Li Xezayê erîşên bi pergalî ya li ser jinan

li Xezayê ji ber sînordarkirinên civakê yên baviksalarî û erîşên zayendî rewşa jinên ku hevjinê wan jiyana xwe ji dest dane pir xira be.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Li Xezayê jinên ku hevjinê wan jiyana xwe ji dest dane, ji ber hişmendiya paşverû ya civakê rastî zext û tûndiyê tên. Jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û rastî zextên civakî hatine serpêhatiyên xwe anîn ser ziman, lêkolîner û xebatkara civakî ya Filistînî Ola Heles jî bal kişand li ser tundiya ku jin li Xezayê pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku pêwist e jin derbarê mafên xwe de bên perwerdekirin.

Pêrgala mêr gorî zagonên zayendperez nêzî jin dibe

Li  Xezayê ser rastiya jinên ku hevjinê wan jiyana xwe ji dest daye, lêkolîner û xebatkara civakî Ola Heles derbarê mijarê nirxandin kir û got ku jinên hevjinê wan jiyana xwe ji dest daye gelek zor û zehmetiyan dikşînin û bi zextan re re rû bi rû dimînin. Ola Heles destnîşan kir ku li Xezayê pêrgala mêr gorî zagonên zayendperez nêzî jin dibe û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî statîstîk û delîlên ku me ji jinan berhev kir me dît ku jinên hevjinê wan jiyana xwe ji dane mafên xwe yên bingehîn, wek azadiya çûnûhatin, mîras û ragihandina ramanê bê par dimînin û rastî tundî, zordestî û çewsandinê tên. Civak li ser jinên ku hevjinê wan jiyana xwe ji dest dane ferz dike ku divê ew her tiştî qebûl bike û bêyî ku îtîraz an tiştên ku lê tê kirin red bike teslîmî kontrola hawîrdora xwe bibe. Jinên ku hevjinê wan jiyana xwe ji dest dane di warê aborî û civakî bi zor û zehmetî debara malbata xwe dike. Ji ber kêşeyên ku pê re rû bi rû dimînin dihêle ku êş û azarên wan zêdetir bibe.”

‘Ji mafê xwedîkirina zarokên xwe tên mehrûmkirin’

Ola Heles da zanîn ku wan bernameyek şêwirmendiyê li ser bingeha stratejiyên rêziknameya hestyarî çêkirin da ku berxwedana psîkolojîk a jinên ku hevjinê wan jiyana xwe ji det dane ku rastî tundiyê tên li Xezayê baştir bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji ber ku jin rastî zextan tên, me biryar da ku em rastiya wan baştir bikin û mekanîzmayên berxwedaniya derûnî, çawaniya qebûlkirina rewşan, rû bi rû bûna qeyranan û îcadkirina alternatîfan ji bo pirsgirêkan bi wan bidin nasîn. Gelek jin ev bername qebûl kirine.”

Ola Heles eşkere kir ku ji ber urf û adetan gelek jinên ku hevjinê wan jiyana xwe ji dest daye neçar dibin ku bi birayê hevjînê xwe re bizewicin bi behaneya parastina zarokên wê, bêyî ku razîbûna wan a eşkere werbigirin û wiha pê de çû: “Di gelek rewşan de jin ji mafê xwedîkirina zarokên xwe jî bê par dimînin û her wiha neçar dimînin ku pereyan radestî malbatê bikin. Dema ku jin şert û fermanan binpê bike rastî gelek îftîrayan tê û ji mafê xwedîkirina zarokên xwe tên mehrûmkirin.”

Ola Heles banga xurtkirina sekna jinên jinebî li Filistînê û bihêzkirina wan di warê aborî û civakî de kir û wiha axivî: “Divê xebat ji bo perwerdekirina jinên hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane li ser mafên wan bên zêdekirin da ku mafên xwe baş bizanibe.”

Ez bi tawanên namûsê hatim sucdarkirin’

Û.M a 42 salî anî ziman ku beriya 5 salan hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, rastî tundiya derûnî hatiye û wiha got: “Ji wê demê ve ji aliyê malbata hevjînê xwe ve rastî tundiyê têm û nahêlin ez bi azadî tevbigerim û ez bi tawanên namûsê hatim tawanbarkirin. Hevjînê keça min mîrateya wê ji malê xwest û heta ku ez para wê ji mîratê nedim wê, nahêle ku keça min serdana min bike. Ji ber vê yekê rewşa min ya derûnî pir xerab bû. Lê piştgiriya derûnî di başkirina şert û mercên min û çareserkirina pirsgirêkên min de rolek mezin lîst.”

‘Malbata min tawanên li ser min hatin bawer kirin’

Î.H a 37 salî da zanîn ku ew rastî gelek cureyên tundiyê hatiye û wiha pê de çû: “Bavê hevjînê min piştî mirina kurê xwe zêr û pereyên min dizîn, min xapandin ku ew ê ji min û zarokên min re xaniyek çêbike. Mixabin min salek tevde meaşê alîkarî û alîkariya civakî dida wî, piştre min dît ku ew derewkar e. Ji ber vê yekê min daxwaza xwedîkirina zarokan kir, lê wî ji bo bidestxistina beşek ji pereyan êrişî min kir. Wî gelek îftîra li min kirin û bi gelek sûcên namûsê ez tawanbarkirim. Malbata min ji îdiayên ku ji aliyê xezûrê min ve li ser min hatibûn kirin bawer kirin û nehiştin ez derkevim derve û xwe biparêzim. Piştî demekê min serî li destwerdana qanûnî da û dosyaya şeref û îftirayê vekir da ku maf û kerameta xwe bi dest xist.”