Mamosteyên Ermen: Zimanê dayîkê mafê me ye

Li parêzgeha Hesekê 39 mamoste û zêdetirî 600 xwendekarên Ermen di bin sîwana saziya xwe de bi zimanê xwe perwerde dibin. Mamosteyan xwest li Sûriyeya nû rengîniya zimanî were naskirin û bi zimanê Ermen li dibistanan wane werin dayîn.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Piştî komkujî û koçberiyên ku di dîrokê de li ser gelê Ermen hatin ferzkirin, parastina ziman, çand û nasname ji bo nifşên li derveyî welat û li Sûriyeyê, di van çend salên dawî de bû mijareke girîng. Bi destpêka Şoreşa Rojava û avabûna pergalên civakî û perwerdeyê re di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ji bo civaka Ermen jî derfet çêbû ku xwe li dora ziman û çanda xwe bi rêxistin bike û nifşên nû bi zimanê dayîkê perwerde bike.

Îro li parêzgeha Hesekê, ev xebat di qada perwerdeyê de li saziya zimanê Ermen berdewam dike û mamosteyên Ermen daxwaza nasîna zimanê xwe û parastina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê dikin.

Têkildarî vê mijarê mamosteyên zimanê Ermen, tekez kirin ku ziman tenê amûreke ragihandinê nîn e, beşek ji nasname, dîrok, hiş û çanda civaka Ermen e.

39 mamoste hene û zêdetirî 600 xwendekarên Ermen bi zimanê dayîkê dixwînin

Li parêzgeha Hesekê 39 mamoste di warê perwerdeya bi zimanê Ermen de dixebitin û hejmara xwendekarên ku bi zimanê Ermen perwerdeyê dibînin ji 600 kesan zêdetir e. Mamosteyên Ermen dixwazin ev perwerde berdewam bike û nifşên nû bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibînin.

‘Zimanê dayîkê nasname û çanda me ye’

Mamosteya zimanê Ermen Nesrîn Îsa ya ji sala 2019’an û vir ve di warê zimanê Ermen de dixebite û niha li saziya zimanê Ermen mamostehî dike, got ku armanca wan ew e zimanê dayîkê ragihînin nifşên pêşerojê û civakê li ser hebûna gelê Ermen û zimanê wî agahdar bikin.
Nesrîn Îsa, destnîşan kir çawa li Sûriyeyê zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî hene, zimanê gelê Ermen jî heye û divê ev ziman were parastin Nesrîn Îsa, daxwaz kir ku hikûmeta nû zimanê Ermen nas bike û di dibistanan de perwerdeya bi vî zimanî were dayîn da ku mafên gelê Ermen û hebûna zimanê wan bê parastin.

‘Zimanê dayîkê mifteya dîrok û çandê ye’

Mamosteya zimanê Ermene Hena Himada ya di saziya Zimanê Ermen de cih digre û perwerde dide, diyar kir ku zimanê dayîkê tenê amûrek ji bo ragihandinê nîn e, beşek ji nasname, hiş û amûra parastina dîrok û çandê ye û wiha got: “Fêrbûna zimanê dayîkê riyeke ji bo domandina nasnameyê ye û mirov bi zimanê xwe dikare xwe, hestên xwe û ramanên xwe bi awayekî rasttir îfade bike.”
Hena Himada, da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo zarok û nifşên nû girîng e û wiha pê de çû: “Ji ber ku em tenê dikarin bi riya zimanê xwe ziman, raman û çanda xwe biparêzin û bigihîjînin nifşên pêşerojê.”

‘Divê li Sûriyeya nû hemû ziman werin naskirin’

Mamosteya zimanê Ermen Fîroz Abdullah jî dibêje ku rejîma berê ji ber rengîniya zimanî û çandî ya li Sûriyeyê nas nedikir, mafên gelek pêkhateyan asteng dikir. Fîroz Abdullah, destnîşan dike ku civaka Ermen li Sûriyeyê dixwaze bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibîne, ji bo vê yekê kadroyeke mamosteyên zimanê Ermen heye û got: “Em dixwazin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û di heman demê de zimanên din jî fêr bibin.”

Fîroz Abdullah, di dawiya axaftina xwe de got ku divê Sûriye li ser nasîna hemû ziman û çandên ku lê hene were avakirin û zimanekî tenê li ser pêkhateyên civakê neyê ferzkirin.