Li Yemenê hejmara zarokên ji dibistanê derketine ji 3.7 milyonî zêdetir e
Di demekê ku li Yemenê bi destpêka sala nû ya xwendinê re dibistan û zanîngeh ji nû ve vebûne de, UNICEF’ê ragihand ku hejmara zarokên ji dibistanê derketine ji 3.7 milyonî zêdetir e. Mamoste û xwendekar di nav şer de jî neçar in perwerda xwe bidomînin.
RAHMA ŞANZOR
Yemen – Li Yemena ku ji ber şer û pevçûnan tengav bûye, bi destpêkirina sala xwendinê re dibistan û zanîngeh ji bo xwendekaran dîsa vebûn. Ev rewş ji bo xebata baş a pêvajoya perwerdehiyê, bi taybetî jî li deverên ku ji ber aloziyên ewlehiyê bandor bûne, dijwariyên nû derdixe holê.
Rêwîtiya di bin bomberanan de
Vegera fêrbûna bi awayekî rûbirû, di nav rastiyeke perwerdehiyê de tê ku ji ber pevçûn, koçberî û xirabûna şert û mercên aborî yên bi salan girantir bûye. Ev faktor bandorê li ser şiyana hin xwendekaran dikin ku bighîjin perwerdehiya xwe û berdewam bikin. Her wiha, destpêka sala xwendinê vediguherînin serdemek ku tijî fikarên li ser ewlehî, aramî û rastiyên jiyana rojane ye.
Li Taîza ku bûye bajarek ji ber pevçûnên bi salan wêran bûye, xwendekar hewl didin ku perwerdehiya xwe bidomînin, di nav tirsa bombebaran û teqînên ji nişka ve de çêdibin. Daxuyaniyên xwendekar û akademîsyenan nîşan didin ku ev tirs ji deriyên saziyên perwerdehiyê wêdetir diçin, dighîjin malbatên ku di rêwîtiyên xwe yên ber bi dibistan û zanîngehan ve ji ewlehiya zarokên xwe ditirsin.
Şems Fikrî, xwendekara sosyolojiyê ya li Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Taîzê ye. Şems, xwendina xwe bi fikarên ku di kêliya ku ji malê derdikeve û diçe zanîngehê de dest pê dike û di seranserê waneyê wê de berdewam dike de didomîne. Ji ber ku rageşiyên leşkerî li eniyên cûda yên derdora Taîzê zêde dibin.
‘Bi şerê nû ve, ji ber bombebarankirin û teqînan tirs hene’
Şems, dibêje ku vegera wê ya dibistanê îsal ezmûnek e ku ji her tiştê ku wê berê qet nekiriye cuda ye. Şems, hestên xwe wiha tîne ziman: “Fikarên ewlehiyê niha di her hûrgiliya roja min de hene. Ji derketina ji malê bigre heya gihîştina zanîngehê, ez bi berdewamî ji bombebarankirin û teqînên ji nişka ve ditirsim. Ez hîs dikim ku rewş guheriye. Berê, hestek ewlehiyê ya nisbî hebû, lê niha bi şerê nû ve, ji ber bombebarankirin û teqînan tirs hene.”
Li gorî Şems Fikrî, ev fikar ne tenê bi wê û hevalên wê yên polê ve sînordar e, dighîje malbata wê ku bi bêsebrî li benda vegera xwe ya malê ne. Şems fikarên malbatan wiha tîne ziman: “Malbatên me dema ku em ji malê derdikevin pir xemgîn dibin. Dê û bavên me bi berdewamî ditirsin ku tiştek xirab bê serê me. Tevî van tirsan, em hêvî dikin ku şer biqede da ku xwendekar bikaribin perwerdehiya xwe bidomînin bêyî ku ji rageşiyên zêde bitirsin.”
UNICEF: Hejmara zarokên ji dibistanê derketine ji 3.7 milyonî zêdetir e
Nîgeraniyên Şems Fikrî di çarçoveya rastiyeke perwerdehiyê de derdikevin holê ku ji ber encamên pevçûnên bi salan girantir bûye. Ji bilî fikarên ewlehiyê yên ku hin xwendekar di rêya xwe ya ber bi dibistan û zanîngehan de pê re rûbirû dimînin, perwerde bi pirsgirêkên din re jî rûbirû ye. Di nav wan de zirara bi hezaran dibistanan, koçberî û zehmetiya gihîştina saziyên perwerdehiyê hene.
