Nanê 'Waşûkanî' bi hilma koçberî û hêviya vegerê dipije
Sê jin bi hevre nanê bi hezkirin, bêhn û hestên koçberî û bendewariya vegera axa qedîm Waşûkanî, dipêjînin.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Koçberiya ji war, xweza, erdîngarî, dîrok û şaristaniya herî qedîm, ji wan re nebû asteng ku destê xwe bidin ber rûyê xwe, demijmêr û xulikan bijmêrin da ku rojên wan derbas bibin û bi awayekî normal bijîn. Lê têkoşîn bi şêweyekî nû hilbijartin ku ne tenê bi hevre, karekî wiha bikin ku sûdê bidin xwe û her kesê derdora xwe, da ku bi xweşiya wê keda bi xwêdan û westîn didin hîs bikin.
Nanê sêlê yê kurdî mîrate, kevneşopiyek û folklora kevnar ku bi nanpêjên nûjen re ji bo zindîbûnê û parastina ji windabûyînê re, têdikoşe. Li Rojavayê Kurdistanê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Aborî ya Kongra Star bi projeyên xwe hewl dide derfetên kar ji bo jinan ava bike û jin hîn bêtir bi çanda xwe ya dîrokî ve girêdayî bimînin û wê her zindî bihêlin. Projeya 'Waşûkanî' a nanê sêlê ji bo jinên koçber li gundê Til Nesrî ê başûrî bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê dikeve hatiye vekirin. Bi vê projeyê re hejmara projeyên nanê sêlê ji bo jinan ji aliyê Komîteya Aborî ya Kongra Star ve hatine vekirin û ketine meriyetê, dibe 4.
Projeya Waşûkanî sê jinên koçber ji pêkhateyên Kurd û Ereb ku ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ê li ser Serêkaniyê koçber bûne, hembêz dike. Piştî strandina hevîr, yek girikan çêdike ya din li ser textik vedike û ya sêyemîn bi hejandina wê ji destekî heta destê din davêje ser sêlê û wiha nanê sêlê tê pijandin.
Emîra Mihêmîd Micris ji Serêkaniyê ya dagirkirî ye, têkildarî projeya ku Komîteya Aborî ya Kongra Star di warê madî û manewî de bi wanre bû alîkar axivî.
Proje 20 rojî ye
Emîra dibêje ku sala 5’a ye ku ji bajarê xwe ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatine koçberkirin. Emîra dibêje ku piştî koçberiyê û bicihbûna li gundên Aşûriyan wan dest bi vekirina projeyên biçûk kirin e, der barê aliyê ku piştgirî da wan de wiha got: "Komîteya Aborî a Kongra Star alîkarî da me ku em vê projeya xwe ya nanê sêlê, vekin. Em sê jin li vir in, kar di navbera xwe de dabeş dikin. Yek girikan çêdike, ya din vedike û ya sêyemîn dipêje û wiha em dor dikin. Dema hevbeşiya kar hebe, zehmetiya wê tine ye. Em ji mêj ve dizanin nan çêkin lê projeya me 20 rojî ye."
Bêkariya koçberan bi vekirina projeyên biçûk û mezinkirina wê çareserî ye
Emîra Micris got ku rojane nan lêdixin û li gorî pêwîstiyên koçberên din ew dikarin çi demijmêr be xwestekên wan bicih bînin û wiha pêl da gotina xwe: "Bê cûdahî, ji bo şahî, şînan û çi bone hebe, li gorî tê xwestin em nan bi hezkirin çêdikin. Projeyên wiha biçûk her kes dikare pêşengtiya wê bike veke, bê guman ev bi alîkariya saziyên pêwindîdar pêkantir dibe. Li şûna rûniştina li mal, mirov dikare ji bo xwe û xizmetkirina derdora xwe bixebite. Her kes ne karmend e, ji lewra divê ku bêkariya koçberan bi projeyên biçûk û mezinkirina wan, kêm an jî bi dawî bibe. Ji bo wê jî em ji demijmêr 05:00’ê sibehê destpê dikin û demijmêr 12:00’an de bi dawî dikin."
'Şermbûn rûniştina li mal e'
Emîra Micris li ser nêrîna civakê ji jinan re ku dibêjin jin şerme ku kar bike re wiha nêrîna xwe li ser zêde dike û tîne ziman: "Kar ne şerme ji jinan re, şermbûn ew e ku mirov li malê rûniştî be û kar neke. Temen nabe asteng, gava ku îrade hebe temen sed sal jî be dikare di her warî de kar bike. Kar xweşiya mirov e û mirovên kar nekin û newestin dê bi xweşiya jiyanê hîs nekin. Ji bo wê dema ku em dixebitin, em bi hevre dikin."
'Nijadperestî tune em xwûşkên vê axê ne'
Emîra Micris balkişand ser hevgirtina netewan di projeyê de û wiha dewam kir: "Em hemû zarokên vê axê ne, me bihevre li ser vê axê jiyan kiriye û bi hevre jî dixebitin. Bêyî ku ferq cûdahî û nijadperestî hebe. Em hemû xwûşkên hev in di vê civakê de, ji bo wê li cem me Kurd û Ereb tine ye em yek in."
Hêviyên dawîkirina dagirkeriyê û destpêkirina jiyaneke nû
Emîra Micris birînên kobçeriya wê ku bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser tijî ne bibîr dixe û wiha dibêje: "Mala min çû, dagir kirin, niha çeteyên dewleta Tirk tê de bicih dibin. Çawa em koçber bûn, çete mala min dagir kirin û her tiştê me ji bîranînên me bigre heta hesinên bin malê hemû wêran kirin. Tiştek ser hev nehiştin. Em rûniştî bimînin û benda vegerê bin nabe, divê em ê ji nû ve jiyaneke nû destpê bikin heta dema vegerê bibe.
Daxwaza me dagirkeriya Tirk li ser bajarê me bi dawî bibe û koçber vegerin ser axa xwe. Ji her kesê ku li me guhdar û temaşe dike, ji bo dawîkirina dagirkeriya Tirk li ser axa me divê alîkar be, ji ber pêşerojek sax ya zarokan taybet û yê me bi giştî zirar dibîne."
Emîra Micris di dawiyê de bang li jinan kir ku bihêz bin û ji bo vekirina projeyan bixebitin û bikaribin bêkar nemînin.