Li Misrê pêşnûme qanûn li ser mijara mafê jinan ê serweta malê

Li Misrê bi hewildana jinên dema ji hevjînê xwe cudabûne bi zarokên xwe ve hatine derxistin û di aliyê aborî de pirsgirêk jiyane li ser mijarê pêşnûme qanûnek hat amadekirin û radestî Civata Nûneran hat kirin.

 
ASMAA FETIHÎ
Qahîre - Li Misrê pêşnûme qanûna girêdayî di dema hevberdanê de jin bikarin ji serweta malê heyî para xwe bigirin radestî Civata Nûneran hat kirin. Di pêşnûme qanûna ku ji aliyê nûner Rania El-Cezairi ve pêşkêşî Meclisa Nûneran hat kirin de hewl hat dayîn ku di hevberdanê de jin jî para xwe ji aboriya malê ya heyî bigire. Gelek caran ev mijar hatiye nîqaşkirin di navbera jin û mêrên hev berdidin de bûye sedema gengeşeyê, ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşnûme qanûna hatî amadekirin radestî Civata Nûneran Hatiye kirin. Naveroka pêşnûmeyê jî bi daxuyaniyekê hatiye eşkerekirin.
Daxuyanî wiha ye; “Sedema amadekirina vê projeyê parastina jinê ye dibe ku ji nişka ve xwe li derveyî hesabên mêrê xwe bibîne û bêyî çavkaniyek dahatê bê hiştin. bi taybet doz piştî hevberdanê demek dirêj digire ku biryar were girtin. Lê projeya yasayê dê wan tedbîran û demê kurt bike û heta dawiya temenê jinê, wê biparêze. Ev ne cara yekem e ku projey ji bo vê mijarê tê pêşkêş kirin ji bo jina ji malê derdikeve beşek ji mal û milkê hevjînê xwe bigire 
Profesora bawerî û felsefeya îslamê Nûner Amina Nasir jî berê banga parvekirina serwetê di bûyera cihêbûna hevjînan de kiribû û diyar kiribû ku ji ber ew berhema xebateke hevbeş a di navbera her duyan de ye ji bo wê jî didema cudabûnê de mafê jinê yê pargirtina ji vê yekê heye û bidestxistina vê yekê jî mafek rewa ye.
`Hevjînê min ez bi sê zarokan ve derxistim`
Ji jinên di qeyîranên aboriyê de alîkariya hevjînê xwe kirine û piştî ku hevjînê wan hinek destxweşbûye ew berdan û ji malê jî derxistine Henan Ebdullah a 50 salî bi salan li kêleka hevjînê xwe xebitî û ew ji îflasê xilas kirî wiha got: "Piştî ewqas ked û hewildan hevserê min ez berdam û ser de jî tevî zarokên xwe ez ji malê derxistim. Bi vî awayî min xwe li pêş çarenûsek ne diyar dît ku bêyî xwendin an jî derfetek kar. Piştî hevberdanê, ez bi sê zarokan re derketim. Zarokên min biçukin û dixwînin ji ber wê dem ji bo peyîdakirina debarê zoriyê dibînin. Min biryar da ku ez berpirsiyariyê hilgirim û derketim li karekî geriyam heta ku min dibistanek dît û di wir de wek perwerdekara zarokan xebitîm. Ez xwarina wan didimê û dişopînim. Ji bo mûçeyek ku têra xwarina me jî nake ji neçarî di dibistanekê de wek xizmetkar dixebitim, heta ku zarokên min ji ber vê yekê şerm kirin û neçar man bixebitin. Kurê min yê mezin li qehwexaneyekê dixebitî, yê biçûk jî diçû xwaringehekê û keçika min jî li karekî geriya heta ku derfetek jê re li navendeke bedewiyê li kêleka xwendina zanîngehê peyda bû."
