Navenda bêhnvedan û beralîkirinê di her warî de destekê dide jinan

Li navenda bêhnvedan û beralîkirinê ya ji bo jinên ku li Mexribê rastî tundiyê tên hatiye avakirin, jin serpêhatiyên xwe ji rayedaran re dibêjin û piştgiriyê digrin.

HANAN HARITE

Mexrib- Jin li Mexribê li navendên 'Bêhnvedan û beralîkirinê’ ên li Mexribê ji bo jinan hatin avakirin, pirsgirêkên dijîn parve dikin û piştgiriya pêwîst digrin. Pisporên xizmetên civakî li navendan, hewl didin ji bo kesên rastî tundiyê hatine hêvî û baweriyê ji nû ve bi wan bidin qezenckirin û rêberî ji wan re bikin. Jinên ku rastî tundiyê, êrîşa zayendî tên û dixwazin pişgiriya derûnî bigrin tên serdana navendê. Em bi Aîsha Ferdous a ku li 'navenda bêhnvedanê' ya Komeleya Pêşîgirtina Tundiya li ser Jinan a Mexribê bi jinan re dicive û li serpêhatiyên wan guhdarî dike re axivîn.

‘Hewl didin dîwarên bêdengiyê hilweşînin'

Aîsha Ferdoûs got; “Bi gelemperî navenda bêhnvedanê ya li Mexribê di bihêzkirina jêhatibûnên jinan ji bo têkoşîna li dijî tundiyê de rolek dilîze. Jin hewl didin li vir dîwarên bêdengiyê hilweşînin”, da zanîn ku hewl didin ji jinan re li gorî pêwîstiya wan piştgirî bidin. Aîsha Ferdoûs destnîşan kir ku jin ji yeke zêdetir cureyên tundiyê tên û wiha got: “Piştgiriya derûnî, hiqûqî û navbeynkariya malbatê jî di nav de rêzek xizmet pêşkêş dike. Ev xizmet ji aliyê pisporên di vê qadê de xwedî tercube û ezmûnên salane tên pêşkêşkirin. Piraniya bûyerên ku tên navendê rastî gelek cureyên tundiya derûnî, fizîkî, aborî û hiqûqî tên. "Divê ji bo çareserkirina pirsgirêk û têgihîştina mexdûr bi qasî ku gengaz e dem were veqetandin."

'Divê hawirdora pêwîst bê dabînkirin'

Aîsha Ferdoûs der barê divê jinên rastî tundiyê tên çawa bên pêşwazîkirin de nirxandinan kir, wiha got: “Ji ber ku em dizanin mexdûrên tundiyê xwedî hestên tevlihev ên tirs, sûcdarî û şermê ne û difikirin ku di qada kolektîf de çawa bi wan re têbikoşin, mijûl bibin, em dizanin têkiliya mexdûr a bi komeleyê re diyar dike pêşwaziyek baş e. Ji ber ku di eşkerekirina tundiyê de dudil dike divê hawirdora rehet a pêwîst were dabînkirin. Ger bawerî û pêbawerî nehatibe avakirin, em nikarin mexdûr ji axaftinê re neçar bikin. Ji ber vê yekê baweriya van jî girîng e.”

'Divê jinên guhdarvan hemû tiştên qanûnî bizanibin'

Aîsha Ferdoûs bal kişand ku divê guhdarvan bêalî bin û wiha axivî: “Ji ber ku guhdarîkirina mexdûrên tundiyê ne hêsan e. Dibe ku jinên penaber pirsgirêkên derûnî yên pir krîtîk jiyabin. Ji bo derxistina ji rewşa tundiya tê bikaranîn bêalîbûn pêwîst e. Ji ber ku bawerî di guhdarîkirinê de tiştê herî girîng e divê axaftina bi xwestek a mexdûr bê dabînkirin. Divê guhdariya jinan bi hemû tiştên qanûnî bizane û hay jê hebe. Gelek jin mafên xwe nizanin. Ji ber vê yekê peywira wê ji dilê mexdûran re bawerî bîne û divê bê dabînkirin ku bêdengiya li hemberî tundiyê wan cesaret dike. Em dibêjin tundî ne xwezayî ye û divê li ser bê axaftin. Em ji wan re qala bandorên neyînî yên tundiyê, li ser tenduristî, derûniya wan û derdora wan dikin.”

'Guhdarvan jî piştgirî digrin'

Aîsha Ferdoûs a ku çîroka jinên rastî tundiyê hatine, ji ber sedemên ewlehiyê nasnameya wan eşkere neke vedibêje û wiha got: “Guhdarîkirina tiştên jin dijîn ne hesan e. Em jî wek derûnî bangor dibin. Ji ber vê yekê komele hefteyê carekê piştgiriya pisporane dide me.”

‘27 salan tundî dît’

Yek ji jinên ku serî li komeleyê daye bi bernavka Leyla Muhammed tiştên jiyane bi van gotinan vegot: “27 salan min tundiya nava malbatê dît. Lêbelê îro min hilbijart ku azad bibim û ji xeleka reş ku ez tê de asê mabûm derkevim. Ez rastî her cure tundiya malbatê ya fizîkî, derûnî, aborî û devkî hatim. Mixabin azadbûna min demek dirêj girt. Civak zalim e. Min li hemberî zarokên xwe jî xwe sûcdar hîs kir. Ji ber vê yekê min nexwest vê yekê bikim. Ji bavê xwe dûr dijîn. Min jî ji bo başiya wan salan li ber xwe da. Lê ez êdî nikarim zêdetir li ber xwe bidim û ji bo tenduristiya xwe û zarokên xwe min biryar da mala xwe bibim. Hevjînê min bi sedemên ne girîng bi lêdanên giran û gotinên mustehcen min tacîz dikir û tevî ku mûçeya baş digirt jî bi hinceta ku pere nîn e, xerc nedikir.”

'Divê jin li dijî tundiyê bêdeng nemînin'

Leyla Muhammed da zanîn ku mêrê ku re zewicandibû xwest cara duyemîn bizewice û wiha got: “Ji ber vê yekê min ev mijar weke tundiyeke din a li dijî min tê pêkanîn nirxand. Bi heqaretên xwe yên dubare bû sedem ku ez daxwaza heberdanê bikim. Piştre biryara xwe ya zewace guherand. Ez fikirîm ku ew ê biguhere. Ji ber vê yekê min dev ji nefeqeyê berda lê mixabin ew wek xwe ma û di heqareta xwe de israr kir. Ez dereng fêr bûm ku qebûlkirina min a tundiyê normalbûnek e, çi dibe bila bibe divê ser neyê girtin û ne pêkan e ku bi tirsa civakê di bin giraniya tundiyê de bê jiyîn. Divê jin serî li dijî tundiyê netewînin û ji bo şikandina bêdengiyê bixebitin."