Navenda Ehlen Simsim ji bo pêşketin û xurtkirina zarokan dixebite

Mamoste Xezal Îniz der barê Navenda Ehlen Simsim de got: “Navenda Pêşketina Zarokan (Ehlan Simsim) armanc dike ku jêhatîbûna zarokan bi pêş bixe û wan di xwerêveberî û hemû hêlên jiyanê de xurt bike.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Ji ber ku di nava deh salan de herêm rastî şer û krîzê hat, zarok ji jêhatîbûn û xwendina xwe dûr ketin û şer bandorê li derûniya wan kir. Ji ber vê yekê jî bi armanca pêşxistina zarokan û dûrxistina wan ji atmosfera ku bandoreke neyînî li wan dike, di 7’ê Îlonê de Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda ji bo pêşketina zarokatiya zû ya bi navê (Ehlen Simsim) li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir ku ev navenda yekemîn e li herêmê. Li ser vî esasî zarokên ji komên temenî yên biçûk di nav xwe de dihewîne da ku jêhatîbûna wan bi pêş bixin û wan di her warî de xurt bikin, di nav de xwebawerî û xwerêveberî jî heye.

Di vê der barê de mamosteyê Navenda Pêşketina Zarokan Xezal Îniz ji me re armanca vekirina navendê vegot.

Xezal Îniz wiha dest bi axaftina xwe kir: “Navenda Ehlen Simsim yekem navend e bi vî rengî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê vekirin ji bo zarokan. Jixwe pê re me şaxeke wê ya din li Navçeya Tirbe-Spiyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir. Navend zarokên ji 3 heta 8 salî armanc dike û dixwaze ku di pêşerojê de hejmareke herî mezin ji zarokên biçûk tê de bihewîne û wan bi pêş bixe. Her wiha armanca navendê ew e ku jêhatîbûna zarokan bi pêş bixe da ku wan fêrî dûrbûna ji malbatê bike, xwe bispêrin xwe û ji hawirdorê û zextên derve dûr bibin. Helbet ji bo avakirina nifşek saxlem, berhemdar û ji hêla psîkolojîk ve hevseng, ji bo ku bikaribe paşeroja xwe bi vê yekê ava bike, ev xal hemû girîng in.”

Bername û sîstema fêrkirinê li Ehlen Simsim

Xezal Îniz bername û sîstema fêrkirina di Navenda Ehlen Simsim de parve kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bernameya (Ehlen Simsim) du beşên cuda hene. Hevalên Ehlen Simsim û malbatên Ehlen Simsim hene. Beşa yekem zarok û beşa duyemîn jî malbatên wan in, ev jî ji bo avakirina malbateke têgihîştî û serkeftî ye bi axaftina bi malbatan re. Di heman demê de hînkirina wan çawa bi zarokan re mijûl bibin û çawa têgihîştinê di navbera wan de ava bikin  ji bo ku malbat meylên zarokê xwe û rewşa wî ya derûnî û çawaniya çareseriyê bizanibe. Bêguman ev bername yan jî ev sîstem dê bikaribe pirsgirêkên wan û alîkariya wan bike ku bi rehetî bêyî tirs bi malbatê re biaxivin. Ji aliyê din ve, avakirina zarokên ku dikarin tiştên di hundurê wan de ne diyar bikin, fêrî wan bikin ku çawa alîkariya malbata xwe bikin, bi zarokên din re çi li taxê be û çi li dibistanê, têkilî deynin û hevaltiya nû ava bikin.”

“Di zarokatiyê de ya herî girîng ew e ku mirov kesayetiya zarok ava bike”

 Xezal Îniz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sîstema pêşveçûnê ya ku Ehlen Simsim bi kar tîne, ji ber girîngiya avakirina kesayetiya zarokan ji biçûkatiyê de û got: “Li navendê em xwe dispêrin sîstema danişîna şahî û pêşveçûnê, ne wek sîstema bexçeyê zarokan, ji ber ku em tenê li ser fêrbûna zarok a xwendin û nivîsandinê nasekinin. Belê ji her alî ve em dixwazin zarokan bi pêş bixin. Ji ber ku di zarokatiyê de ya herî girîng ew e ku mirov kesayetiya zarok ava bike da ku xwe bêtir nas bike. Her wiha em giraniyê didin ser zarok ku çawa hestên xwe kontrol bike û ji tirs, hêrs û îzolasyonê xilas bibe ji ber ku gelek zirarê didin zarokan. Li ser vê bingehê navend ji 5 mamosteyan pêk tê û li gorî hejmara zarokan hejmara dewreyên rojane tê diyarkirin û bi gelemperî di rojê de du sê dewreyan dikin û her danişîn saet û nîvekê berdewam dike.”

Geşkirin û çandina bextewarî û hezkirinê di navbera wan de

Xezal Îniz got ku ji destpêka vekirina navendê heta niha tevlibûna xelkê herêmê baş e û wiha domand: “Bi sohbeta xwe ya bi dê û bavan re, me dît ku ew dixwazin zarokên wan ji bilî pêşxistina jêhatîbûna xwe perwerdeyê bibînin û ji me re dibêjin ku ew kêfxweş in ji ber ku zarokên wan bêtir ji navendê sûdê digirin û dema wan a vala derbas nabe. Ji ber ku sîstema me stran, dîlan, xêzkirin û xwendina çîrokan dihewîne, heta niha me tu zehmetî ji zarokan nedîtiye, em hewl didin di navendê de tu pirsgirêk rû nedin ji ber ku armanca me geşkirin û çandina bextewarî û hezkirinê di navbera wan de ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Xezal Îniz got: “Em hêvîdar in ku bi vê projeyê gavên mezintir bavêjin û malbat dê gelek zêdetir derkevin da ku em karibin navendên din li hemû herêman vekin ji ber ku navend hem ji malbatan re hem jî ji bo zarokan sûdê digire.”