"Li Misir û gelek welatan serwet bi navê mêr tê nivîsîn"
Femînîst û aktîvîsta mafê mirovan Nafisa Al-Sabbagh jî da zanîn ku pêşnûme qanûna parvekirina serweta jinê piştî hevberdanê fikreke adil e, ji ber ku saziya zewacê bi du partiyên ku bi hev re xebitîn û di avakirina malbatê de hevpar bûn dest pê kir û got: “Ev mijar tenê pêdiviyeke ku were dabîn kirin, ji ber mafê tu aliyek tune ye di dema hevberdanê de bêmafiyê li aliyê din bike. Li Misir û gelek welatan, piraniya serwetê bi navê mêr tê nivîsandin. Tevî ku jin xebatek mezin dide jî ji serweta malê bê par dimîne, ev jî tiştekî ku divê li ber çavan re bê derbaskirin. 
"Jin sedema aramiya malbatê ye û parvekirina serwetê mafê wê ye"
Şêwirmenda Têkiliyên Malbatî Dr. Nadia Jamal jî piştgiriya xwe ya bêkêmasî ji bo fatûreya parvekirina serwet di bûyera hevberdanê de diyar kir û wiha got: "Jin ew in ku di afirandina mal û milkê mêran de rolek giring digirin û ew sedemek sereke ne ji bo aramiya malbatê û serkeftina wê ya civakî û aborî, li dawê jî bê par tê hêlan. Di ezmûna xwe ya pratîkî de min gelek jinên ku di rojên dijwar re derbas bûne û karîne bi lêçûn û dahateke kêm jiyana xwe berdewam bikin dîtine. Hin ji wan ji xeynî hevjînê xwe ji bo alîkariya lêçûnên malbatê dixebitin her wiha gelek ji wan xwe ji kêfa jiyanê mehrûm dikin da ku di projeyek an ezmûnek pratîkî ya nû de piştgiriyê bidin hevserê xwe. Gelek jin ji ber ku ew yek in û tu ferq di navbera wan de nîn e, bi dilxweşî û bê hizirkirin alîkariya hevserên xwe dikin, weke ku di mal û milkên xwe de dê encam wek malbatê li wan vegere.”
"Di dema cudabûnê de ger jin ducanî be maliyetek cuda jêre tê veqetandin"
Şêwirmenda Dadrês Dina El-Mokadam a di aliyê qanunî de li bûyerê dinêre jî piştrast kir ku pêşniyara jin ji bo parvekirina nîvê serweta mêr di dema hevberdanê de, ne nû ye, ji xwe ev yek li 40 eyaletên Emerîkayê tê sepandin û wiha dom kir: "Pirsa ku bi hewceyî bersivê ye, asta erka vê qanûnê li cem me wek welatekî îslamî li ser danûstandinên aborî yên jinan piştî hevberdanê ye. Sîstema parvekirina serwet piştî hevberdanê hem ji bo jinan hem jî li ser mêran lazime bê sepandin. Divê di dema berdanê de jin heman rêjeya sermayê heyî bigire, eger mêr bêkar û fesad be, em ê piştî hevberdanê nîvê serweta jinê jî bidin wî, li gor destûrê ku di navbera her duyan de wekheviya maf û erkan diyar dike. Îmkana kodkirina mijarê û danîna şert û astengiyan heye, di nav wan de ku jin ji malê re demek veqetîne û her wiha zarokên xwe baş perwerde bike û di heman demê de zewac bêtirî 10 salan dirêj bike da ku di serweta ku dê bi dest bixe de hevpar be. Li Misrê, pereyê jinê yê wê ye û yê mêr jî yê wî ye, çi berî hevberdanê û çi jî piştî hevberdanê, mafê yek ji wan tune ku zirarê bide mal û milkê yê din, ev yek ji awantajên sîstema me ye. Lê îslam û qanûnê mêr mecbûr kiriye ku debara jina xwe ya berê û zarokên xwe bi awayekî ku têra wan bike û debara jiyana wan bi xwedîkirina kelûpel û zewqê dabîn bike, ji bilî hilgirtina lêçûnên dabînkirina xanî, xercên danîngeh û zarokanû pêşkêşkirina karûbarên ku ji wan re dibe alîkar ku bi rehetî bijîn. Gger di navbera wan de deyîn an jî hevkarîya malî û bazirganî hebe, her yek ji wan maf û para xwe digire. Jina ducanî heya dema welidandinê pere ji bo wê tê dayîn û di dema mirina hevser de mîras tê parve kirin. Ev tê vê wateyê ku piştî zewacê ji hêla darayî ve aram û ewledar e.”