Li Xezayê kêmbûna avê û bandora wê li ser jiyana jinan

Li gelek deverên Xezayê av nayê peyîdakirin ji ber wê jî welatî di tevahî jiyana xwe ya rojê de li peyî dabînkirina pêdiviyên xwe yên avê ne. Ev rewşa bê aviyê jî herî zêde jinan bandor dike û dibe sedema tengaviyê bijîn.

REFÎF ISLÎM
Xeza - Di demek ku pileya germahiyê bilind bûye de tiştî herî zêde ku hemwelatiyên Xezayê hewcene, aveke paqij ji bo vexwarinê, serşûştin û paqijkirina malê ye, lê di piraniya rojên havînê de av nayê peydakirin. Ev yek jî jinan aciz û tengzar dike, bi taybet ku rewşa aborî zehmet bûye û saetên qutkirina elektirîkê zêde bûne.
“Em tenê werza zivistanê dikarin têr avê bibînin” 
Sema Mehne ya 28 salî ya ku pirsgirêka malbata wê bi avê re hinekî cûda ye, diyar kir ku kesê pêdiviyên malbatê peyda dikir nexweş ket ji ber wê jî rewşa wan zehemtbûye. Sema zehemtiyên dijî wina pênase kir: “Av bûye madeyek wisan em tenê di werza zivistanê de bidest dixin. Hin caran di werza havînê de ji bo pêdiviyên rojane bihayê 40 dolarî av dikirim, ew jî tenê rojekê têra me dike.” 
Sema Mehna rewşa malbatê ya berbelav û zehmet wiha tîne ziman: "Min pir caran hewl da ku avê ji şaredariya Xezayê peyda bikim, lê hemî hewldanên min vala derketin. Ez timî hewl didim ku mala min paqij bimîne û zarokan agahdar dikim da ku qîmeta avê bizanibin. Piraniya dema xwe ez li rêbazekê digerim daku çawa avê peyda bikim, bi taybet di gel bilindbûna pileyên germahiyê, tengaviya avê gelek zore.”
“Em li peyî derfetên peyîdakirina avê ne” 
Li aliyekî din Iptîsam Mehmûd a 42 salî jî bilêv kir ku dema av tê, elektirîk qut dibe, bi vî rengî ew nikarin avê bigînin û wiha dom kir: "Hevjînê min rojekê hewl da xwe bighîne berpirsekî û pê re li ser yekirina demjmêrên av û elektirîkê biaxive, lê berpirs rojeke tenê lê guhdar kir û pişre telefûna xwe girt. Bi vî awayî pirsgirêka me ya avê bûye yek ji pirsgirêkên sereke yên jiyanê. Çareserkirina vê pirsgirêkê ne zehmet e, em a ev kêmasî û êşeke zêdebar e ku hemwelatî li Xezayê dijîn. Em niha jeneratorê elektrîkê bikar tînin ku lêçûna wê di hefteyê de hema hema 40 dolar e. Ji bo tenê em karib in karên malê biqedîn in ku piraniya xwe itîmadê dide ser avê, em neçarin li gel giraniyê jî ji bo peryîdakirina pêdiviya avê serî li van rêbazan didin.”
“Ez matmayî dimînim ku rêveber nikarin pirsgirêka avê çareser bikin” 
Ayat Xidûr a li herêma bakurê Xezayê niştecih bûye jî da zanîn ku av û elektirîk bi hev re qut dibin, lê hin caran rewşa avê li herêma wan baş dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku min rojekê serdana xwişka xwe kir, ez bi qutbûna avê ya çend rojan li pey hev matmayî mam beyî ku tu altarnatîf hebin, çawan mirov wisan di bê aviyê de tên hiştin. 
Ayat Xidûr diyar kir ku şorbûna avê pirsgirêka herî mezin e ku ew pê dêşe, ew her dem berhemên buha dikire da ku porê xwe ji ava şor biparêz e. 
Li gorî kaxeza rastiyan ku ji hêla Navenda Filistîn ya Lêkolînên Siyasî û Stratecîk a "Masarat" ve ji bo sala 2020 an hatî derxistin, ku di bin navê "Pirsgirêka qirêjiya avê ya li Xezayê û bandorên wê li ser gel" de hate weşandin. Tenê ji sedî 25 ji niştecîhên Xezayê, av rojane 7 seatan  dighê wan, lê ji ji sedî 65 ji wan her di navbera du rojan 7 seatan av dighê wan û ji ji sedî 10 jî her di navbera sê rojan de ew qas av digihe wan.
Heman kaxezê diyar kir ku rêjeya ava vexwarinê ya ne ewle li Xezayê di 2012 an de ji sedî 90 gihîştiye ji sedî 97’an di 2019 an de jî sazîyên navneteweyî hişyarî ji bo zirara ava behrê dane da ku piştre nikare were sererastkirin, tê zanîna ku devera Xezayê 365 km2 ye û zêdetirî 2 mîlyon kes lê dijîn.
Lêkolînek ku ji hêla Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ve hatî kirin û di 30’ê Tîrmeha derbasbûyî de hate weşandin, destnîşan kir ku ji sedî 80 ji niştecihên Xezayê jiyana xwe di tarîtiyê de derbas dikin. Ji ber ku elektirîk tenê rojê 10 an 12 demjimêran peyda dibe, ev yek jî ger ku di rewşa xwe ya herî baş de be heye, hinek caran we jî nîne.