Navenda Ewlehiyê jinên Tûnisî yên ji tundiyê rizgar bûne hembêz dike
Stargehên jinên Tunisê ji bo jinên mexdûrên şîdetêne cihê vegotina serpêhatiyên wan ên mexduriyetê ne. Ji ber tenê jin dikarin xwe li stargehan bînin ziman û hinek wan guhdar bikin û pêre jî pêdiviyên wan ên jiyanî û derunî tên dabînkirin. Ji bo wê jî jinên piştî girtina stargehê li kolanan man li benda Navenda Ewlehiyê ya ku dê di cihê stargeha hatî gertin de bê vekirin in.
ZUHOUR El-MECHRGUÎ
Tûnis - Dema yek ji Stargehên Jinên Tûnisê hat girtin, jinên ku têde dihatin parastin li kolanan man. Wezîra Jin, Zarok, Kal û Pîran a Tûnisê Amal Belhaj Moussa da zanîn ku dê ji nû ve navendek ewelehiyê ji bo jinên qurbaniyên şidetê vekin. Di 11’ê Çile de Amal Belhaj Moussa peymanek hevkariyê di navbera wezaretê û Komeleya Tûnisî ya ji bo Refter û Hevsengiya Civakî de îmze kir ku li gorî vê yekê, ev komele dê Navenda Ewlehiyê a ji bo xwedîkirina jinên mexdûrên tundiyê û zarokên pê re heya heyama sê salan birêve bibe. Li gorî vê yekê ji bo rêveberiya navendê ji aliyê rêveberî û darayî ve sê xebatkarên jin hatin hilbijartin. Wezaretê hewl da lez bide hevahengiya karê navenda jinan ku zu amade bike ji bo peydakirina baştirîn şert û mercên rûniştina demkî û ewle ji bo jinên mexdûrên tundiyê û zarokên wan. Dê ji bo navenda jinan xizmetên guhdarîkirinê û lênêrîna bizîşkî, derûnî û civakî, ji bilî rêberiya qanûnî, hevalbendiya dadwerî û entegrasyona civakî pêşkêş bikin.
Çalakvana femînîst Hayat Bin Omer di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re li ser pêngavê nirxand û diyar kir ku ji nû ve destpêkirina karê navenda ewlehiyê ji bo parastina jinên mexdûrên tundiyê, wê bibe sedema kêmkirina zextan li ser qurbaniyên tundiyê di komeleya Bêtî de. Hayat Bin Omer da zanîn ku Navenda Ewlehiyê ya ji bo jinan yekem navenda niştimanî û tekane ya giştî ye li Tûnisê di sala 2016'an de hatî avakirin ku bû sedema peydakirina stargeh ji bo 518 qurbaniyên tundûtûjiyê, di nav wan de 252 zarok jî heyî. Navenda Ewlekarî 30 nivînan, holeke piralî, kargeheke dirûtinê û ya din jî ji bo çêkirina xwarinan û cihekî derve ku ji bo hilberîna sebze û giyayên bîhnxweş û derman ên ku di çarçoveya nirxdayîna berhemên çandiniyê de tên rijandin, digire nav xwe.
“Hewceye Wezareta Jinan dahatekê ji bo Navenda Jinan veqetîne”
Derbarê kêmbûna giran a ku Tûnis di hejmara stargehên jinên mexdûrên şîdetê de dizane, Seroka Komeleya Dengê Hewa Janat Kadashi jî anî ziman ku hebûna yek stargeha wan heye ew jî ji bo jinên mexdûrên tundiyê li Tûnisê pirsgirêkek e û wiha domand: "Yek navend nikare hejmareke zêde ya jinên şidet dîtine bihewîne û nikare xizmetên pêwîst ji bo wan peyda bike. Ez bang li Wezareta Jinan dikim ku bûdceyekê ji bo navendên bi vî rengî amade bikin, nemaze ku navenda ewlehiyê ya ku ji nû ve dest bi karê xwe kiriye bi gelemperî dibe ya yekem. Vegerandina Navenda Ewlekariyê piştî zêdetirî salekê ji navberê tiştekî erênî ye ji bo piştrastkirina qurbaniyên tundiyê da ku nekevin ber tundûtûjiyê.”
Derbarê rêjeyên bilind ên tundûtûjiyê di van salên dawî de li Tûnisê, çalakvanê mafên mirovan dibêjin ku hejmara jinên rastî tundiyê hatine bi awayekî tirsnak zêde bûye, bi taybetî ji ber nebûna stargehan jin neçar dimînin rewşa heyî qebûl dikin ku bi tacizkarê xwe re bimîne.
"Zêdebûna şidetê li ser pêşerojê metirsiyê çêdike”
Civaknas Sabreen Agroudi jî tekez kir ku nebûna zêdetir ji yek navendên hewandinê ji bo jinên ku hatine çewisandin dibe sedema gelek karesatan, ji ber nebûna çarçoveyek civakî ya ku wan garantî bike û destên wan bigire, dibe sedem ku wan di bazirganiya qaçax de bikişîne an jî wan bixe nav torên fuhûşê. Sabreen Agroudi bilêv kir ku dibe mexdûr rastî şîdetê were, ku di pêşerojê de dê bibe sedema nifşek nû yê şîdetê qebûl dike.
“Li gel ku yasaya li hemberî şidetê heye jî her diçe şidet zêde dibe”
Çalakvana femînîst û civaknas Rahma bin Silêman jî da zanîn ku tevî pesendkirina yasaya li hemberî tundiya li dijî jinan ji aliyê Meclîsê ve hatiey erê kirin jî hîna tundiya li ser jinan di qada giştî de berdewam e. Rahma bin Silêman dest nîşan kir ku nebûna stargehan ji bo jinên ku destdirêjî lê hatine kirin dê rêjeya tundiyê zêde bike, ji ber ku kesê tecawizkar baş dizane ku malek ji bo jinên mexdur lê bicîh bibin tune ye, bi wê rehetiyê li ku firsendê dibîne êrîşkariya xwe dike. Rahma bin Silêman diyar kir ku hebûna sitargehê dê êşa jinên ku ji ber tunebûna stargehê xwe avêtine kolanan kêm bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Tûnisê di sala 2017'an de qanûnek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan derxistiye û dewlet jî wê weke destkeftî dibîne lê femînîst jî rêyên bicihanîna wê şermezar dikin û gelek kêmasiyên wê derdixin pêş, komeleyên jinan jî di encamê de banga avakirina stargehên din dikin ku ji wan re lênihêrîn, hevalbendiya psîkolojîk û bernameya qanûnî peyda bikin.