“Min li Jinwarê dît ku hebûn ji azadiyê tê”

Dayika sê zarokan Barîn Hecî ya 30 salî ku di temenê 20 salî de bi mêrek deh salan ji xwe mezintir re zewiciye û gelek zorî dîtiye da zanîn ku bi nasîna Mala Jinê re jiyana wê guherî û got: “Wesiyeta min ew e ku rojekê tiştek bi min bê, cenazeyê min li Jinwarê veşêrin. Ji ber ku min li vir his kir ku ez dijîm û ez hebûnek im. Min li vir zanî ka heskirin û jiyana bi hev re çi ye, min li vir dît ku jin bi qedir û qîmet e.”

SARA KEREM
Hesekê - Barîn, wateya xwe bereket e. Jiyana her zindiyî bi barînê dest pê dike û xwe nû vedike. Di civakên kevnar de bi teybetî navên jinan navên xwezayê ne. Lewra di cewherê civak û civakbûnê de jin jî weke xwezayê nirxê herî mezin bû. Wê jî civak nû vedikir û zîndî dihişt. Lewra jin ji her aliyê jiyanê ve pêşenga civakê bû; bixwe jî balkêş, zindî û xweşik bû. Herwiha hêlîna zanist û çareseriya her piskirikê bû. Civakê dizani ku bedena wê jî wek xwezayê xwe her meh nû dike û demsalên xwe bi her zîndiyî re dijî. Di nava civakê de ti caran, jin ne dibû mijara şerm û namûsê. Ji ber ku ew bû sedama hebûna civakê. Lewra di civakê de jinbûn tişteke binirx bû û ciyê serfiraziyê bû. Baş e çi bû sedem ku ev hebûna binirx her tişta derheqê wê de berûvajî bibe? Emê hewll bidin, bi riya çîroka Barîn bersiva vê pirsê bidin.
Dayika sê zarokan Barîn Hecî ya 30 salî ji gundekê bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê weke gelek jinan rûbirûyî xapandin, zulm û xiyaneta zilamekê bûye. Lê agahiya wê ji şerê li dijî jinê yê bi hezarê salan tinebû, di got “qey ev qeder e; jinên bişans qedera wan baş e û yên bêşans jî qedera wan xirab e...” Belê mêrê ku bi zihniyeta mêrsalar, bi hezarê salan hatî mezinkirin, ji bo jinê bûbû qederek. Lewra jin bi bêdengî, serê xwe dide ber xwe û hewl dide ku vê qederê qebûl bike. 
Zaroka malê ya biçuk Barîn keçeke 20 salî bû. Heya wî temenî jî wê gundê xwe tenê nas dikir, ji derveyî gund neçûbû ti cihan, ti kesên derveyî malbata xwe jî nas nedikir. His dikir ku di malbatê de zêdehiyek e. Lewra xwîşkên wê jî heta zewicîn di malbatê de zêdayî bûn; malbata wan kengê û kî xwastiye ew dane wan... 
“Min wisan dizanî ku ti qedrê min nîne”
Barîn di valayiyeke mezin de bû, xwe bêheskirin û bêqedir his dikir. Kurmamê wê yê 30 salan jê mezintir, ev valayiya wê ferk kir û wek marekî bijehir, hêdî hêdî xwe nîzê wê kir û jehra xwe ya xapandinê berda nava bedena wê. Bi wê jehra dijwar, Barîn ciwantiya xwe ji bîr kir; temenê wî yê 50 salî û qurnaztiyên wî jî qet nedîtin. Lewra wê demê, pêwîstiya wê tinê bi hinek bawerî û hinek jî heskirinê hebû. Wî jî ev didît, ji ber wê karî jehra xwe berde bedena wê.
Çîroka Barinê gotina, `Dîrok di îro de îro jî di dirokê de veşartî ye’ tîne bira mirov. Ji bo wê em bi kurtayî xalek a despêka dîroka mirovayiyê bîr bînin.
