Li Xirwatê keda kolektîf a jinan
Her çend êdî li çiyayan nayê kirin jî, jinên li Xirwatê kevneşopiya bêrîvanî didomînin. Kumriye Tatli ku ji zarokatiyê ve bêrîvan e, got "Em vî karî bi kêfxweşî bi hev re, bi jinan re dikin.”
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Colemêrg – Li gelek bajarên Kurdistanê, xebata dijwar a jinên ku kevneşopiya bêrîvantiyê didomînin dest pê kiriye. Ev kevneşopî ji bo xelkê gundan debara jiyanê peyda dike, çandekê dibe pêşerojê û pêşxistina hişmendiya kolektîf bipêş dixe. Berê bêrîvantî bi çûyîna zozanan dihate kirin, lê niha ji ber qedexeya li ser zozanan di bin navê "ewlehiyê"de li deverên cûda tê kirin. Wekî din, rêwîtiyên ku berê bi hesp an kerê dihatin kirin, niha bi wesayîtan têne kirin. Lê belê, her çend ev guhertin "hêsan" xuya bike jî, jin rêwîtiyê li ser rêyên xirab wekî "xeternak" dibînin. Deşta Meydan Belek, ku li navçeya Xirwata Geverê ye, bi salan e ku mazûvaniya bi sedan bêrîvanan kiriye. Bi salan e, bi hatina havînê re jin diçin Deşta Meydan Belek, konên xwe vedikin û demek dirêj li wir dijîn. Lê belê, qedexekirina çêrgehên havînê li Kurdistanê ji ber sedemên "ewlehiyê" bûye sedema guhertina di vê kevneşopiyê de jî. Kirina çêrgehên havînê ku bi salan dihat kirin, niha li deverên dûrî gundên derdora bajêr tê kirin.
‘Ez ji zarokatiya xwe ve bêrîvantiyê dikim’
Kumriye Tatli ya 55 salî diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bêrîvantiyê dike. Kumriyeya ku 9 zarokên wê hene, wiha got: “Ez ji zarokatiya xwe ve têm vir da ku bêrîvantiyê bikim. Dema ez zarok bûm, ez bi diya xwe re dihatim vir. Jiyana gund karê bêrîvantiyê, xwedîkirina heywanan, an jî karê çandiniyê ye. Bi vî awayî em hewl didin debara xwe bikin.”
Jiyanek kolektîf
Kumriye Tatli ragihand ku çûyîna zozanan a bi jinan re wê kêfxweş dike û wiha domand: “Berê em bi hespan diçûn zozanan, dema em bi hev re bûn em direqisîn û me sohbet dikir. Berê çêtir bû, lê niha jî ne ewqas xirab e. Em kêfxweş in dema ku em bi jinan re ne. Çi pezek hebe çi 400 pez, yek e. Em bi hemû jinên li vir re mîna xwişkan in, em wisa hîs dikin. Wekî berê, dema ku kar qediya, yên ku pezên wan kêmtir in alîkariya yên ku pezên wan zêdetir in dikin da ku ew bikaribin bi hev re li ser sifrê rûnin û di heman demê de vegerin malê. Em bi hev re van pêvajoyan derbas dikin. Em ne tenê di pêvajoyên dotinê de, her wiha di pêvajoyên çêkirina penêr de jî alîkariya hev dikin.”
Kumriye Tatli anî ziman ku li gor wan ev ji karek bêtir, mîna şahiyek e û wiha pê de çû: “Dema ku em bi hev re dicivin, em dikarin bêhna xwe bidin. Ger kar tunebûya, ger em her tim li malê bûna, em ê bifetisiyana; em bi vê leza xebatê re hîn bûne. Ji ber ku em dixebitin, em saxlemtir in.”
‘Ji ber ku di xwezayê de me kêfxweş dibim’
Kumriye Tatlı, diyar kir ku têkiliyeke wan a bi xwezayê re ji ya mêran gelek cudatir e. Kumriya ev ji 30 salan zêdetire bi awayekê kêyfxweş vî karê dike, wiha got: “Di xwezayê de mayîn kêfxweşiyê dide min.”
Kumriye Tatlı ji bo naskirina wan, miyên xwe bi boyaxê nîşan dike. Her jinek ji bo miyên xwe rengekî cuda bikar tîne. Kumriye her wiha dibêje ku ew dikare miyên xwe ji memikên wan nas bike û bi van hevokan gotinên xwe bidawî kir: “Kesên ku karê xwe qedandine alîkariya kesên ku ne qedandine dikin. Her tiştê li ser maseyên me, wek penêr, mast û rûn, ji şîr tê çêkirin. Ev kar debara me ye.” Kumriye Tatli ji bo derbaskirina demê, di dema xebatê de stranan dibêje. Lê carna, stranên ji bo kêfê têne gotin dibin melodiyên hesreta kurê wê yê ku di girtîgehê de ye.