Malbatên zarokên di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûn behsa wan kirin

Dê û hevalên zarokên ku li Til Rifetê ji aliyê dewleta dagirker a tirk ve hatin şehîdxistin gotin ku her kêliya jiyanê ew di bîra wan de ne, her ku deriyên xwe vedikin ew tên ber çavên wan û divê ku hesab ji kujeran were pirsîn

.
HESNA MIHEMED
Şehba- Di roja 2'yê Kanûna 2019'an de dewleta tirk a dagirker komkujiyek dijmirovî li dijî zarokên koçberên Efrînê li bajaroka Til Rifetê yê kantona Şehbayê pêk anî. Di vê komkujiyê de sivîl û 8 zarokên bê guneh û sûc bûn qurbaniyên êrîşên dewleta tirk û wek perperîkan bi ezmanan ketin. Di saetên nîvroyê de, zarok piştî ku dibistanê vedigeriyan, li ber deriyên malên xwe di bin tava rojê yaku wan ji sermeya zivistanê diparast û ji bo hesreta dûrketina ji welat hinek be jî dibû derman, ji xwe re dilîstin û xeyalên xwe bi lîstokên cur bi cur drbas dikirin. Di wê kêliyê de kenê ku li ser lêvên wan zarokan hebû, ji nişkave veguherî xwîn û êşê. Lîstokên ku xem û xeyalên xwe li kolanan bi wan direvandin li şûna wan sêwî man. Di heman demê de 12 zarok jî di vê komkujiyê de birîndar bûn û her yekê ji wan perçeyek canê xwe winda kirin û astengdar man. Li cem gelê Efrînê ev komkujiya herî bi êş û azar bû. Dayikan parçeyên zarokên xwe ji kolanan kom dikirin û qîrîna wan digihîşt ezman lê mixabin tu kesê hewara wan nebihîst û der barê vê komkujiyê de hemû dewlet bêdeng man. Du sal di ser komkujiyê re derbas bûn lê heya vê kêliyê jî ew perperîk, bi heval, mamoste û malbetên xwe re dijîn.
Li şûna pêkanîna komkujiyê sala borî Partiya Sûriyeya Pêşerojê di salvegera yekemîn de wek sembola bîranîna şehîdên zarok çerxerê ava kir û li ser wê navê zarokan hatin nivîsandin. Bi hatina salvgera 2'yemîn a komkujiya Til Rifetê dayik, mamoste û rêhevalên şehîdên komkujiyê ji ajansa me re behsa jiyana wan kirin.
"Her ku deriyê xwe vedikim ew bûyer tê pêş çavên min"
Dayika şehîd Arêf Esmehan Xilo yê di temenê xwe yê 7 salî de di wê bûyerê de şehîd ket, behsa jiyana Arêf tevgera wî ya di jiyanê de dike û wiha kurê xwe bi bîr tîne û dibêje: "Arêf bû du sal şehîd bûye û ji nav me dûr ketiye. Gunehê zarokek refa yekemîn dixwîne çi bû ku hat qetilkirin? Gelek liv û tevgerên wî li malê û dibistanê hebûn. Heya vê kêliyê ew ji bîra me neçûye. Birayê Arêf gelek bêriya wî kiriye, dixwaze ku weke berê bi hev re bilîzin û rojên xwe derbas bikin. Min êş û azara şewitandina kezebê dît naxwazim dayikek ji bilî min bibîne ji ber ku gelek bi êş e. Ev bû da sal heya niha min bawer nekiriye ku kurê min şehîd bûye. Arêf gelek bi min ve hatibû girêdan. Komkujî li pêşiya deriyê mala min pêk hat her roj dema deriyê malê vedikim ew bûyer tê pêş çavên min. Ez hîs dikim ku parçeyek ji min kêm û winda ye û her lê digerim nabînim."
"Arêf zarokek jîr û jêhatî bû"
Hevala şehîd Arêf Berfîn Ebd El Hemîd ku bi hev re li dibistanê bi zimanê dayikê dixwendin dibêje ku wan gelek ji hevalên xwe hez dikir lê dewleta tirk ew ji wan standin û şehîd xistin û wiha vedibêje: "Di refê de Arêf hevalê min bû ew zarokek jîr û jêhatî bû di xwendina xwe de, di heman demê de Arêf gelek ji hevalên xwe hez dikir û bi wan re dilîst. Min gelek bêriya hevalên xwe kiriye xwezî min ew careke din bidîta û pê re bilîstama."
"Heya niha hesab ji kujeran nehatiya xwestin"
Mamoste Sîham Koto ya zimanê Kurdî fêrî zarokên şehîd ketine dikir jî ew bi bîr anîn û wiha pê de çû: "Zarokên ku di komkujiyê de şehîd bûne hinek ji wan şagirtên min bûn. Dema komkujî pêk hat gelek bi min zehmet bû. Mafê her zarokê heye, di vê jiyanê de bi zimanê xwe bixwîne û hîn bibe lê ev maf ji zarokên Efrînê tê standin û di nav bêdengiyek cîhanî de ev yek pêk tê. Komkujiyê bandorek giran li hevalên wan kir lê nehişt îradeya şagirtên min bê şikandin. Heya vê kêliyê tu saziyên mafên mirovan bi taybetî, saziyên mafên zarokan ji bêdengiya xwe dernektine û hesab ji kujeran nehatiye xwestin. Ev komkujiya herî bi êş û azar e ji bo min."
"Xwezî wan niha bi me re xwendina xwe bidomandana"
Her du zarokên bi navê Mihemed Hesen û Emîna Qenber ku rêhevalên zarokên şehîd bûn wiha hestên xwe tînin ziman: "Em û hevalên xwe yên şehîd bi hev re dilîstin. Em zarok in gunehê me tune ye. Çima em tên qetilkirin û ji dibistan û malbata xwe dûr dikevin. Xwezî ew niha bi me re bûna û me xwendina xwe bi hev re bidomanda."