Li ruxmê hemû astengiyan Awan karê xwe berdewam dike

Awan Awat jinek mînak a kedkar e li Helepçeyê, li hemberî hemû gotinên civakê li ser lingên xwe sekinî û cihekî dirûtinê ji bo xwe vekiriye, jinên din jî fêr dike ku xwedî îrade û karê xwe bin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Jina bi navê Awan Awat  di nava bazara Şenrû li Helepçeyê de cihek wê yê dirûtina cilan heye, bi hemû keda xwe kar dike û xizmetê ji bo jinên Helepçeyê dike. Ew amade ye ku hemû ew tiştên ku dizane fêrî kesên ku dixwaze fêr bibe bike. Ji ber li gorî wê divê jin bi xwe li ser lingên xwe bisekinin çavên wan nemînin li ber destên kesek din. Her dem kar dike û dixwaze xizmetê ji bo jinan bike di saet 2:00’ê nîvroyê de heta 11:00’ê şevê de kar dike.

Awan Awat xelkê Helepçeyê ye beşa zanista pratîkî ya Koleja Teknîkî ya zanînageha Helepçeyê di sala 2017’an temam kiriye. Ji ber bi xwe jî gelek ji karê dirûtinê hez dike û ji aliyê hikumetê ve bi fermî tayîn nebû. Niha karê dirûtinê û karê dest dike û wiha behsa karê xwe kir û got: “Destpêkê min ji bo xwe cil di didirût û min li xwe dikir, dema ku hevalên min cilên min didîtin, dixwestin ez weke yên xwe ji wan re jî çêbikim. Piştî ku min zanîngeh qedand û ez bi fermî tayîn nebûm û min jî hewl da ku bi hêza xwe fêrî dirûtinê bibim û min bi alîkariya dayik û havalên xwe min dikaribû cihekî vekim û karê xwe bi xwe bikim.”

‘Min xwest li Helepçeyê xizmetê bikim’

Awan Awat diyar kir ku piştî piştgiriya heval û malbata xwe girt, hewl da bi temamî fêr bibe û wiha got: “Ez li Silêmanî beşdarî dewreyek ya perwerdeyê bûm û ez di wê dewreyê de bûm yekem, ji min re gotin li vê derê bibe mamoste lê belê min dixwest li Helepçeyê xizmetê bikim. Di sala 2018’an heta niha ez karê xwe yê dirûtinê berdewam dikim û yên ku dixwazin ez wan jî fêrî dirûtinê dikim û gelek jin bûne xwedî karê xwe û niha karê xwe dikin. Ez dixwazim cihekê weke kargehek biçûk vekim û çend jinên din tê de bixebitin da ku ji malê derbikevin û ji bo civakê xizmetê bikin.”

‘Destpêkirin zehmet e lê belê berdewamkirin girîng e’

Awan Awat wiha behsa berpirsyariya xwe di kar de kir û got: “Di destpêkê de ji ber gotinên civakê ji bo min gelek astengî hebûn lê belê min guh neda û baweriya min bi xwe hebû, min karê xwe berdewam kir. Divê civak dawî li vê zîhniyeta gotinên ku li pêşiya me dibin asteng bîne.”