Li gorî lêkolinên dîroka heqîqetê; berî ku gund û qebîle çêbin, barê jiyanê hemû li ser jinan bû (niha jî wisa ye lê şêwaz hatiye guhertin). Zilam her tim li çolan bû, hebûna wî ya di nava jiyana rûniştî de tinebû. Sirf ji bo têkiliyên zayendî dihat gel jinê, pişt re çi bi wê jinê hat, zarok çêbûn çênebûn, çawa dijiya ne li xema zilam de bû. Heta ji hebûn û nebûna zarokên xwe jî bêxeber bû. Jinan bi serê xwe cihê jiyanê ji xwe û zarokê xwe re ava dikirin û parastina xwe û zarokên xwe dikirin. Ew zarok ji pênaseya bav û hebûna wî bêxeber bû. Piştî serdeman, jinê kariye zilam kedî bike. Lê piştî kedikirina zilam ku ji bedena jinê çêdibe, şerekî dijwar li hember jinê da despêkirin. Ji qedrê jinê yê di nava civakê, hêz û xweşikbûna wê de çavnebar bû û ji bo ku hêza jinê bêxin nava destê xwe çi rêbaz û hîle neman ku li hember jinê pêk neanin. Heta ku Marduk ji bo desthilatdariyê, dayika xwe Tîamat (xwedawenda jiyanê) kir çar parçe û bi parçeyên wê jiyanek nû ku di bin zilma mêr de da destpêkirin. Ew zilm û deshilata zilam, di cîhanê de bû cenawirek ku jiyana civakan giş xist nava tora xwe ya mirinê. 
“Bê zanebûn min got erê”
Agahiya Barîn bi vê rastiya mêr ya dîrokî qet nîne û bi van gotinan dikeve xefka kurmamê xwe yê xwediyê qurnaziyên bi hezarê salan. Bi gotinên weke: “Ez kurmamê te me û ez ti carî tiştên xirab li te nakim; ezê ji te pir hes bikim û ez ti caran te tenê nahêlim, lê divê tû bi min re birevî” baweriya wê bi xwe tîne. Barîn hinekê tirsiya lê dîsa jî gote xwe; “ez dikarim baweriya xwe bidim vî kesî, hema nebe kurmamê min e û ji xwîna min e; eger ez neçim jî malbata min kengî bixwaze û kê bixwaze wê min bidinê.” Barîn bi vê fikra hinek bi tirs û tijî nakokî hema dît ku jê re got, “temam ezê bi te re bêm.”
Pişt re, wî Barîn bir bajarê Hesekê û xist nava çar diwaran. Despêkê ev ji bo Barîn tenê jiyanek nû û cuda bû, lê hêdî hêdî fêm dike ku ew di zîndanekê de ye û ji malbata xwe qut bûye. Êdî ew qet nikare hewara xwe bigihîne kesekê û kesek wê guhdar nake. Ji ber ku ew bê erêkirina malbata xwe ketiye xefkê! Lêbelê hin caran jî difikire û dibêje xwe; “ez ti caran ji bo malbata xwe ne tiştek bûm û herwiha xwîşkên min jî ji bo wan ne tiştek bûn; em bixwe ketibin xefkê an jî em bi agahiya malbatê ketibin xefka mêran heman tişte, piştî xefkê kesek li me jinan nabe xwedî!” Kurmamê Barîn kengî dixwast hingê dihat malê û kengî dixwast jî diçû, wê nedizanî ka diçe ku û ji ku tê, ew bi rojan di malê de bîrçî dima û xwe pir bêçare his dikir. 
Navê keça xwe dike Hêvî
Piştî salekê keçeke Barînê çêdibe û navê wê dike Emel ango Hêvî, ew ji bo wê hêviyek bû. Lê vê carê hevjînê wê bi mehan, bi salan venagere malê; deyîn dike û deyndarên xwe dişîne deriyê Barîn, xirabiya dike û kes diçin hesab ji Barîn dixwazin. Jiyan ji Barîn re dibe jehir, derdor û nas şûna ji zilam hesap bixwazin awir û gotinên nexweş diavêjin Barîn ê. Her cara ku dihat malê jî bi şêwazê tecawizê têkilî bi Barîn ê re didanî û dîsa diçû. Wek serdemê mêrê wehşî!
