Navenda Şehîd Amara piştgiriya derûnî dide rizgarbûyan
Pispora Civakî ya Navenda Şehîd Amara Temara Mihemmed Elî diyar kir ku ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên li ser bingeha tundiya zayendî, navendên piştgiriya psîkolojîk û civakî derketine holê da ku bi rizgarbûyan re bibin alîkar.
ESMA MIHEMMED
Qamişlo – Navendên piştgiriya psîkolojîk, wek Navenda Şehîd Amara ya li bajarê Qamişlo ya li Rojavayê Kurdistanê, di alîkariya rizgarbûyan a ber bi başbûn û hêzdarkirinê de, xwedî rolek girîng in. Ji ber tundiya li ser bingeha zayendî, yek ji awayên tundiyê yên herî belav û tevlihev ên di civakan de ye.
Tundiya li ser bingeha zayendî, bi avahiyên çandî û civakî yên heyî û bi wêneyên stereotip yên kûr ên li ser rol û statûya jinan ve girêdayî ye. Navenda Şehîd Amara, girêdayî Desteya Jinan a parêzgeha Cizîrê ye, wek yek ji înîsiyatîfên ji bo rûbirûbûna vê pratîkê ji perspektîfek mirovî û civakî-psîkolojîk ve dixebite.
Navenda Şehîd Amara, di sala 2017’an de bi armanca dagirtina valahiyek rastî di warê tenduristiya derûnî û piştgiriya civakî de hat damezrandin. Ew rûniştinên piştgiriya psîkolojîk ên takekesî û komî, li gel bernameyên rêberiyê, kursên perwerdê û atolyeyên têkildarî pêşvebirina berxwedana psîkolojîk û avakirina kapasîteyan peyda dike. Ev navend, bi alîkariya saziyên civaka sivîl û malên jinan, di nav toreke piştgiriyê de dixebite ku hewl dide bi wan re be heya ku bighêjin astên rizgarbûyîna psîkolojîk, civakî û têgihîştinî.
Ji zirara fîzîkî wêdetir
Temara Mihemmed Elî, Pispora Civakî ya Navenda Şehîd Amara ye. Temara, tekez kir ku şîdeta li ser bingeha zayendî ne tenê bi bandorên wê yên fîzîkî yên berbiçav hene, di heman demê de bi windahiyên wê yên kûr ên psîkolojîk jî tê pîvandin ku pirî caran nayên dîtin. Temar Elî dest nîşan kir ku dibe bi şêweyê gefxwarinê be jî û gotinên xwe wiha domandin: “Tundiya fîzîkî pirî caran bi şîdeta psîkolojîk û sembolîk re tê, bi heqaret, şermkirin, gef û kontrolê tê xuyakirin. Ev pratîk hesta ewlehî û kêm nirxa jinê lawaz dikin, valahiyên psîkolojîk ên demdirêj dihêlin.”
‘Tundiya zayendî bi sekinandina êrîşa rasterast bi dawî nabe’
Temara Mihemmed Elî diyar kir ku şêweyên tundiyê dibin sedema nehevsengiyek hundirîn a demdirêj û bi van nirxandinan dirêjî da gotinên xwe: “Şêwazên tundiyê dibin sedem ku jin di hundir de nehevsengiyek bijîn ku tê de jin dest bi gumanê li xwe û şiyanên xwe dikin. Ev yek di biryar, têkilî û beşdariya wê ya di jiyana giştî de diyar dibe. Tundiya zayendî bi sekinandina êrîşa rasterast bi dawî nabe, bi bandorên xwe yên psîkolojîk berdewam dike ku dibe ku bi salan bi jinê re be.”
Stîgmaya civakî û ji nû ve hilberandina tundiyê
Temara Elî bal kişand ser mijara şerê civakî ku dibe sedem jin bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin û wiha got: “Şerma civakî ya bi serdana navendên piştgiriya psîkolojîk ve girêdayî, yek ji wan pirsgirêkên herî berbiçav e ku jin û keç pê re rû bi rû dimînin. Li hin derdoran hîn jî xwestina alîkariya psîkolojîk wekî delîlek lawaz an têkçûna kesane tê şîrovekirin. Ev yek, hestên şerm û bêçaretiyê zêde dike û dibe ku hin jinan neçar bike ku bêdeng bimînin û li şûna ku rû bi rûyî wê bin, tundiyê tehemûl bikin. Bandorên stîgmayê ne tenê bi astengkirina jinan ji lêgerîna alîkariyê ve sînordar in, di heman demê de heya hilberandina tundiyê di nav malbatê de jî dirêj dibin. Ji ber ku zextên civakî û têgihîştinên şaş li ser jinbûn û nirxê vediguhezînin têkiliyên dê û bav ve.”
