Li Xezayê surprîzên ku vedigerin karesatê!
Mûna Labed tenê çend deqeyan piştî vegera Xezayê, di êrîşek ku mala wê hedef hatî girtin de, malbata xwe winda kir û xwe di nava têkoşîna rizgarkirina kesek ku ji komkujiyê sax maye de dibîne.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Mûna Labed qet xeyal nedikir ku rêwîtiya wê ya vegerê ya ku demek dirêj li bendê bû, bibe yek ji kêliyên herî bi êş ên jiyana wê. Li gel kurê xwe yê di dema şerê li Zîvala Xezayê de birîndar bûbû û ji bo tedawiyê çû Misrê, salek û nîv derbas kir. Piştre, biryar da ku bi hêviya bighîje malbata xwe û tiştên ku di qutbûnên demdirêj de winda kirine ji nû ve qezenc bike, vegere warên xwe.
Wê hesret û xeyalên xwe yên sade yên ji nû ve hevdîtina bi hezkiriyên xwe re, bi xwe re digerand. Lê şer, sehneyek cûda ji bo wê amade kiribû. Mûna Labed bêyî ku xebera dema vegerê bide malbata xwe, gihîşt Xezayê. Piştî çend mehan ji veqetînê, wê hêvî dikir ku bi lêdana ji nişka ve li derî, ji wan re suprîz bike. Lê ev surprîz zû veguherî trajediyek ku dê heta dawiya jiyana xwe ji bîr neke.
Vegera ku veguherî karesatê
Tenê nîv saet piştî gihîştina Xezayê, xaniyê malbata wê rasterast bû hedefa êrîşa Îsraîlê. Kêliyên bendewarî û kêfxweşiyê di cih de veguherî qêrîn, hawar û kavilên ku her tişt serobino kirî. Di nav çend deqeyan de Mûna Labed xwişka xwe, zarokên xwişka xwe û gelek endamên din ên malbatê yên ku di dema êrîşê de di malê de bûn, winda kir. Mûna Labed, dema behsa wan kêliyên giran dike wiha dibêje: “Piştî salek û nîvê ji veqetînê, min xwest bi vegera xwe ji wan re suprîz bikim, lê belê rastî rastiya ku min ew hemû winda kirine hatim. Min derfet nedît rûnim û bi wan re biaxivim, wan hembêz bikim, an jî ji wan re qala pêvajoya dirêj a dermankirinê ku min ji wan dûr xistî bikim.”
Mûna Labed axaftina xwe bi tona dengê şaşbûn û xemgîniyê domand: “Hê min fêm nekiriye. Di vê demê de, difikirîm ku birîndarbûna kurê min û jiyana dûrî malê bi wî re tiştên herî dijwar ên jiyana min bûn. Lê gava ez vegeriyam, ez rastî karesatek ku ji têgihîştina min wêdetir hatim.”
Ji nav kavil û wêraniyê, Hala Labed, ku hîn nebûbû 10 salî, sax hate derxistin. Keçika biçûk bi mûcîzeyekê bi tena serê xwe ji êrîşê rizgar bû û bû şahida yekane ya komkujiya ku tê de dayîk, xwişk û birayên wê û endamên din ên malbata wê can dane.
Zarokatiyek di refan de maye
Lê belê, saxmayîna wê nayê wê wateyê ku trajedî bi dawî bûye. Dîsa jî, Hala Labed bal kişand ser şewata bi pileya çaremîn ku bandor li bedena wê kir. Hala Labed, diyar kir ku yek ji endamên lebetên wê bi giranî zirar dîtiye. Hala da zanîn ku îro, tenduristiya wê ji ber kêmbûna giran a derman û çavkaniyên bijîşkî yên pêwîst xirabtir dibe. Dema ku Hala ya biçûk di nav nivînên nexweşxaneyê de, di nav êş û pêçan de, xaltiya wê her roj ji bi bedena wê sax bibe çi ji destê wê tê, dike. Bijîşk hişyar dikin ku ger rewşa wê xirabtir bibe, dibe ku tevliheviyên cidî derkevin holê. Xetereya qutkirina destê wê yê birîndar jî ji ber nebûna dermankirina pispor a ku bi lezgînî hewce dike, didome. Mûna Labed derberê tiştên jiyan kirine de wiha got: “Ne gengaz e ku mirov êşa ku Hala dikişîne tarîf bike. Bedena wê ya biçûk bi giranî şewitiye û ew hewceyî lênêrîna bijîşkî ya pêşketî ye ku niha peyda nabe. Tiştê ku herî zêde min diêşîne ew e ku ez nikarim dermankirina ku êşa wê sivik bike an jî destê wê û pêşeroja wê rizgar bike peyda bikim. Birîna herî mezin a ku keçika biçûk kişand ne şewatên ku bedena wê girtî ye. Trajediya rast, di rastiya ku hîn jî ji wê tê veşartin de ye. Ji ber Hala hîn nizane ku diya wê, xwişk û birayên wê û hemû endamên din ên malbatê di malê de di encama êrîşê de can dane.”
