Malbatên gundê Qurunfîl hê jî êşa komkujiyê dikşînin

Di encama şer de gelek malbatên li Sûriyeyê êş kişandine û bi taybetî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku dewleta tirk a dagirker di 9'ê Cotmeha 2019'an li ser herêmên weke Serêkaniyê û Girê Sipê pêk anî de êş û trajedî zêdetir bûn.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Di şerê ku bi salan e li Sûriyeyê didome de gelek malbatan zirar dîtine. Jina bi navê Nîroz Mehmûd Alo 25 salî ye ji lingê xwe bi giranî birîndar bûye, xwişka wê ya bi navê Roskan 24 salî ye, guhekî wê êdî nabihîze, lingekî wê hatiye jêkirin, ji rûyê xwe birîndar bûye û milek wê jî hatiye şikandin, ji ber perçeyên ku di bedena wê de ne.
Ferîda Mihemed 50'î salî ye ji gundê Qurunfîl ê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî ye, dayika 6 zarokan e. Ferîda Mihemed got ku bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirkiyeyê re, li ser gundê wan re, ew ber bi bajarê Reqayê ve çûne lê kurê wê biryar da ku vegere û wiha berdewam kir: "Êrîşên hovane zêde bûn û du kurên min, du keç û du zarokên birayê min li malê bûn."
"Balafirên dewleta tirk zirar dan malbata min"
Dema ku balafirên Tirkiyeyê di 20'ê cotmeha 2019'an de mala wan bombe kir, deh roj piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, hejmarek endamên malbatê şehîd bûn û ferîda Mihemed da zanîn û got: "Balafirên dewleta tirk zirar dan malbata min, kurê min Mehmûd Alo yê 20 salî û kurê birayê min Hecî Mihemed Salih Ehmed ê 20 salî şehîd bûn û keça min Nîroz a 25 salî ji lingê xwe bi giranî birîndar bû û keça min Roskan a 24 salî êdî nabihîze û lingê wê hat jêkirin, ji ber perçeyan di rûyê wê de birîndar bû û milê wê hat şikandin."
"Pir hovîtî kirin"
Dema ku wan eşyayên xwe xistibûn wesayîdên xwe da ku koçber bibin, tişta lê rast hatine wiha dibêje Ferîda mihemed: "Wan rehm li me nekir û mirovên ku bi biskilêtên xwe direviyan ji wan xelas nebûn, kurê birayê min ê ku bi kurê min re şehîd bû beriya niha dema ku li ser traktora xwe bû hatibû şopandin, çarenûsa wî bû ku ew û kurê min bi hev re şehîd bibin." 
"Piştî ku çeteyan komkujî pêk anîn dest bi talankirin û wêrankirinê kirin"
Der barê talankirin û wêrankirina çeteyan ji mal û milkên gel Ferîda Mihemed got: "Ez bi  temenê xwe êdî mezin im, ez û hevjînê xwe bi dermanan dijîn û canê zaroka min de perçeyên çekan hene tevî ku me protez li lingekî keça xwe xist jî pêdivî heye ku em ji bo derxistina wan perçeyan ji canê keça min, wê emeliyat bikin. Tu rêxistinên mirovî alîkariya wan nekiriye. Tenê rêveberiya xweser emeliyata yek ji keçên wê girtiye ser xwe.”
"Pêwîst e kesên tewanbar cezayê xwe bibînin"
Ew hêvî dike ku ewên tawan û komkojî kirine werin cezakirin, ji ber ku malbata wê ne tenê ye ku zerar dîtiye lê bi hezaran malbat hene zirarên mezin dîtine her wiha Ferîda Mihemed pêgiriya xwe bi vegera li mala xwe piştrast dike û dibêje: "Heke ne li welatê ku em lê hatine dinyayê be, em nekarin li vê cîhanê bijîn" û daxwaza piştgiriyê dike ku dermankirina keçên xwe peyda bike.
"Mala me bêsûc hat bombebarankirin"
Nîroz Mihemed Alo 25 salî ye beriya erîşa dagirkeriya Tirkiyeyê wê û xwişka xwe li gund karê mamostehiyê dikirin. Li ser vê yekê Nîroz wiha dibêje: "Em pir kêfxweş bûn lê ev yek nedomiya û mala me bêsûc hat bombebarankirin, îro em hem ji aliyê derûnî ve hem jî fizîkî ve êşê dikşînin."
"Hesab ji dewleta tirk nehat pirsîn"
Her wiha nîroz Mihemed li gotinên xwe zêde kir û got: "Malperên medyaya civakî ji ber qetlîama ku li dijî me qewimîbû dagirtîbû lê tevî vê yekê jî Tirkiyeyê cezayê ku heq dikir negirt û hesab jê nehat pirsîn. Ev bêdengiya heyî dibe sedem ku Tirkiye komkojiyan berdewam bike. Êrîşên dewleta tirk pir zirar dan me û heya niha li deverên dagirkirî van ziraran didomîne lê em ê refên xwe bikin yek da ku wê bi bin bixin û herêmên xwe rizgar bikin."
Nîroz Mihemed Alo bang li rêxistinên têkildar dike ku piştgiriya wan bikin da ku dermankirinê berdewam bikin, ji ber ku ew û xwişka xwe hewceyê gelek emeliyatên giranbuha ne.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî bêtirî 200 hezar kes ji deverên xwe koçber bûne ji ber êrîşên Tirkiyeyê di encama komkujiyên hovane de li dijî sivîlan. Her wiha çeteyan mal û milkên sivîlan talan kirine û koçber jî di konan de dijîn ji ber ku malbatên çeteyan niha di malên wan de dijîn.