“Na ji piran re, em ê bi xwe derbas bibin”

Leyla El-Ewjalî dirûşma xwe ya “Na ji piran re” di her komcivîn û her şahiyê de dianî ziman. Ew ji wan kesên ku mirovên xwedî hewcedariyên taybetî ji bo xwe wekî pirek bidestxistina destkeftiyên madî yan manewî ji bo xwe yan rêxistina ku tê de kar dikin dibînin nefret dike. Piştî çar komcivînan, Leyla El-Ewjalî "Na ji Piran re" weke dirûşma xwe hilbijart û navê wê li rêxistineke ku wê damezirandiye ji bo xizmeta kesên xwedî pêdiviyên taybet danî.

ÎPTÎSAM EXFÎR 
Bîngazî- Seroka rêxistina "Na ji Piran re" ya ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet Dr. Leyla El-Ewjalî dibêje: "Min navê Na ji Piran re hilbijart ku ji bo min pir girîng e. Wekî ku ji bo kesên xwedan hewcedariyên taybet jî tê pir wateyê. Ji ber ku hin rêxistinan ew kaxezên ku di wan de alîkarî tê nivîsandin an piştgiriya kesên xwedan hewcedariyên taybet bi wan tê kirin, girtine û ji xwe re dikin pirek ji bo gihandina berjewendiyên xwe yên takekesî. Ji ber vê yekê ev nav hat danîn. Bi dirûşma na ji piran re, em ê xwe derbas bikin û doza xwe biparêzin. Yên ku piştgiriya doza min dikin ez dixwazim li kêleka min bin. Jixwe komek ji kategoriya ciwan di sazkirina rêxistinê de li kêleka min sekinîn. 
“Ev nav ji destpêkê ve di fikra me de hebû”
Leyla El-Ewjalî diyar kir ku navê "Na ji Piran re" ji destpêkê ve ji rêxistinê re nehatibû danîn lê di fikra wan de hebû bi hemû çalakiyên ku wan pêk anîn re hebû û wiha got: "Em çar kesên kêmendam bûn û yên mayî ciwanên saxlem bûn dema ku me di rêxistinê de dest bi xebatê kir.”
Leyla El-Ewjalî bal kişand ku rêxistin ne pispor bû ji bo piştgirîkirina jinên kêmendam tenê lê belê li ser vê beş an kategoriyê ku jin, zarok, mêr, kal û pîr ango kesên kêmendam ji hemû kategoriyan pêk tê kar dike. Me ji aliyê civakî, mirovî, hunerî û çandî ve dest bi piştgiriya wan kir da ku em wan nîşanî civakê bidin. Gelek ji wan kesan, kêmendamiya xwe qebûl dikin lê hin kes hene ku ji kêmendamiya xwe bi neyînî bi bandor dibin û vê yekê qebûl nakin. Ji nexweşiyên psîkolojîk û pirsgirêkên reftarî yên ku li ser wan tên xuyakirin êşê dikşînin. Em jî weke rêxistin hewl didin bi destên wan bigrin û di destpêkê de em bi xebatên civakî û çandî derketine pêş.
Avakirina rêxistineke ku dikeve bin destên rêxistinên civaka sivîl 
Leyla El-Ewjalî da zanîn ku ew hewl didin ku rêxistinên di bin destên rêxistinên civaka sivîl de bin ava bikin û da zanîn ku ji bo qeydkirina rêxistinê li ser xebatên îdarî dixebitin.
Têkildarî plana karê wan piştî tomarkirina rêxistinê, Leyla El-Ewjalî got: "Komxebata rêxistinê ya yekem dê li ser xeta ragihandinê di navbera kesên kêmendam û civakê de were lidarxistin. Piraniya rêxistinên xwedan hewcedariyên taybet nizanin çawa bi rêxistinên navdewletî yên ku di warê karûbarên kesên xwedan hewcedariyên taybet de pispor re têkiliyê deynin. Em dixwazin vê komxebatê li dar bixin da ku xêzên berfireh ên rêxistinên ji bo kesên kêmendam ji wan hatine damezrandin eşkere bikin. Konferansên cîhanî û navdewletî hene û kêm caran bangî serokên rêxistinan tê kirin, her çend ew bi rêxistinên kesên kêmendam re têkildar bin jî lê yên ku li ser navê van rêxistinan derdikevin hene. Li vir em ji piran re dibêjin na û em hewl didin bi riya vê komxebatê, bang li rêxistinên kesên xwedan hewcedariyên taybet û rêxistinên civaka sîvîl bikin ku bi awayekî rast û realîst ji bo vê beşê parêzvaniyê dike. Zêdebarî çêkirina plansaziyekê û xêzkirinek taybet ji bo hemû civînên ku me dîrokên wê sala borî diyar kirine.
"Em hewl didin alavên tibî ji kesên astengdar re peyda bikin"
Leyla El-Ewjalî teqez kir ku rêxistin hewl dide fikra yekbûna kesên xwedî pêdiviyên taybet û yên din ên civakê pêk bîne û wiha domand: "Rêxistin ji bo beşeke taybet nîn e. Rêxistin ji çar beşan pêk tê ku astengdarên tevgerê, bihîstin, dîtin û derûnî ne û armanca me karê xêrxwazî ye û alîkariya gelek malbat û jinên ku li malê ne dike. Jinên astengdar hewcedarî gelek alavên tibî ne ku em hewl didin dabîn bikin.
Hejamra kesên tevli bûne ji 400 kesî zêdetir bû
Der barê kesên ku tevli rêxistinê bûne de, Leyla El-Ewjalî dibêje ku di heyama mehekê de ji ragihandina vekirina rêxistinê, hejmara endamên wê tenê li bajarê Bîngaziyê gihîştin zêdetirî 400 kesî û bi hewldanên xwe me hewl da tişta ku em dikarin ji bo vê beşê peyda bikin bidin. Saziyên me yên îdarî yên ku piştgiriyê bidin me tune ne û em di navbera xwe û van saziyan de têkiliyek datînin ku em çawa piştgiriyê bidin van malbatên kesên xwe yên astengdar hene.”
Leyla El-Ewjalî diyar kir ku rola rêxistinê tenê bi pêşkêşkirina alîkariyê re sînordar nîn e û wiha got: "Em diçin saziyan û li ser vê beşê diaxivin, ji ber ku em xwediyên dozê ne. Ji ber vê li vir em nabêjin ku karê rêxistinan di berhevkirina alîkariyan de heye û pêşkêşkirina alîkariyan tiştek hêsan e. Çawaniya razîkirina yên din ji bo piştgiriya kesên xwedan hewcedariyên taybet zehmet  e.”
Dr. Leyla El-Ewcelî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez hêvî dikim ku ev kes jî wek hemû endamên civakê bijîn. Em bi hevgirtinê dikarin vê yekê bikin lê ev yek ne tiştekî hêsan e ku kesê xwedan hewcedariyên taybet bikin nava civakê, civaka ku tu îmkanan nade wan. Li vir bandora neyînî ji pêşkêşkirina xizmetekê wêdetir dê li ser wan çêbibe. Ji ber vê yekê nêrîna reşbîn a gelek kesên kêmendam heye.”