‘Niha hêza min tune ku ez rastiyê jê re bibêjim’
Mûna Labed destnîşan kir ku her gava ku Hala li dayîk, xwişk û birayên xwe dipirsî, jê re gotiye “ew ji bo dermankirinê çûne derveyî welat, ji ber birînên wan giran bûn ew li wir tên dermankirin” û wiha got: “Niha hêza min tune ku ez rastiyê jê re bibêjim. Ew jixwe li hember êşa di bedena xwe de têdikoşe.”
Mûna Labed wiha domand: “Ew her roj ji min dipirse kengê ew ê vegerin, kengê ew ê dîsa wan bibîne. Ez hewl didim ku xwe aram bikim û bersivên ku wê aram dike bidim. Lê ez di hundirê xwe de şikestinek mezin hîs dikim. Ez dizanim roja ku ew rastiyê fêr bibe dê gelek giran be. Hala Labed, her cara ku şiyar dibe, li rûyên nas ên li dora xwe digere. Ew pirsa rojên ku beriya dayîk, xwişk û birayên xwe, êdî mala wê ya ku niha nemaye berî rastî êrîşê bê dipirse; jiyana wê her ku diçe dibe zincîrek êş û windakirinê.”
Binpêkirinên giran
Domandina şer li Xezayê li gel xirabbûna rewşa mirovî û tenduristiyê, gihîştina dermankirina taybet ji bo zarokên bi şewatên giran, her ku diçe kêm dibe. Nexweşên bi şewatên kûr bi xetereyên cidî re rû bi rûyî, enfeksiyonên giran, deformîteyên mayînde, windakirina lingan û bandorên psîkolojîk ên ku dikarin bi salan bidomin dibin. Ji bo Mûna Labed, têkoşîn êdî ne tenê bi parastina jiyana xwarza wê ve sînordar e; di heman demê de tê wateya parastina tiştê ku ji zarokatiya wê ya nazik maye. Ew dizane ku dê rojekê şewat baş bibe, lê windakirina tevahiya malbatekê dê di bîra zarokek biçûk de, wekî birînek nayê jibîrkirin bimîne.
Mûna Labed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ez ji êşa xwe zêdetir ji êşa Halayê ditirsim. Wê diya xwe, xwişk û birayên xwe û her kesê ku jê hez dikir winda kir, ew hîn jî tiştekî nizane. Tenê daxwaza min ew e ku ew dermankirina ku hewce dike bistîne û ji vê ceribandina dijwar xilas bibe. Ji ber tiştê ku wê jiyaye ji ya ku her zarokek dikare rake, gelek girantir e.”
Ev çîrok her wiha asta binpêkirinên giran ên ku zarok di dema pevçûnên çekdarî de lê rast tên eşkere dike. Birîndarbûna Hala û windakirina malbata wê wek binpêkirinên mafê jiyan, ewlehî û parastinê yên ku ji aliyê Peymana Mafên Zarokan ve têne garantîkirin tê hesibandin; bêparhiştina ji lênêrîna bijîşkî ya pispor a pêwîst, gefê li mafê wê yê tenduristî û dermankirinê dixwe. Li ser vê travmaya ku wê jiyaye û wêrankirina psîkolojîk a ji ber nebûna parastina malbata wê çêbûye jî heye. Ev hemû di çarçoveya mafên bingehîn ên ku di dema pevçûnan de di çarçoveya qanûna navneteweyî de ji bo zarokan hatine dayîn de cih digre.