Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo pergalek wekhev û adil xebatên xwe didomîne

Reşan Mehmûd diyar kir ku yek ji rêgezên bingehîn ên Meclisa Jinên Sûriyeyê ew e ku jinên xwedî hişmendî û rêxistinkirî, bingeha civakek azad, xwedî hişmendî û rêxistinkirî ne û wiha domand: "Meclis û hemû şaxên wê armanc dikin ku jin bikaribin di cihên biryardayînê de beşdar bibin û destûra Sûriyeyê ya nû bi awayekî ku mafên wan di hemû warên jiyanê de dixe bin temînatê û ji bo avakirina civakeke demokratîk kar bikin."

DELAL REMEDAN
Kobanê - Meclisa Jinên Sûriyeyê li kantona Kobanê bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar li ser pêşxistin û aktîfkirina rola jinan di civakê de dike û her wiha ji bo avakirina kesayetiyeke serbixwe perwerdeyan dide û hewl dide pergalek ku wekhevî û dadmendiya civakî lê serdest be ava bike. Di 8’ê Îlona 2017’an de li bajarê Minbicê yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinên Sûriyeyê ku sîwaneke siyasî, hiqûqî, civakî û çandî ye hat avakirin ku konferansa xwe ya damezrandinê di bin dirûşma "Jina rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk, piralî û ne navendî ye" li dar xist. Bêguman meclis bingeha xwe ji rola mezin a jinan, di warê fedakarî û têkoşînê de, di rûbirûbûna bi hêztirîn rêxistinên terorîst de û rûbirûbûna wan bi hemû qeyranan re ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ya di sala 2011’an digre.
Meclisa ku erka bihêzkirin û ronîkirina rola jinan di hemû waran de girtibû ser xwe, piştî biçûkxistin û çewisandina di dema şoreşa Sûriyeyê de, ji destpêka damezrandina wê ve, dikaribû jinan teşwîq û perwerde bike. Bi riya bihêzkirina rola wan di aştiya civakê de, di ware biryardayînê, beşdarbûna di hemû qadan de, beşdarbûna di nivîsandina destûra nû de û çêkirina qanûnên ku jinan diparêzin. Her wiha beşdarbûna wan di civînên navneteweyî de ji bo ku bikaribin ji pirsgirêka Sûriyeyê re çareseriyan pêşkêş bikin. 
Gelek şaxên meclisê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin
Meclisê şaxên xwe li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir, ji bo pêşxistina rola jinan di civakê de û avakirina kesayetek serbixwe ji wan re, da ku bikaribin li dijî urf û kevneşopiyên kevnar ên ku ji aliyê desthilatdarî û baviksalarî ve li ser wan hatine ferzkirin, derbas bikin.
Ji bo ku em şaxên meclisê yên li kantona Kobanê, erk û xebatên wê nas bikin, ajansa me bi endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Reşan Mehmûd re re li bajarê Kobanê hevdîtin kir.
Reşan Mahmûd der bare kar û xebatên xwe de got: "Ji bo pêşxistina rola jinên Sûriyeyê di civakê de piştî ku ji ber biçûkbûn û çewisandina di bin rejîmên desthilatdar, kapîtalîst, zîhniyeta baviksalar de êş kişandin, me dest bi avakirina Meclisa Jinên Sûriyeyê kir. Meclis ji bo yekbûna enerjî û xebatên jinan ji bo ku karibin beşdarî pêvajoya avakirin û aramiyê bibin dixebite, rêxistinên jinan û rêxistinên wan ên di nava partiyên siyasî de, nûnerên meclisan, rêxistinên civaka sivîl ên bi pirsgirêkên jinan re eleqedar in, di nava xwe de dihewîne.” 
“Armanca meclisê ew e ku jin di saziyên biryardayînê de cihê xwe bigrin”
Reşan Mehmûd diyar kir ku yek ji rêgezên bingehîn ên Meclisa Jinên Sûriyeyê ya ku ji bo pêkanîna prensîba wekhevî û dadmendiya civakî dixebite, ew e ku jinên xwedî hişmendî û rêxistinkirî, bingeha civakek azad, xwedî hişmendî û rêxistinkirî ne û wiha domand: "Meclis û hemû şaxên wê armanc dikin ku jin bikaribin di cihên biryardayînê de beşdar bibin û destûra Sûriyeyê ya nû bi awayekî ku mafên wan di hemû warên jiyanê de dixe bin temînatê û ji bo avakirina civakeke demokratîk kar bikin."
Der barê armancên Meclisê yên li kantona Kobanî de jî wiha domand: "Şaxên Meclisa Jinên Sûriyeyê li kantona Kobanê li ser hişyarkirina jinan û kategoriya ciwanan ji xeteriyên ku ew di encama adat û kevneşopiyan de rola wan di civakê de kêm dike kar dike. Her wiha wan teşwîq dike ku daxwaza mafên xwe yên rewa û serxwebûna kesayeta xwe bikin da ku di civakek wekhev û dadmendiya civakî de bi azadî û bi rûmet bijîn."
