Li Yemenê dîwarê pêşdaraziyan li pêşiya jinên astengdar
Jinên xwedî pêdiviyên taybet li Yemenê tevî xwendin û serketinên xwe jî ji ber qanûnên nayên bicihanîn û binesaziya kêm li derveyî kar tên hiştin, lê bi îsrar li ber xwe didin.
RANIYA ABDULLAH
Yemen – Têkoşînên ku jinên xwedî pêdiviyên taybet li Yemenê pê re rûbirû dimînin, ji seqetiyê bi xwe wêdetir diçin. Çîrok û serpêhatiyên wan valahiyek di navbera şiyan, jêhatîbûnên wan ên rastîn, derfetên beşdarbûn û serxwebûna wan ên rastîn de, eşkere dikin.
Dijwariyên ku Fathiyê Abdullah a 35 salî pê re rûbirû dimîne, ne ji şiyan an jêhatîbûnên wê, bêtir ji stereotîpan, newekheviya di navbera bendên yasayî û pêkanîna wan a pratîkî de derdikevin. Pêşdaraziyên ku tenê ji ber ew jinek kêmendam e li ser wê têne kirin jî bi ser de tên.
Pêşdaraziya li dijî kesên kêmendam
Fathiyê Abdullah jinek kor e û endama Komeleya El-Aman a ji bo Lênihêrîna Jinên Kor e. Fathiyê niha wek mamoste li dibistana Duroob El-Xair ji bo koran dixebite û ji Koleja Perwerdehiyê ya li Taizê başûrê rojavayê Yemenê, bawernameya lîsansê di Perwerdehiya Taybet de girtiye. Fathiyê Abdullah pêşdaraziya li dijî kesên kêmendam wek yek ji girîngtirîn dijwariyên ku ew pê re rûbirû maye destnîşan dike. Fathiyê bawer dike ku pirsgirêk ne di windakirina hestê de ye, her wiha civak çawa kesên kêmendam dibîne. Fathiyê destnîşan dike ku ev têgihîştin dikarin kesên jêhatî ji derfetên perwerde, kar û beşdariya civakî bêpar bihêlin.
Fathiyê Abdullah li şûna vekişînê bikaranîna perwerde û kariyera xwe wek platformek ji bo nîşandana jêhatîbûna xwe, çêtir dît. Fathiyê xwendina xwe heta mezûniyetê domand û paşê xwe da ser fêrkirina kesên kêmendam ên dîtinê.
‘Medya dikare rolek girîngtir di vê veguherînê de bilîze’
Ew di heman demê de beşdarî çalakiyên hunerî û civakî dibe ku di nav de nivîsandin û adaptekirina skecan jî heye. Fathiyê Abdullah rêwîtiya xwe wek veguherînek ji tecrîdê ber bi tevlîbûna çalak ve nîşan dide û dibêje: “Rûbirûbûna bi rûreşkirina ku min pê re rûbirû ma ne hêsan bû, lê min dît ku serkeftin û xebat rêyek bûn ku têgihîştinên li dora min biguhezînin. Medya dikare rolek girîngtir di vê veguherînê de bilîze. Lê ne bi nîşandana mirovên kêmendam wek tiştên dilovaniyê an jî wek îstîsnayên tenê, bi ronîkirina şiyan, rol û beşdariyên wan ên rojane.”
Ji parastinê ber bi bihêzkirinê ve
Karmenda Ofîsa Karûbarên Civakî û Kedê Fayroz Elî Zabêt, niha bi awayekî demkî li "Fona Lênêrîn û Vejandina Kesên xwedî Pêdiviyên Taybet" kar dike. Wekî jineke xwedî astengiya fîzîkî, di warê berdewamkirina xwendina xwe de rastî nîgeraniyên malbatî û civakî hatibû. Fayroz Zabêt diyar dike ku malbata wê ditirsiya ku di dema çûnûhatinê de zirar bighîje wê. Loma qanîkirina derdora wê li ser girîngiya berdewamkirina xwendinê zehmet bû. Tevî vê yekê Fayroz di temamkirina xwendina xwe ya zanîngehê de îsrar kir, mezûn bû û piştre tevlî jiyana kar bû.
Ew dixwaze di warê pîşeyî de bipêş bikeve
Fayroz di gelek waran de kar dike. Ji bo wê, bidestxistina kar ne dawiya zehmetiyan bû, belkî destpêka armancên nû bû. Ew dixwaze di warê pîşeyî de bipêş bikeve û erkên îdarî bigre ser xwe, her wiha hêvî dike ku karsazî an rêxistina xwe ava bike da ku bighîje serxwebûneke mezintir.
