîngeha ku lê tundî hatiye dîtin, gaveke girîng a ber bi başbûnê ve ye. Marîn wiha pê da çû: "Mayîna di heman jîngeha ku lê îstîsmar heye, dikare wê di bin tirsa domdar de bihêle û şiyana wê ya biryardayînê sînordar bike. Ji ber vê dabînkirina cihekî ewle ji bo jinekê ne tenê parastina wê ya fizîkî ye, dayîna derfeteke ku bêhna xwe bigre, hevsengiya xwe ya psîkolojîk çêbike û li ser pêşeroja xwe bê gefên domdar bifikire.
Armanc ew e ku alîkarî û piştevanî ji jinan re bê kirin
Marîn El-Qizanî da zanîn ku di jîngeheke ewletir de, jinek dikare hêdî hêdî dest bi vegerandina baweriya xwe bike û vebijarkên xwe bê zorê yan tirsê binirxîne. Marîn armanca dawî anî ziman û got: "Divê ne tenê bi dûrxistina jineke ji xetera tavilê ve sînordar be, alîkariya wê bike ku ji hêla şert û mercên aborî û civakî ve baş be. Parastina rastîn bi misogerkirina ewlehiyê dest pê dike lê li wir bi dawî nabe. Kesên rizgarbûyî hewceyê piştgiriyeke domdar in."
Navend hewl dide riyên nû ji jinên rizgarbûyî re veke
Di vê çarçoveyê de, navendên guhdarîkirinê ji cihên girtina gilî û gazinan bêhtir dibin navendên ku jin dikarin rêwîtiya xwe ya ji nû ve avakirina jiyanê dest pê bikin. Bi guhdarîkirin, piştgirî, parastin û şopandinê, ev navend hewl didin riyeke nû ji bo kesên rizgarbûyî vekin, riyeke ber bi jiyana ku jin mafên xwe yên ewlehî, rûmet û hilbijartinê ji nû ve bi dest bixin.