Di qada giştî de tundiya sembolîk
Berovajî wê, şopa civakî ya bi daxwaza alîkariyê ve girêdayî ye; tundiya sembolîk di gotûbêjên giştî û çanda gelêrî de, bi rêya domandina stereotîpan ku rola jinan kêm dikin an jî wan bi rolên taybetî ve sînordar dikin, xuya dike. Ev yek di pirsyarkirina berdewam a şiyana wê ya biryardanê de, an jî şopa li ser jinên ku riyên kar an civakî hildibjêrin ku weke nêrîneke kevneşop derdikeve holê, teqlîdkirina zilam de diyar dibe. Ev tundî, her çiqas ne rasterast be jî, bandorek berhevkirî li ser hişmendiya jinan, li ser têkiliyên malbatî û zewacê ava dike. Li ser tenduristiya wan a derûnî û fîzîkî jî xuya dike, dibe sedema rewşek westandina psîkolojîk.”
Bandorên psîkolojîk ên tundiya li ser bingeha zayendî
Temara Elî da zanîn ku gelek kesên ku ji vê yekê rizgar bûne cûr bi cûr nîşaneyên psîkolojîk dikşînin, wek fikarên zêde, tirs û razana kêm û hin ji wan dikarin bibin depresyon an nexweşiya stresê ya piştî travmayê. Temara Elî ev tişt gotin: “Hin rewş şahidiya vekişîna civakî, an windakirina xwesteka avakirina têkiliyên hestyarî yên sabît dikin, wekî encama ezmûnên berê yên tundiyê an gefên psîkolojîk. Tundiya li ser bingeha zayendî dikare bi riya nexweşiyên kronîk ên têkildarî stresê yên wekî serêşên kronîk, nexweşiyên xwerin xwarinê û lawazbûna parastinê li ser laş jî şopa xwe bihêle. Di van rewşan de ne mimkun e tenduristiya derûnî û fîzîkî jî bên qutkirin.”
Başbûn wekî rêwîtiyek dirêj e
Temara Elî bal kişand ser pêvajoya başbûnê û wiha domand: “Başbûn ji bandorên tundiya li ser bingeha zayendî rêwîtiyek dirêj e bi qebûlkirina ezmûnê dest pê dike, di piştgiriya psîkolojîk a birêkûpêk re derbas dibe û dighîje xala ji nû ve avakirina baweriya bi xwe. Hêzdarkirina psîkolojîk bingeha sereke pêk tîne û bi hêzkirina civakî û aborî re dibe yek. Navenda Şehîd Amara ne tenê bi rêya rûniştinên terapiyê, di heman demê de bi afirandina qadên ewle ji bo îfadeyê, pêşvebirina zanîna maf û erkên jinan û teşwîqkirina jinan ji bo vegerandina rola xwe ya di warên malbat û civakê de dixebite.”
Temara Elî bal kişand ser girîngiya destewerdana zû û wiha pê de çû: “Destwerdana zû û piştgiriya berdewam dikare kesên ku ji tundiyê rizgar bûne, veguherîne endamên çalak di nav civakên wan de. Hejmarek ji sûdmendên bernameyên navendê paşê di nav malbatên xwe de bûn rêberên civakî, an jî çalakvanên civakî, ku bandora berhevkirî ya bernameyên piştgiriya psîkososyal nîşan dide. Hebûna saziyek piştgirî, çi navendên pispor bin an saziyên qanûnî bin, derfetên ji bo hêzdarkirinê zêde dike û hestek ewlehî û baweriyê dide jinan, bi şiyana civakê ji bo parastina wan.”
Ber bi şikandina çerxa tundiyê ve
Pispora Civakî ya Navenda Şehîd Amara Temara Mihemmed Elî, di axaftina xwe de balkişand ser armanca dawî ya avakirina civakekê ku jin tê de ne tenê wekî wêneyek stereotîpîk werin dîtin an jî berpirsiyarê tundiya li ser wan were dîtin, wek hêmanek bingehîn di pêvajoya avakirina civakî de werin dîtin. Temara nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Bi rêya hêzdarkirina psîkolojîk, civakî û madî, em dikarin çerxa tundiyê bişkînin û nifşên têgihêjtir û berxwedêrtir ava bikin, ku bikaribin bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin û beşdarî tevahî pêşveçûnên civakê bibin.”