Navenda zarokên Helepçe yên xwedî pêdawistiyên taybet
Dayikên zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet didin diyarkirin ku bi perwerdeyê rewşa zarokên wan baştir bûye.
MÊHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Li seranserî cîhanê her roja diçe hejmara zarokên xwedî pêdawistiyên taybet û otizim zêde dibe. Bi taybet jî li Helepçe ya herêma Başûrê Kurdistanê ji ber kimyabarana Enfalê gelek nexweşî zêde bûne. Roj bi roj nexweşiyên cûda di zarokên nû ji dayik dibin de tê ditin. Her roja ku diçe hejmara zarokên xwedî pêdawistiyên taybet û otizîm zêde dibe, ji ber vê yekê ji dayikên wan zarokan ji bo xwedîkirina zarkên xwe gelek zehmetiyan dikêşin. Civak jî heta niha nekariye ji zarokên xwedî pêdawistiyên taybet û otizim re bibin bersîv û bê cûdahî li wan temaşe bikin. Ajansa me serdana Navenda xwedî pêdawistiyên taybet a Helepçe kir da ku ji nêzve agahiyan li ser rewşa zarok û zehmetiyên ku dayik dikêşin bigre.
“Rewşa kurê min li navendê gelek başe”
Dayika Juwanê xwedî pêdawistiyê taybet wiha behsa rewşa kurê xwe dike: “Pîştî çil rojiyê dema ji dayik bûyî diyar bû ku kurê min xwedî pêdawistiyê taybete, lingê wî tevger ne dikir. Zarokek gelek ji mirovan dûr bû ne diçu gel kesekê dema yek bidita jê di tirsa. Dema ku min bir dibistanê ji ber zarokê min xwedî pêdawiatiyên taybet bû negirtin dibistanê û gotin hejmara dibistana me zêde ye. Piştî ku min zanî li vêderê navendek a zarokên xwedî pêdawistiyên taybet heye min kurê anî vêderê, mamosta pêre bûn alîkar niha rewşa kurê min gelek başe di leyize êdî ji mirovan na reve.”
“Nexweşxane ji bo zarokê min nebû çareserî”
Dayê Şewnim dayikek dine ku kurê xwe yê xwedî pêdawîstiyê taybet xwedî dike wiha behsa rewşa kurê xwe dike: “Temenê kurê min sê salî bû dema ku me dît gotinên wî ne temam bû. Piştî ku min kurê xwe anî vê navendê gotin min kurê te Otîzme. Tenê ev navend ji bo kurê min bûye çareserî. Ji ber dema ku min dibir nexweşxaneyê tenê derzî lê û şurubek didanê ew jî bê hiş dikir. Nexweşxane ji bo çareseriya zarokane ne ku ji bo bê hiş kirina wane ji ber wê ji min êdî kurê xwe nebir nexweşxanê. Divê hemû kes bi rêzdarî li zarokên xwe yên xwedî pêdawistên taybet û Otîzim meyze bikin, ji ber ew jî mirovin. Hemû zarokên min yên din aliyekê eve li aliyekê. Hemû ji cihê wana di dilê min dene. Divê em meyzekirinên civakê jî bidin guhertin û van zarokan bi civakê bidin qezenç kirin ne ku em berê xwe girantir bikin.”