Nahla Al-Bayeda Filistînî: Ez ê têkoşînê bidomînim

Nahla Al-Bayeda ya Filistînî ku li dijî zilma Îsraêl her dem têkoşiya û ji ber wê gelek caran hatiye girtin û rastî îşkenceyê hatiye got: “Ez jinek e Filistînî me, min carek jî dest ji erka xwe berneda û ez têkoşîna xwe berdewam dikim.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Piştî dorpêça Îsraîlê ya li hemberî Filistênê, Nahla Al-Bayed a Filistînî dest bi xebatên siyasî kir û gelek caran hat girtin. Nehla, diyar kir ku gelek caran hatiye girtin û rastî gelek bêmafiyan hatiye û da zanîn ku ruxmê vê jî têkoşîna xwe berdewam kiriye. Nahla Al-Bayed ku gelek caran hatiye girtin, weke yekem Filistîniya girtî ya gihîştiye azadiya xwe tê nasîn. Nahla Al-Bayed ji aliyê meqamên Îsraîlê ve rastî îşkenceyên cur be cur hatibû û gelek caran hatibû girtin.

‘Min tu caran serî netewand’

Nahla Al-Bayed, bi bîr xist ku ji ber xebatên xwe yên siyasî di girtîgehê de tundîtûjiyê dîtiye û got: “Di girtîgehê de ez rastî gelek îşkenceyên giran hatim. 15 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn, piştî wê dema ku gel li hemberî vê helwesta xwe nîşan dan ceza daxistn 3 salan. Di girtina min a yekem de hevpîşeyên min Fatima Afana û Fatima Murtaja jî hatin girtin. Ez rastî hemû cureyên tundîtûjî û îşkenceyê hatim, zarokên keç û jin heman muamele didîtin. Di heman demê de ji aliyê gardiyanên mêr ve ez rastî tundîtûjiya fizîkî û psîkolojîk hatim. Lê ruxmê hemû êşên ku min dikişand û gefên gardiyanan min serê xwe netewand. Ez bi sebir li bendê mam, heta ku lêpirsîna min temam bû, piştî salek girtinê hatim berdan.” 

‘Tevî îşkenceya giran jî min tı tişt îtiraf nekir’

 Nahla Al-Bayed destnîşan kir ku her dem diket girtîgehê û wiha got: “Piştî ku ez ji girtîgehê derketim jî girtina min bi dawî nebû. Di sala 1971’ê de bi sûcê endamtiya Cepheya Gel careke din ketim girtîgehê, li rûxmê îşkence û lêdanê min îtiraf nekir. Ji ber bêmafiya Îsraîlê ya li hemberî gel careke din ez vegeriyam xebatên siyasî.”

‘Jinan dixin girtîgehên herî xirab’

 Nahla Al-Bayed da zanîn ku bi taybetî jinan dixin girtîgehên herî xirab ên leşkerî û wiha domand: “Di dema girtinê de ez lê cihekî tarî mam. Cihekî wisa bû ku bêhna xwînê jêdihat û min dengê kufina maran dibihîst. Piştî salek ku bi tundîtûjiya fizîkî û psîkolojîk derbas bû, ez nû hatim berdan.”