Li Misrê xebatên saziyên jinan rastî astengiya burokrasiyê tên

Dozger û Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Pêşketinê ya Qahîreyê Întîsar El- Saîd diyar kir ku ji ber astengiyên burokratîk xebatên komeleyên jinan bi pêş nakeve û xwest ev astengî rabin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre - Rêxistinên jinan ji ber astengiyên burokratîk di pêkanîna projeyan de zehmetiyan dikşînin. Dozger û Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Pêşketinê ya Qahîreyê Întîsar El- Saîd got; “Ji bo hinek kar û barên erêkirinê tên sekinandin, sazî ziyanê dibinin.”

Întîsar El- Saîd da zanîn ku ji ber prosedurên bê sûd xebatên wan hatine xetimandin û got: “Li ruxmê ku hebûna cudagirtina bacan heye, beşek zêde yên rêveberiya di asta jor de, der barê vê mijarê de tiştekê nizanin, ev ji bo îqnakirina saziyan qanûna lîjneyan hema bêje qasî ji destê wan tê hewl didin  di destê xwe de bigrin erk girtiye ser milên xwe. Di rojên borî de bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li wezareta edaletê hat kirin talîmat bidin û bigihîjînin dadgehan. Ji ber gelek kes bêyî ku qerta wan a bacdayînê hebe vekirina dozan red dikin.”

Întîsar El- Saîd destnîşan kir  ku der barê gundan de ew xebatên ku xwestin bikin ji ber zanyariyên pêwîst û dane hatin veşartin û yan jî nebûn li ber xebatên wan astengiye û got: “Mînak di bi hêzkirina aboriyê de ger bixwazin xebat bidin meşandin, bêkariya hemwelatiyan, nezanîna xwendin û nivîsandinê û der barê zanyariyên din de ji bo fakirina rewşa wan li cihên herî nêz diçin meclisê. Ev sazî têrê nakin.”

‘Divê hevkarî were bihêzkirin’

Întîsar El- Saîd bi bîrxist ku pilana pêşketinê ya ku were berdewamkirin û ji bo îlavekirina stratejiya 2023’an  xebatên ji bo xwegihandina xeribiyên civakê divê hevkarî were bi hêzkirin û wiha dom kir: “Ji bo êrêkirina fotoqopiyên gelek kaxezan em gelek astengiyan jiyan dikin. Ev jî dibe îsrafek zêde û ji aliyê din ziyan  digihe xwazeyê. Li aliyê din ji bo hemû ewraq bixin cihê wan kar bi awayek asan dikare were çareserkirin. Belge di flaşê de û xebatkar dema ku vana digre, ev rewş wê ji bo hemûyan tasarufê avabike û di heman demê de prusudur lez dibe.”

‘Erêkirin divê di demek kurt de bi dawî bibe’

Întîsar El- Saîd diyarkir ku ji bo temamkirina tomarkirina kar û baran û bi rêya agahdarkirinê bi awayek asan karûbarên ku xebatên saziyên jinan asteg dikin wê gelek krîzan çareser bike û got: “Yek ji çareseriyan erêkirinên ji bo priojeyên tên sekinandin, weke niha divê di demek hîn kin de were bi dawîkirin. Ji ber ev hem wê lez bide zu were pêkanîn û hem jî wê rê li ber xebatên jinan were vekerin.”

‘Divê hemû astengî werin rakirin’

Întîsar El- Saîd bi bîr xist ku divê nêzîkatiyên dijminane li hemberî civaka sivîl terk bikin û divê weke mutefîkê ku gelek tiştan asan dike bibîne û wiha got: “Parlamenter û rayedarên hikumetê êrîşî saziyên jinan dikin û ev jî xebatan asteng dike. Divê ev hemû astegî were rakirin û saziyên jinan xebatên xwe bi awayek tendirûst bidin meşandin.”