Lêkolîneke meydanî ku meha Tebaxa borî ji aliyê rêxistina "Siyaq ji bo Ciwan û Pêşketinê" ve hatibû kirin, tê de komeke ji 53 jinên xwedî pêdiviyên taybet (ku ji nav komeke destpêkê ya 92 beşdarên armanckirî hatibûn hilbijartin) amade bûn. Ev lêkolîn, valahiyeke metirsîdar di navbera asta perwerdeyê û derfetên kar ên berdest de eşkere dike.
Binesazî astengiyan ji bo armancên kesên xwedî pêdiviyên taybet çêdike
M.A.S ku ew jî xwedî pêdiviyên taybet e, nekarî xwendina xwe ya zanîngehê temam bike. Sedem jî, nebûna binesaziyeke guncav bû. Ew dibêje: “Min dixwest xwendina xwe ya zanîngehê temam bikim, lê sînordariya livîna min û pêwîstiya min a berdewam bi qoltixan (çîqan) rê li ber vê yekê girt. Bi kurtasî, avahî û saziyên li welatê me ne li gorî pêdivî û nepenîtiya me ne. Malbata min ji bo min bi fikar bû û tercîh dikir ku ez li malê bimînim. Tevî vê yekê heta li nava mala me bi xwe jî, min jîngeheke ku teşwîqî min bike nedît. Ji ber vê yekê bi rêya qursên serhêl xwe perwerde kir û şiyanên kar bi dest xistin.”
Ev dûrxistin û paşguhkirin tevî hebûna yasayên ku mafên vê komê garantî dikin, berdewam dike. Yasaya Yemenê ya hejmar 61 a sala 1999'an a têkildarî lênêrîn û rehabîlîtasyona kesên xwedî pêdîviyên taybet, ferz dike ku saziyên îdarî yên dewletê, ligel qada giştî û taybet, herî kêm ji sedî 5 hêza xwe ya kar ji bo kesên astengdar veqetînin. Lê rastiya jîngeha fîzîkî, şert û mercên civakî hê jî wek astengiyekê li pêşiya pêkanîna van armancan radiwestin.
Pirsgirêk ji çarçoveya yasayê wêdetir e
Însiyatîfên takekesî bi serê xwe têr nakin ku rastiya bazara kar biguherînin. Li gorî seroka Rêxistina Siyaq ji bo Ciwan û Pêşveçûnê û çalakvaneke mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet Emanî El-Cûbanî, anî ziman ku sînordariya gihîştina jinên xwedî pêdiviyên taybet bi derfetên kar re, ji çend faktoran çêdibe. Ya herî girîng têgihîştina civakî ya derbarê şiyanên wan de ye. Ligel baweriya hin kardêran ku damezrandina kesên xwedî pêdiviyên taybet, bi taybetî jinan lêçûnên zêde li ser rêxistinan ferz dike.
Amanî El-Cûbanî bal kişand ser valahiya di navbera bendên yasayî û pêkanîna wan a rastîn de. Amanî da zanîn ku şer û pevçûn şiyanên saziyên hikûmetê yên ji bo bicihanîna rolên wan ên rêkûpêkkirin û sepandinê lawaz kirine, rewş bi mekanîzmayên sînordar ên çavdêrî û berpirsyariyê (hesabpirsînê) re girantir bûye.
Li gorî nêrîna Amanî El-Cûbanî berpirsyariya parastina van mafan ne li ser milê aliyekî tenê ye; belkî hevkariya di navbera saziyên hikûmetê, rêxistinên taybetî yên ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet, kardêr û bi xwe kesên xwedî pêdiviyên taybet de dixwaze. Amanî got: “Pirsgirêk her tim ne nebûna derfetan e, her wiha asta haydariya jinên xwedî pêdiviyên taybet ji mafên xwe û şiyana wan a daxwazkirina wan mafan e. Jinên xwedî jêhatîbûna akademîk, ji ber serpêhatiyên borî, têgihîştinên neyînî yên derbarê şiyanên wan de û tirsa ji redkirin an dûrxistinê, di daxwazkirina mafê xwe yê kar de dudilî dibin.”
Dema ku jîngeh bi xwe dibe asteng
Dijwariya gihîştina bazara kar ji biryara karmend girtinê bi xwe wêdetir diçe. Gelek jinên xwedî pêdiviyên taybet xwedî jêhatiyên pêwîst û xwesteka xebatê ne, lê sêwirana cihê kar dikare rê li ber wan bigre ku bighîjin kar. Mînak ofîsên li qatên jorîn bê asansor an tesîsên gihîştina têrker dikarin karekî ji bo kesên bi seqetiyên tevgerê bi pratîkî negihîştî bikin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Amanî El-Cûbanî girîngiya avakirina bazarek kar a berfirehtir tekez dike. Bazarek ku gihîştinê wek beşek yekgirtî ya mafê kar dibîne, ne tenê wek xizmetek vebijarkî.