“Navê min li ku ye”
Bi pêşengiya Lale Osmanî jinên Afganistanê li hemberî bênavî û nasnamehiştina jinan di sala 2017’an de kampanyeya bi navê “Navê min li ku ye” dan destpêkirin. Jinên pêşengî ji vê kampanyayê re dikin li gel hemû zehmetiyan jî bi îsrar xebata xwe berdewam dikin û tînin ziman ku heta her kes bi navê wan gazî jinan neke û wan nas neke dê dev ji xebata xwe bernedin.
PERWANA KİBRÎT
Kabîl - Afganistan civakek gelek kevneşop û mêrsalar e, di nava vê civakê de jin ne weke zayendek serbixwe, bi nasnavên wekî mejîreş, bêfêm, bi navê bav û mêr tên nasîn. Bi kurtasî di civakek wiha de binavkirina jinan tiştek şerm tê zanîn. Komek jinên çalak ên Afganistanê, di sala 2017’an de, kampanyayek bi navê “Navê min li ku ye” dan destpêkirin û ji bo diyarkirina nasnameya jinan dest bi xebatên xwe kirin. Ajansa me bi çend jinên di destpêka vê kampanyayê de cih girtin û roleke mezin dan ser milên xwe re hevdîtin kir. Ji bo em bizanin armanca wan ji bo rêxistinkirina vê kampanyayê çi ye û çiqas karibûne bi rêya vê kampanyayê guhertinê çêbikin bi wan re axivîn.
“Me 20 jinan dest pê kir niha hejmara me gelek zêde bûye”
Yek ji damezrînera vê kampanyayê aktivîsta civakî Lale Osmanî der barê xebatên xwe de ev nirxandin kir: “Armanca bingehîn a rêxistinkirina kampanyaya “Navê min li ku ye” ew bû ku nasnameya ku bi sedsalan e hatiye windakirin em daxwaz dikin. Li gel ku hebûna me ya fizikî heye jî navê me tune ye. Bi hejmarek ji 20 jinan di sala 2017’an de em kom bûn û me vê kampanyayê bi rêxistin kir.”
Lale Osmanî girêdayî astengiyên li hemberî wan çêbûn û hê jî bi wan re rû bi rû dimînin de dibêje: “Me bi riya vê kampanyayê li hemberî van baweriyên şaş ên civakî hemleyek dest pê kir. Ji bo sererastkirina kevneşopî û dab û nêrîtên ku hatine ferzkirin û bi sedsalan e li ser civaka me xwe sepandine, em bi astengî, biçûkxistin, heta bi tehdîdên ku canê me dixist xeterê re jî rû bi rû diman. Ev kampanya di heman demê de xwedî bandorên erênî jî bû. Li gel ku hin welatiyan piştevaniya xwe ya ji bo kampayayê dan nîşandan jî encama ked û hewldanên me, em dikarin wekî destkeftî bihesibînin; ew e ku di sala 2020’an de serokomar bi awayekî fermî ji bo navê dayikê di nasnameya kesan de were nivîsandin destûr da.”
Lale wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin dema xwedî nasnameya serbixwe bin, wê demê dikarin hem di aliyê aborî de li ser bi xwe bin hem jî di nava civakê de xwedî cihekî diyarker bin. Heya dema ku xwe weke hebûnek nayê dîtin hîs bikin wê her dem girêdayî mêr bin. Mînak li her derê bi navê dayika filanî, jina filanî, keça filanî û xwişka filanî were bangkirin, tu caran nikare bêyî hebûna mêran tu karek mîna xwendin, erk yan ji serbixwebûna aborî qezenc bike. Heya ku mêr neyê wê astê bi xwe bixwaze navê dayik, xwişk û hevjîna xwe bîne ziman ez ê vê xebata xwe bidomînim.”
“Bi naskirina Lale Osmanî re ketim nava kampanyayê”
Jineke din a pêşengî ji vê kampanyayê re kiriye Sunya Ehmedî ye ji bo xebata kampanyayê wiha dibêje: “Mijara ku ez teşwîq kirim tevli vê kampayayê bibim, dema min ferq kir navê min nayê ziman, nû ketibûm pêvajoya xwe ya ciwaniyê, li her derê bi navê bav û birayê min gazî min dikirin, ev jî bandorek mezin li ser min dida çêkirin. Heya roja ku li ser vê mijarê me bi Lale Osmanî re nîqaşek kir û di encamê de me biryar da ku em vê kampanyayê bi rêxistin bikin, ji bo em bikarin nasnameya jinan a windabûyî ji wan re vegerînin. Heya ku jin bikarin mafên xwe yên yekê ku hebûna navê wan e ez ê têbikoşim.”
Sunya Ehmedî wiha domand: “Binavkirina nav ewqas ne girîng e û ne mijarên sereke ne di jiyanê de lê ez dibêjim pir girîngiya xwe heye, ji ber ku dema navê min neyê ziman û bilêvkirina wê şerm were dîtin wê demê çawa ez dikarim mafên xwe bixwazim.”
“Di demeke nêz de em ê bigihîjin encamên gelek baş”
Pêşengek din a kampanyayê Biheşte Bihar li ser tehdîd û metirsiyên li ser wan, wiha dibêje: “Di destpêkê de em bi tehdîdên pir zêde re rû bi rû diman. Di her derê de dixwestin derbe li me bidin. Yek ji mijarên herî biçûk ew bû ku derbasî cihên taybet ên hevkarên me bûn û bi belavkirina wêneyên mirovên wan, dixwestin wan tehdîd bikin. Ji derveyî wê jî em her tim bi gotinên nexweş û tehdîdwarî re rû bi rû diman. Carna ez ji hevalên xwe yên herî nêz jî ditirsiyam, ji ber nêzîkatiyên pir hişk didan nîşandan, carna jî tirsa min ji wê ye kes zerarê weke (revandin, asît rijandin û hwd.) nede me, ji ber wê jî di cihên giştî de ez pir bi dîqet tevdigerim. Di zanîngehê de komên pir zêde xebat dikin û dijberê tevgerên bi vî rengî ne hene û jinên ku xebatên bi vî rengî dikin pir ji wan aciz in û li hemberî wan disekinin. Di nava zanîngehê de jî ez ewlehiya xwe hîs nakim, heta dor bê civakê, li gel wê jî em tu carî nefikirîn ku dev ji têkoşîna xwe berdin û em dev jê ber jî nadin. Di demek herî nêz de em ê bibin şahidên encamên erênî yên vê kampanyayê.