Navenda Tewasûl zarokên bi nexweşiya otîzmê derman dike

Rêvebira Navenda Tewasûl a ji bo pêşketina zarokan, Hind El-Beşarî tekezî li ser pêwîstiya hewldana ji bo rehabîlîtasyonkirina zarokan bi nexweşiya otîzmê kir.

ÎBTÎSAM EXFÊR

Benxazî – Nexweşiya otîzm di gava destpêkê de ji 3 salî destpê dike. Kesên nexweşiya otîzme nikarin bi derdora xwe re têkilî dayne û pêşnakeve. Di roja îro de ev nexweşî bi testan tê tespîtkirin. Ger zû bê ferqkirin û rehabîlîtasyon bê kirin kesên ku vê nexweşiyêne derbas dikin. Heta niha jî sedema otîzmê nayê zanîn û tê gotin ku ev nexweşî genetîke. Di nexweşiya otîzm de ji sedî 70 kêmbûna derûnî heye û sedî 10 jî hişa zêde tê dîtin. Bi nexweşiya Otizmê re kêmbûna adaptasyon û hiperaktivîte derdikeve holê. Girêdayî vê nexweşiyê Rêvebera Navenda Tewasûl a ji bo pêşketina zarokan, Hind El-Beşarî ji bo zarokên otîzmê navendek beriya 3 salan avakiriye û wan zarokan derman dike. Hind El-Beşarî têkildarî kar û xebata ku bi rê ve dibe nêrîna xwe parve kir.

“Navenda Tewasûl heta niha 200 nexweş rehabîlîtasyon kirine”

Hind El-Beşarî diyar kir ku ji destpêkirina navendê heta niha wan 200 nexweş rehabîlîtasyon kirine û wiha got: "Zêdebûna van navendan di van salên dawî de bi zêdebûna hişmendiya nexweşiyên otîzmê ve girêdayî ye. Nexweşiya otîzmê 20 sal berê bi awayekî rast hatibû teşhîskirin, lê di heyama berê de wek kêmbûna derûnî hatibû teşhîskirin. Navend  dewreyên ferdî dide zarokan. Perwerdekar an pisporên ku zarokan perwerde dikin dem bi dem têne rehabîlîtekirin, ji ber ku lêkolînên nû li ser nexweşiyên otîzmê çêdibe."

"Her çar nexweşên kur, yek nexweş ji keçan heye"

Hind El-Beşarî da zanîn ku ew zarokan li gor taybetmendî û nexweşiya wan perwerde dike û got: “Ez girîngî didim ku ez zimanên cur be cur hîn bibim. Ger zimanê mîn hebe, ez dikarim bi rihetî vê nexweşiyê bi her zimanê lêkolîn bikim. Niha ez zimanê Îngîlîzî hîn bûme ku ez vê nexweşiyê ji nêz ve lêkolîn dikim. Rewşên ku li Lîbyayê hatiye jiyîn, yek jî sedemên reftarên tund ên zarokan e. Otîzm ji deam hebûna zarok di zikê dayikê de bi wê re çêdibe. Di cîhanê de rêjeyek naskirî heye 1:4, yanî her çar nexweşên kur, yek nexweş ji keçan heye û ew di heman astê de têne derman kirin. Ez zarokên ku nexweşiya otîzmê lê hene dişînim, li gel bijîjkan da ku rewa wan bizanibim û nirxandinên ku ez ji bo wan dikim piştrast bikin. Piştî bijîjk tespît dadîne holê, ez li gor nexweşiya wan bernameya rebabîlîtansyonê bi awayekî zanistî diyar dikim.”