Agahiyên hikûmetê nîşan didin ku nêzî 3 milyon zarok ji ber zirar an wêrankirina nêzî 3 hezar dibistanan ji perwerdeyê bêpar mane. Di heman demê de UNICEF hejmara zarokên ji dibistanê derketine ji 3.7 milyonî zêdetir texmîn dike. Krîz ji ber zirar an ji nû ve bikaranîna nêzî 2 hezar û 916 dibistanan û dayîna mûçeyên bêrêkûpêk ji du ji sêyan zêdetir ji nêzî 172 hezar mamosteyan ji sala 2016’an vir ve hîn bêtir giran dibe. Ji ber koçberiya berdewam, dûrbûna ji dibistanan, xetera teqemeniyan û kêmbûna mamosteyên jin, vegera hin xwendekaran bo polan tijî pirsgirêkên ku ji serkeftina akademîk wêdetir diçin û bandorê li ser şiyana wan a berdewamkirin û domandina perwerdehiya xwe dikin.
Koçberî dibe sedema dijwariyek zêde
Dr. Lîbya El-Şercabî, akademîsyenek li Zanîngeha Taîzê ye. Ew bawer dike ku vegera xwendekaran bo perwerdehiya wan nayê wê wateyê ku tirsên têkildarî zêdebûna leşkerî bi dawî dibin. Her wiha rave dike ku bombebaranên ji nişka ve ji bo hin xwendekaran çavkaniya fikaran dimînin û ev tirs dibe ku hin kesan ber bi devjêberdanê ve bibe. Dr. Lîbya, berdewamiya perwerdehiyê bi şert û mercên cuda yên ku xwendekar tê de ne ve girê dide û dibêje ku “Koçberî ji bo hin xwendekarên ku neçar mane malên xwe biterikînin, dibe sedema dijwariyek zêde. Hejmarek xwendekarên ku neçar mane deverên peravê biterikînin, ji ber ku ew ji dibistanên xwe û jîngehên fêrbûnê yên naskirî veqetandî ne. Ji bo berdewamiya perwerdehiya xwe têdikoşin.”
Dr. Lîbya destnîşan dike ku koçberî pirsgirêkek mezin e, nemaze ji bo kesên ku ji deverên peravê hatine koçberkirin û wiha didomîne: “Ji ber ku xwendekar ji dibistanên xwe dûr in, ji perwerdehiyê qut bûne û ji bilî kaosa ku ew dijîn, xwe di rewşek dijwar de dibînin. Berdewamiya şer dikare pirsgirêkê xirabtir bike û vegera xwendekaran bo dibistanên xwe yên resen hîn dijwartir bike. Heta ku şer nesekine û şert û merc rê nedin vegera wan, xwendekarên li deverên peravê dê nikaribin perwerdehiya xwe li dibistanên xwe yên resen bidomînin.”
Malbat û xwendekar hewl didin ku tevî van şert û mercan perwerdehiya xwe bidomînin
Bi zêdebûna ragêşiya leşkerî ya berdewam li gelek eniyan, vegera xwendekaran bo dibistan û zanîngehan xuya dike ku ji destpêka salek akademîk a nû pir zêdetir temsîl dike. Ji bo hin kesan, gihîştina perwerdehiyê bi fikarên ewlehiyê, koçberiyê û zehmetiyên aborî yên ku di salên şer de kom bûne ve girêdayî ye. Ji ber ku malbat û xwendekar hewl didin ku tevî van şert û mercan perwerdehiya xwe bidomînin, bidawîanîna dijminatiyê û avakirina hawîrdorek ewle û aram ji bo mîsogerkirina ku pevçûn û koçberî li pêşiya mafê perwerdehiyê nebin astengiyek daîmî, ji bo nifşek nû ya Yemeniyan pir girîng e.