Çalakiyên sereke dersên hişyariyê yên der bare tundiya li ser jinan de ne
Der barê karê meclisê yên li Kobanê di sala 2020’an de, wê amaje kir ku şaxa li Kobanê ji karmendek îdarî û 5 endaman pêk tê ku 2 ji wan di ofîsa rêxistinî û ofîsa pêwendî, arşîv û ragihandinê de kar dikin û hemahengî bi navenda giştî re li bajarê Reqayê tê kirin. Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku wan rêzesemîner û civîn ji jinan re li dar xistine û wiha got: "Çalakiyên me yên sereke dersên hişyariyê yên der barê tundiya li ser jinan, şêwe û cureyên wê û awayê hevberdan û xwekuştinê bûn. Bi taybetî bi destpêkirina belavbûna vîrusa koronayê ku bandorên xwe li ser jinan kiriye, gelek ji wan rastî tundiya bedenî û derûnî hatine û hinek ji wan jî hizra bidawîkirina jiyana xwe kirine. Her wiha me gelek semîner li ser rewşa siyasî û rola jinan di civakê de û rola wan a di nivîsandina destûrê de li dar xistin."
Reşan Mahmûd bal kişand ku hin semîner li ser çawaniya cîbicîkirina peyman û destûrnameyên navdewletî û biryarên Encumena Ewlekariyê yên der barê jinan û mafên wan de wek CEDAW, zehmetiyên ku jin di dema borî de rastî wan hatine û çawa jin dikarin mafên xwe biparêzin û berevaniyê bikin. Zêdebarî avakirina kargehên kar de bûne û got ku ger dozên jinan neyên çareserkirin, aloziya Sûriyeyê jî çareser nabe. 
“Peywira me ew e ku em jinan hişyar bikin da ku li hemberî êrîşên dewleta tirk li ber xwe bidin”
Reşan Mehmûd bal kişand ku meclis pêwendiya xwe bi jinên hemû cîhanê re berfireh dike û wiha got: "Meclisa Jinên Sûriyeyê hewl dide qada ragihandinê bi jinên cîhanê re veke da ku karibin alîkariya hev bikin û bigihîjin çareseriyeke radîkal ji bo krîza Sûriyeyê. Gelek jinên li hundir û derveyî Sûriyeyê ji welatên Ewropayê bi riya platformên medyaya civakî bi armanca piştgirîdayîna jinan û gihandina dengê xwe ji hemû cîhanê re têkilî danîne û bi teknolojiya weşana zindî jî ders tên dayîn."
Der barê rola wan di ronahiya metirsiyên berdewam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, wê teqez kir ku erka wan ew e di vê qonaxa hestiyar û girîng de wek jinên kantona Kobanê jinan hişyar bikin da ku li hemberî gef û êrîşên dewleta tirk karibin li ber xwe bidin û got: “Ji me tê xwestin ku em wan ji metirsiyên ku jin rast tên ji kuştin, revandin, tecawiz û biçûkxistina rola wan di hemû warên jiyanê de agahdar bikin." 
Ji bo proje û pêşniyarên ji bo pêşerojê jinan amade dikin
Têkildarî girîngtirîn kar, plan û projeyên Meclisa Jinên Sûriyeyê yên di sala 2022'an de jî ev yek diyar kir: "Gelek proje û pêşniyarên pêşerojê hene ku em ji bo piştgirî û alîkariya jinan amade dikin, bi taybetî yên ku di şert û mercên gelekî dijwar de dijîn. Di nav van projeyan de pêşkêşkirina piştgirîkirina aborî, afirandina derfetên kar ji bo wan û dîtina çareyên nîvradîkal ji pirsgirêkên ku di şert û mercên heyî de dijîn." 
Reşan Mahmûd di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku ew ê hewl bidin wekheviya zayendî û dadmendiya civakî pêk bînin ku ji bo vê yekê pêwîstî bi dem û hewldana zêdetir heye, ji ber ku civak hewcedarê hişyariyê ye. Wê bang li hemû jinan kir ku ji rêxistin û saziyên jinan ên ji bo alîkariya wan dixebitin û pirsgirêkên ku jiyana wan asteng dikin derbas bikin alîkariyê bixwazin.
“Divê ku jin bi xwe bawer bin û xwe bispêrin xwe”
Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Kantona Kobanê Ula Talib ku ji pêkhateya Ereb e jî diyar kir ku ew di nava komîteya rêxistinî ya meclisê de dixebite û wiha got: "Karê min girêdayî serdana saziyan û hemahengiya bi wan re ji bo hevdîtinan û dayîna dersên hişyariyê ji jinan re ye. Çi li hundir û çi li derveyî Kobanê ez bi wan re mijûl dibim."
Li ser sedema hilbijartina tevlibûn û karkirina di Meclisa Jinên Sûriyeyê jî wê destnîşan kir ku ew tevli meclisê bûye da ku bikaribe xwe bispêre xwe, ji bilî hişyarkirina jinên rastî tundiyê tên û wiha pê de çû: "Ez bang li hemû jinan dikim ku bi hêza xwe û bi xwe bawer bin da ku karibin hemû zehmetiyên di civakê de çêbûne û wan asteng dikin derbas bikin. Li gorî tecrubeya xwe, ez bûm kesayetiyek bihêz û di hemû biryarên çarenûsî de ez itîmad didim ser xwe. Jin divê di nava civakê de tevbigerin û tevlî sazî û rêxistinên jinan bibin da ku mafên xwe yên rewa biparêzin."