Navenda Helebce dibe cihê fêrbûnê ya zarokan
Hevseroka Ofîsa Parastina Zarokan a Şaredariya Qamişlo Ariya Osman derbarê zehmetî, proje, kar û xebatên navenda Helebceyê de got ku pêwîst e hemû malbat xwedî li zarokên xwe derkevin û nehêlin li kolanan parsê bikin.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Şaredariya bajarê Qamişloyê li gundê Xiznayê ji bo lênêrîna zarokên sêwî û yên ku li kolanan parsê dikin, navendeke bi navê Helebce vekiriye. Navenda Helebce hewl dide ji bo zarokan cihekî bi ewle çêke, mafên zarokan bi pêş bixe û çalakiyên perwerdeyî û psîkolojîk li dar bixe. Navenda Helebce ji bo ku di derbaskirina dijwariyên rojane bi zarokan re dibe alîkar û derfetê dide zarokan ku bi awayekî saxlem fêr bibin û mezin bibin. Di heman demê de bi malbatan re û di nava civakê de dixebite da ku çanda parastina zarokan bi pêş bixe û pêşerojeke çêtir ji bo nifşên nû mîsoger bike.
Derbarê proje, kar û xebatên Navenda Helebce ya lênêrîna zarokên sêwî û zarokên li kolanan de, Hevseroka Navenda Helebce ya Ofîsa Parastina Zarokan a Şaredariya Qamişloyê Ariya Osman ji ajansa me re axivî.
‘Em hewl didin ji malbatan re jî derfetên kar peyda bikin’
Ariya Osman di destpêka axaftina xwe de qala vekirina navenda Helebce kir. Ariya got ku ji ber di salên dawî de li Sûriyeyê gelek koçberî hebûye pêwîst bû navendek ji bo parastina zarokan were vekirin û wiha got: “Ji ber rewşa Sûriyeyê ya salên dawî gelek şer û koçberî hebû, gelek zarok sêwî bûn, diçûn ser çopê û li kolanan parsê dikirin. Ji bo ku ev zarok rastî destdirêjiya derûnî, zayendî û fizîkî neyên û mafên wan di civakê de werin parastin, koordînasyona jinan a şaredariya Qamişloyê, di sala 2022’yan de ji bo parastina zarokan, navendeke bi navê Helebce vekir. Sedema ku zarok diçin ser çopê û parsê dikin, xirabûna rewşa malbatê ya aborî ye. Me nîqaş bi malbatên wan re kir û got ku ev kar ji zarokan re nabe. Dema em dibêjin ev kar ji bo zarokan nabe, pêwîst e di heman demê de çareserî ji malbatên wan re jî were dîtin.”
‘Hin malbat bi zorê zarokên xwe dişînin parsê’
Ariya Osman da zanîn ku ew hewl didin ji malbatan re kar peyda bikin û got ku gelek zarokên sêwî li navenda Helebceyê hene. Ariya wiha pê de çû: “Wek şaredarî pêwîst bû em li van zarokan xwedî derkevin. Zarokên ku karê parsê û çopê dikin, em destpêkê bi malbatên wan soz didin dayîn ku zarok nema vî karî bikin. Ji ber ku hinek malbat bi zorê zarokên xwe dişînin parsê. Dewriyeyên zabitiyê di navbera bajaran de digerin da ku cara duyemîn van zarokan dibînin wan dibin navenda me ya demkî ya li Taxa Um Fursan û cezayên madî li malbatên wan tên birîn. Zagona navenda Helebceyê ew e ku ger cara sêyemîn dubare bibe em van zarokan dişînin navenda Helebce û 3 mehan perwerde ji zarokan re tê dayîn dûre vedigerin ba malbatê ku cara çaremîn dubare bibe wê ev zarok 6 mehan perwerde bibînin.”
‘Erka me li zarokên kolanan xwedî derbikevin’
Ariya Osman destnîşan kir ku di destpêkê de bi malbatan re astengî hebûn û got ku erka wan ew e xwedî li zarokên sêwî û li kolanan derkevin û wiha berdewam kir: “Gelek malbatan xwe aciz dikirin, digotin zarokên me ji me dûr nexin. Me hişyarî dida malbatan lê me didît ku ev zarok hê jî li kolanan in û li ser karê çopê ne. Me dît ku erka me ew e em xwedî li van zarokan derkevin û rola dayîk û bavan bilîzin. Perwerdeya destpêkê em didin, ji bo ku ev zarok nema vegerin karê parsê û çopê. Ji aliyê xizmetê ve her tişt ji wan re tê pêşkêşkirin. Malbatên ku tên ofîsê, daxwaza destûra ziyareta zarokên xwe dikin û dibînin guhertinên baş bi zarokan re çêbûye. Em gelek hewl didin ji bo ku sînorek ji vê diyardeyê re were dayîn. Em weke ofîsa parastina zarokan a şaredariya Qamişloyê bi zarokên ku li kolanan karê çopê û parsê dikin re mijûl dibin. Armanca me bi vekerina vê navendê ew e ku di civakê de mafên zarokan ên perwerde, çûyîna dibistanan were parastin û ji bandorên psîklojîk û şerê taybet werin parastin.”
‘Li navendê me ji zarokan re bexçeyek ava kiriye’
Ariya Osman behsa kar û xebatên navenda Helebce kir, got ku her zarokek bi zimanê xwe fêr dibe û wiha pê de çû: “Dema ku navenda Helebce hat avakirin sîstemek jê re hat dayîn, di aliyê perwerdeyê de têkiliyên me bi desteya perwerdeyê re hene. Li navendê mamosteyek heye pêşwaziya zarokan dike û kêfxweşiya xwe tîne ziman û zarokan fêrî paqijiya kesayetî dike. Li navendê me ji zarokan re baxçeyek ava kiriye, em zarokan fêrî karên destan dikin û lîstokan çêdikin. Em her zarokê bi zimanê wî fêrî xwendinê û nivîsandinê dikin, em wan fêrî muzîk û wênexêziyê jî dikin. Bi lîstokan dilîzin, li Tv temaşe dikin, mamoste çîrokan ji zarokan re dixwîne, carna em zarokan derdixin çalakiyên li derveyê navendê. Dema ku piştî 3 mehan perwerdeya xwe bi dawî dikin û derdikevin gelek ferq û cudahî di kesayeta xwe de dibînin.”
‘Em naxwazin zarokan ji malbatên wan û civakê veqetînin’
Arya Osman diyar kir ku navenda Helebce zarokên ji temenê 5 salî heta temenê 18 salî pêşwazî dike û wiha bi dawî kir: “Em ji zarokan re pêşengeh vedikin ji bo karên destan û karê wan pêşkêş bikin û hevalên zarokan vedixwînin. Kesekî ku bixwaze alîkariyê ji zarokan re bike, têkiliyan bi rêveberiya şarederiyê re datîne. Zarokên ku tundî li wan tên kirin ji aliyê malbatê ve û zarokên ku pirsgirêkên wan ên malbatî hebin em wan tînin gel xwe heta pirsgirêkên malbatê werin çareserkirin. Em naxwazin zarokan ji malbatên wan û civaka wan veqetînin. Weke Ofîsa Parastina Zarokan a Şaredariya Qamişloyê daxwaza me ji dayîk û bavan ew e ku li zarokên xwe xwedî derkevin û mafên wan biparêzin di civakê de da ku zarok bi malbatên xwe ve girêdayî bin, li kolanan nemînin.”