“Min xwe gelek bêçare hîs kir”
Barîn bû dayika sê keçikan lê jiyana wê her ku diçû xiraptir dibû. Êdî ne dikarî vê jiyanê tehemûl bike û xwest zarokên xwe bigre û ji wê malê dûr bikeve, vê carê jî mala mamê wê got, “ev zarok zarokên me ne!” Malbata wê jî zarokên wê qebûl nekirin, gotin “zarokên xelkê neyne mala me!” Lêbelê ew zarokên wê bûn û wê mezin kiribûn. Barîn pir bêçare ma bû û ne dizanî ka çi bike. Tişta ku dizanî êdî di wê jiyanê de nefes nedigirt û divê xwe jê xilas kiriba. 
Barîn bi dilêşiyek mezin zarokên xwe hiştin û çû gel birayê xwe, di ber xwe de difikirî û digot: “Ti caran babê wan zarokan hîs nekir ku ew zarokên wî ne, qet babînî ji wan re nekir. Lê malbata wî wek amûrekî aîdê wan, zarokên min ji nava destê min derxistin.” Edî Barîn bûbû çar parçe û sê parçeyên xwe li pişt xwe hiştibûn, lewra ji bo wê ti wateya jiyanê nemabû.
Birayê wê jê re digot; “tu hê ciwan î divê tû bizewicî.” Lê mêr li ber çavê wê reş bûbûn, baweriya wê êdî bi ti kesê nedihat û ji birayê xwe re dibêje; “100 salên din jî ez ciwan bimînin ez nazewicim, ez tinê dixwazim zarokên xwe bigirim û wan xwedî bikim. Tişta min kişandî divê ew nekişînin.”
“Bi nasîna Mala Jinê re jiyana min guherî”
Barîn dibîne eger ew dest nede jiyana xwe û vê qederê neguherîne, kesek ti caran jê re ti tiştî nake. Pişt re bi xeyalê ku wê zarokên xwe bigire, dest bi kar dike.
Piştî mehekê, malbata bavê zarokan her sê zarokan teslîmî Mala Jinê dikin, wek zarokên bêxwedî. Barîn ev bihîst û xwest zarokên xwe bigire, lê malbata wê careke din got; “em zarokên xelkê xwedî nakin.” Barîn ji xwe di pirs e; “eger zarokên min xelk bin wê demê ez kî me! Ji bo kê çi me!” Ji şerê bi hezarê salan yê li hember jinê bêxeber, lê êş û nakokiyên bi hezar salan dikişîne... 
Baweriya xwe li hember mêran, ji her alî ve qut kir û hawara xwe gihand hêz û hebûna jinê. Çû mala jinê û rewşa xwe bi Mala Jinê re parve kir. Ew êdî ne ciwaneke bêçare bû; ew jinek xwediyê tecrûbeyên bi hezarê salan bû... 
Mala Jinê roniya jiyanê di çavên Barîn de dît, diyar bû ku wê bikare jiyaneke bi zanist pêşkêşî her sê keçên xwe bike û ti caran qebûl nake ku keçên wê rahêjin qedera wê!
“Ger tişek bi min bê cenazeyê min li Jinwar ê veşêrin”
Barîn niha bi her sê keçên xwe ve li Jinwar (gundê jinê) dimîne û dibêje; “wesiyeta min ewe ku rojekê tiştek bi min bê cenazeyê min li Jinwar veşêrin. Ji ber ku min li vir his kir ku ez dijîm û ez hebûnek im. Min li vir zanî ka heskirin û jiyana bi hev re çi ye, min li vir dît ku jin bi qedir û qîmet e. Herwiha min dît ku jin îradeyeke pir mezin e û xwediya hêza çêker e. Mêr li ber çavê min pûç bû û min zanî ku mêr û zîhniyeta wî tenê baloneke pifdayî ye; hundir vala ye. Eger hebûn û hêzek hinek ji wan hebe jî bi xêra jinê ye.
Bangawaziya min ji jinên ciwan re heye; “di nava vê şoreşê de derfetên wan yên xwe kirine xwedî hêz û îrade heye. Çi dibe bila bibe divê di temenê biçuk de nezewicin û ti caran bawerî nedin mêran, ew zilm û mirin e. Bila ne jiyana mirî, jiyana zîndî hilbijêrin, êdî ev di destê wan de ye; hebûn ji azadiyê tê.”