Malbat ji bo xwendina zarokên xwe deyndar dibin

Mamosteya Kurdî Nesrîn Ehmed balê dikişîne ser cihêkarî û neheqiya di sîstema perwerdeyê de.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Cihêkarî diyardeyek e ku di gelek warên jiyanê de rûbirûyê mirovan dibe, lê yek ji qadên ku herî bi zêde xwe lê dide der qada perwerde ye. Di pergala perwerdehiyê de cihêkarî weke çekekê tê bikaranîn ku bandorê li hemû jiyana zarok dike û di heman demê de serdema mezinbûnê jî şekil dide. Silêmanî yek ji wan cihan e ku ji ber kêmbûna derfetên dibistanên fermî û zêdekirina hejmara xwendekaran ji şiyanên wan, sîstema xwendinê tê nîqaşkirin. Malbat tercîh dikin ku zarokên xwe wekî çareya dawî bişînin dibistanên taybet. Malbatên ku nikarin debara vê rewşê bikin, rîska deynkirinê wekî çareya dawî digirin dest. Nesrîn Ehmed ku li Dibistana Şehîdan a Qirga dersên Kurdî dide, bal kişand ser cihêkariya di sîstema perwerdeyê de û ronîkirina wê ya li ser civakê.

 ‘Malbat ji bo kêfxweşiyê zarokên xwe dişînin dibistanên taybet’

Mamoste û pispora zimanê Kurdî ya li dibistana Şehîdên Qirge li bajarê Silêmanî Nesrîn Ehmed  der barê cudahiya di nava dibistanên hikumetê û taybet de axivî û got: “Ji ber qerebalixî û hejmara zêde ya xwendekaran li dibistanên hikumetê, xwezaya tendirust, şêwazê dersgotinê û teknîkên ku mamoste li dibistanên taybet bi kar tînin, wisa kirine ku malbat zarokên xwe bibin dibistanên taybet. Hemû dayik û bav dixwazin zarokên wan li dibistanên herî baş bixwînin, ji ber wê malbatên ku di aliyê aborî de rewşa wan gelek baş e zarokên xwe dibin dibistanên taybet û ew malbatên ku rewşa wan a aborî nebaş e her dem hewl didin pere kom bikin da ku zarokên xwe bişînin dibistanên taybet.”

‘Di polek de 40 xwendekar hene’

Nesrîn Ehmed a behsa hejmara xwendekaran kir, wiha got: “Li gorî teknîk û sîstema gotina dersan divê di her polê de hejmara xwendekaran ji 25 zêdetir nebe. Lê belê dibistanên hikumetê berovajî vê ne, hinek caran wisa ye ku hejmara xwendekaran di polekê de digihîje 40 xwendekaran. Ev jî bandorê li ser fêrbûna xwendekaran dike. Li dibistanên taybet di her polek de ji 25 zêdetir xwendekaran nagirin. Ji derveyî dibistanên taybet cudahî di navbera dibistanên hikumetê de jî heye, hinek ji dibistanên hikumetê sîstema dibistanên taybet bi cih dikin.”

‘Dibistan hene ku heta niha pirtûk negirtine’

Nesrîn Ehmed wiha behsa kêmxemiya dibistanên hikumetê kir: “Li dibistanên hikumetê, pêwîstiyên xwendinê bi yeksanî dabeş nakin, xwendekar hene heta niha jî pirtûkên nû negirtine û pirtûkên kevin dixwînin. Girîngî nadin mamosteyên dibistanên hikumetê. Ev jî wisa dike ku mamoste sar bibin. Her çendî mamoste gelek baş in û hewldanên zêdetir didin jê lê belê spasnameyek û destxweşiyek ji aliyê wezareta perwerdeyê ve nayê kirin.”

‘Dibistan cudahiya çînan zêdetir dike’

Nesrîn Ehmed bi bîr xist ku cudahiya çîna her dem hebû lê belê dibistanên hikumetê û teybet ev yek zêdetir kirine, ji ber teknîkên baş li dibistanên taybet tên bikaranîn. Ji ber ku li hemberî wê pereyek zêde ji malbatan digrin. Her çendî di dawiyê de dibistanên taybet û hikumetê di pola 12’an de diçin ser heman riyê jî lê belê xwendekarên dibistanên hikumetê di ezmûnên zanîngehê de pileyek bilindtir bi dest dixin. Ev cudahî di zanîngehan de her dem berdewam dike.”

Di dawiyê de mamoste Nesrîn Ehmed wiha got: “Malbat di dibistanên taybet de hevkariya mamosteyan dikin ji ber bi xwe pere didin. Lê belê li dibistanên hikumetê gelek caran gazî malbatan tê kirin ji bo der barê rewşa xwendekaran de biaxivin lê malbat vê yekê paşguh dikin. Gelek caran xwendekarek zîrek ji ber kêmxemî û pirsgirêkên malbatê ji waneyan bi paş dikeve û li dibistanên hikumetê xwendekarên nehewat û yên sekan hene, ev jî bandorê li ser perwerdeyê dike. Divê girîngî ji bo dibistanên hikumetê bê nîşandan, li gorî pêwîst dike bi dibistan, mamoste û rêxistinan re semîner werin dayîn da ku cudahiya çînan kêmtir bibe. Ji ber ku armanca me pêşxistina kesên di nava civakê de ye.”